Rastiyên veşartî yên şanoya PKK’ê li ser Heqî Qerar, Elî Heyder Qeytan û Riza Alton çêkirî

Rastiyên veşartî yên şanoya PKK’ê li ser Heqî Qerar, Elî Heyder Qeytan û Riza Alton çêkirî

Heqî Qerar di 18ê Gulana 1977an li Enqereyê hat kuştin, PKK’ê piştre li ser bîranîna wî meha Gulanê weke meha Şehîdan bi nav kir. Ocalan gelek caran got me PKK’e ji boy bîranîna Heqî Qerar ava kiriye, û piştî 48 salan PKK’ê di heyva Gulanê de, mirina du ji damezrînerên xwe, anku Elî Heyder Qeytan û Riza Alton jî ragihand, niha navê van her sê kesan bi hev re tê bi lêv kirin.

Ev her sê nav û şêweyê jiyan ji dest dayîna wan, du rûtiya PKK’ê zelal datîne pêşberî me, ne şexsiyeta wan û ne jî sedema mirina wan weke PKK’e bas dike nebû. PKK’ê li derdora navê Heqî Qerar xapandin, derew û îstîsmarek çêkir û niha jî navê Qeytan û Alton jî daxilî vê çerxê bûn.

Elî Heyder Qeytan berî 7 salan ji aliyê PKK’ê bi xwe ve hat kuştin, Riza Alton berî 6 salan, ji egerê birîndariyê jiyana xwe ji dest da, PKK’ê qiyamet li ser bîranîna wan çêkir, lê belê sedema mirina wan eşkere nekir. Dewlet, kadroyên PKK’ê û hetta Ocalan bi xwe jî dizanîbû ku ev kesane hatine kuştin, lê belê niha rabûne weke ku ji nû bihîstiye, rondikên çavan dibarînin û diramayekî tirajedîk pêşkêşî me dikin, ev drama ji boy ku xelk daxuyaniya îxaneta Ocalan ji bîr bikin û pirs nekin ma di van 48 salan de me çi destkeftî hebûn, tê pêşkêşkirin. Ev 40 sale gelê Kurd bi cenaze, şehîd, slogan, mozîk û dîlana tê hîbnotîzekirin, niha jî armanca PKK’ê gelekî mezine ku dixwazin nameya rezaleta 27ê Sibatê bidin jibîrkirin ji ber wê yekê kempîneke mezin lidarxist.

Dewleta Tirk bi xwe jî, piştgiriya vê kampînê dike ku gelê Kurd hêşta jî bê hîbnotîzekirin. Ji ber vê yekê îcaze dan ji boy her du navan, li Îstanbol û li Dêrsimê civîna bîranîna wan çêbibe, hetta waliyê Dêrsimê, ji ber ku nedixwest îcaze bide merasîma bîranîna Elî Heyder Qeytan û Riza Alton ji kar hat ladan, yanî PKK’e dixwaze îmana xelkê bi mirina nû bike û dewlet jî alîkariya wê dike di vê yekê de. Lê belê, armanceke din a PKK’ê heye ku dixwaze ev înfaz, kuştin û tarîxa qirêj di şexsê van du kesan de sipî bike.

Ji ber ku em van tiştan dibêjin, dibe ku hinek însan êrîşî me bikin, ewê bibêjin hûn xayînin, hûn çawa li pişt şehîdan bi vî awa di axivin. Başe ev kesên ku bi destê wan hatîn kuştin, kî dê li mafên wan bigere. Belke jî hinek însan bibêjin ku belê, şaşitiya wan hebû lê belê kedeke mezin dabû, keda wan ew bû ku kurd bi destê kurdan dane kuştin û desthilatdariya Ocalan mezin kirin. Pêwîste ku PKK’e di kesatîya van însanan de, û ev însan jî di kesatîya PKK’ê de bên darizandin.

