Bi rastî rûniştina li dîwana mistefa Karasu pirr xweşe, mirov her dixwaze li dîwana wî rûnê, bi tenê guhdariya wî bike û serê xwe bihejîne û carna jî mîna rûniştna li dîwana dengbêjan li şûna tewîkan bibêje: bijî bijî.
Ger bixwazî kesekî serketî bî li rûniştina li dev serkirdeyên PKKê, pêdivîye li ser te ku tu pirensîbên rêkxistina wan bi cih bînî, pirensîbên wan bi tenê sê xalan bi xwe ve digrin:
Ji guhdaran be.
Bi tenê pirsan bike.
Gotina te mî di bera neçe.
Me di Beşê yekê ê gotara xwe de li ser gotina Karasu ya ku dibêje: “li îmraliyê siyaseta qirkirin û jinavbirina kurdan nexşe jêre tê danîn” ku li roja 24/4/2021an li saziyên wan yên ragihandinê de hatiye parve kirin.
Bi rastî carek din em Karasu sipas dikin ku bi wêrekane û dûr ji pirensîbên rêxistina PKKê, ev daxuyanîye daye, cara yekê ye rastîyekî berçav dike .
Lê baş fêm dikim wî jî weke serokê xwe dixwest bi zimanekî felsefî biaxive, lê cihê daxê ye hemû çûçik ne yên hejîr xwarnê ne.
Raste Karasu li îmraliyê siyaseta qirkirin û ji nav birina kurdan tê nexşê kêşan û li qendîlî ew siyaset tê bi cih anîn, lê çewa? Tu baş dizanî ev nêzî 20 salane Ebdulla Ocalan di zîndanên dewleta Tirkiyê de ye, di van 20 salan de dewleta tirk kariye seqayekî ji Ocalan re dirust bike ku encamên dirust kirina wî seqa bikevin di xizmeta dewleta tirkiyê de.
Bi bawerim tu û kesên bi te re, çîroka şikeftê û mana çend kesan di wê şikeftê de dizanî ya ku Aflaton nivîsandî, ger hûn nezanin? Wê bi erka xwe bîzanim weke kurdek dubare bi kurtî ji te re vegêrim.
kurtiya çîroka şikeftê :
Hin însan ji boy demekê gelek dirêj di şikeftekê de bi cî kiribûn, wan ti agehiyek ji cîhana derve nebû, jiberku dergehê şikeftê hatbû girtin mîna tunelên hûn li çiya dirust dikin, di wê şikeftê de bi tenê kunek biçûk ji boy hatina ronahiyê hêlabû, hinek çeqên dara li pêşiya wê kunê danîbûn, dema serê sibehê ronahiyê li wan çeqa dida, sîtafka wan çeqan li dîwarê wê şikeftê dihat dîtin, dema hewa li wan çeqan dida sîtafka wan çeqan li ser dîwarê wê şikeftê di livî, ji wan mirovên di şikeftê de ew sîtafk wek mirovan dihat xweya kirin, jiber vê yekê sibê heya êvarê li ser hejmar û corên mirovan yên ku wêneyê wan yê aşopî dihate diyar kirin li ser dîwarê şikeftê danustandin di nêvbera wan mirovên şikeftê de dihat kirin.
Yanî di rastî de ti mirovek li derve nebû, lê danustandina dijwar dihat kirin û wisa hizir dikirin ya ku ew dibînin rastîye û mirovên dirustin li derve.
Rewşa Ebdulla Ocalan jî mîna mirovên li nava şikeftê de ye û rastîya rûdanên kurdistanê ji Eebdulla Ocalan re mîna sîbera wan çeqên darê ye, ewên li dîwarên şikeftê dihate wêne kirin .
Ew wênê aşopî ji Ebdulla Ocalan re diyar dibe, li ser Kurdistanê dibe bingehê vekolînên wî li ser rewşa Kurdistanê, ji ber vê yekê ger bi hûrî li wan pirtûkên Ocalan di zîndanê de nivîsandîn û biryarên ew ji ew ji we re dişîne binêrîn , rastîya gotina me xweya dibe, jiberku naveroka pirtûkên wî û biryarên wî li ser rewşa kurdistanê di rastiyê de aşopî ne, lê belê ji wî re rastî ne.
Hizirmendên dewleta tirkiyê pir bi jîrî vê mijarê îdare dikin .
Di encam de dewleta tirkiyê nexşe dikêşe û Ebdulla Ocalan wî nexşe bi zimanê xwe yê ne tirkî û ne kurdî ji we re dişîne û hûn jî bi korekî bi cih tînin.
Yanî raste bingeha qir kirin û jinav birina kurdan ji dewleta Tirkiyê derdikeve û Ebdulla Ocalan dibe bêjerê berçav kirina wê nexşeyê û hûn dibin cîbicîkarên wê nexşeyê û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û xelkê sivîl û gerîla dibin qurbaniyên wê nexşeya qirêj.