Karasu tevlî nîqaşa me bû

  • Beşa – 3

Mego civata Karasu pir xweşe, nîqaşa me li ser gotina wî a ku dibêje: “Li Îmraliyê siyaseta qir kirin û ji nav birina Kurdan tê meşandin” dewam dikir, ji nişkan ve Gêrîlayek tevlî nîqaşê bû û go ku birêz Karayilan dibêje: “Emê bi berxwedan ruhê fedayî a Apo berdewam bin”.

Min jî jêre go: “heval bi tu awayî bi berxwedana ruhê fedayî a Apo hûnê berdewam bin? Kak Karasu ji kerema xwe bibêje bi tu awayî? Em ji vê fêm nakin?

Karasu go: raste hûn fêm nakin, ji ber ku ev gotinek fîlosofî ye û tenê ew mirov jê fêm dike yê ku bizanbe fîlosofî çî ye, ji ber ku hûn kesên fewdal û netewî ne, loma hûn jê fêm nakin.

Em mecbûr mayn nîqaşê bidomînin, me tedaxul kir û go: tişta ku em dizanin “Mazlûm” nîşana berxwedanê bû, ji ber ku daku nebe dardest ji boy Tirkiyê û nekeve bin tesîra dewletê, biryara darvekirina xwe da û bi destên xwe li serşûyê xwe darvekir.

Dîsan “Ferhat Kurtay, Necmî Unen, Eşref Enîk, Mehmûd Zengîn” nîşana can fedayê bûn, ji ber ku wan li 18 gulana 1982an biryara xwe girtin û xwe şewitandin û bi yek qêrî gotin: bijî Kurdistan û agirê azadiyê li canê xwe berdan.

Lê berxwedan û can fedayî a bi vî awayî ya birêz Apo tuneye.

heval Karasu go: raste ew heval nîşana berxwedan û ruhê fedayî ne, lê çima tu ji serok re wusa dibêjî?

Me jî go: heval guhdariyê bike, Apo yêk roj jî di jiyana xwe da li ber xwe nedaye û yêk roj nanê hişk bi avê nexwarîye û yêk roj di şekeftan de nerazaye û yêk roj jî zêrevanîya hevalên xwe nekirîye, wexta rewşa wî li Bakur xeter ketî, bi cilên jinan bazda Sûriyê û li Sûriyê jî cesaret nekir li Rojavayê Kurdistanê cî bigre, lê belê li Dola Beqa ma û li wir têklîya partiyên Felestînî kir û bi wan re peyman çêkir ku dijatîya dewleta Israîlê bike li himberî hewandina wî û hevalên wî û alîkarîya wan bi pere û çekan, li wir akadîmîya Kurkumaz bi pere û çekên partiyên Felestînî çêkir û piştre derbasî Şamê dibe û di vêlayeke mezin de raza  û kete jêr bandora rejîma Sûriyê û Îsixbarata Sûriyê pere jêre şandin ji bo ku dijatîya Israîlê û Tirkiyê bike, ji ber ku li wê demê Tirkiye û Israîlê dijî dewleta Sûriyê di xebitîn, hêjay gotinê ye Apo li wir weke padişahekî burciwaz dijîya û paş ku di nêvbera Sûriyê û Tirkiyê de rewş aram dibe, Sûrye Apo derxist, li şûna ku Apo biçe di nava Gêrîlan de û dest bi xebata berxwedanê bike, diçe Ewropayê û weke qeçaxçî hatin û çûynê dike û heya wê dema ku bi alîkarîya Israîlê tê desteser kirin û Israîlê tola xwe hilda û teslîmî Tirkiyê kir.

Dema Apo xistine di balefirê de û hêjan li asmanê Tirkiyê, Apo dibêje: “daîyka min Tirke û ez ji boy xizmeta dewleta Tirkiyê amademe” û wexta tê zîndan kirin, her rast sitratecîya PKKê guherand ji dewleta mezin a Kurdî ji bo Biratîya Gelan û cî bi cî kirina Mîsaqa Milî.

Evca eva me gotî ger bibe berxwedan û ruhê fedayî? Wate diruste Gêrîla qada şer li bakur ji bo Tirkiyê bihêle û niha hatine başûr ji bo ku vê perçeya welat bixe jêr kontirola Tirkiyê û erdinîgarîya Mîsaqa Milî cî bi cî bike, aha eveye fîlosofîya ku hûn jê fêm dikin û em jê fêm nakin!.

[mpc_alert preset=”mpc_preset_24″ icon=”eti eti_link” icon_color=”#ffffff” icon_size=”30″ icon_background_color=”#df5461″ icon_padding_divider=”true” icon_padding_css=”padding-top:25px;padding-right:25px;padding-bottom:25px;padding-left:25px;” font_preset=”mpc_preset_13″ font_color=”#ffffff” font_size=”20″ font_transform=”none” font_align=”center” content_padding_divider=”true” content_padding_css=”padding-top:10px;padding-right:15px;padding-bottom:0px;padding-left:15px;” background_type=”gradient” background_gradient=”#d14945||#e5825e||0;100||90||linear” border_divider=”true” border_css=”border-top:0px;border-right:0px;border-bottom:3px;border-left:0px;border-color:#bc3a5d;border-style:solid;border-radius:5px;” padding_divider=”true” margin_divider=”true”]

Ji bo xwendina beşa 1 kilîk bike

[/mpc_alert]

Ji bo xwendina beşa 2 kilîk bike

[/mpc_alert]

Pustên heman beş