Ne Qeytan û nejî Alton bi qasî Heqî Qerar helwestên serbilind diyar nekirin

Heqî Qerar Tirkekî ji behra Reş bû. Li gor agahiyên di destê me de kesekî dirist û şoreşger bû, ew bi destê PKK’ê hat kuştin, ji ber ku ev pêwendiyên Ocalan û dewletê rexne kiribûn. Vê demê gelek kadroyên PKK’ê bi taybet jî yên li Antepê baş dizanîn ku di kuştina Heqî Qerar de destê Ocalan heye. PKK’e ji bo ku di kuştina Heqî Qerar de xwe bê gûneh nîşan bide, got hinek sîxurên Tirkan ew kuşt û rabûn çûn belingazekî bi navê Elaedîn Kaplan kuştin. Heger hûn dixwazin li ser kuştina Heqî Qerar hin agahiyan bistînin, hûn dikarin vê nivîsa me bixwînin. Yanî Karar helwestekî serbilind li hember Ocalan hebû, lê rewşa Qeytan û Alton ti carî bi vî awa nebû.

Qeytan berê tetikçiyê Ocalan bû, piştre bû yê Bayik

Elî Heyder Qeytan di siyaseta PKK’ê de weke tetikçiyekê hat bikaranîn, lê binerin, em nabêjin ew serkêş bû, ew tenê tetikçî bû, hêza Qeytan ya axavtinê û xîtaba wî ya xurt û derbirîna wî ya teorîk di destê PKK’ê de weke darekî bû, PKK’e kî îşaret dikir, Qeytan bi darê xwe li serê wan dida. PKK’ê û Ocalan Qeytan teşwîq kir ku salên 70an de li Dêrsimê êrîşî rêxistinên Şoreşger bike. 1980an de di nava PKK’ê de êrîşî muxalîfên Ocalan kir. Qeytan li înfazên li Lolanê de dereceya yekemîn de berpirsiyar bû. Ev kesên ku berî du sê heyvan jê re digot rêheval, ew kes bi îşkenceyê kuştin, kuştina kesên weke Semîr “Çetîn Gungur” û hinek kesên din yên Dêrsimê bi destê Elî Heyder Qeytan hat meşrû kirin. Qeytan heqîqeta Ocalan didît, lê nekarî tu car di bin bandora wî de derkeve, Ocalan her dema zext li ser wî dikir, wî jî sedaqetekî mîna kûçikan ji boy xwe îspatkirinê nîşan dida. Di kongreya sêyemîn ya PKK’ê de yekemîn car slogana “Bijî Serok Apo” qeytan qêrîya. Lê belê, dîsa jî xwe ji heqaretkirina Ocalan xelas nekir û di heman kongreyê de ji endametîya PKK’ê hat dûrxistin, sala 1990an pêve ev lîstik berdewam kir, Ocalan mesolîyeta ku Qeytan nikare rake dida wî. Piştî her binketina wî Ocalan hinekî din bi xwe ve girê dida, di sala 1995an de şerê PKK’ê yê li dijî pêşmergeyên Kurdistanê, Qeytan careke din daye pêş, Qeytan li ser televizyon û radyoyan derdiket û kuştina kurdan helal dikir, di şewitandina gundên Pêndro û Sêlkê jî berpirsatiya Qeytan hebû.

Di sala 1999an de helwesta Ocalan ya li Îmraliyê Qeytan gelekî eşkere dît. Wî bi derdora xwe re digot, “Heger Mezlûm Doxan vî zilamî wisa bibîne, wê hestiyên wî di qebrê wî de bêşin, heger Kemal Pîr bibîne ev zilam di mehkemê de li hember Tirka serê xwe tewandîye, ewê çekê xwe derxe û fîşekekê li eniya wî bide.” sererayî van gotinan jî li mektebên PKK’ê yên kadroyan digeriya û parêznameya Ocalan diparast û xelk perwerde dkir. Jîyana ‘elî heyder qeytan jîyaneke bê wate û xyanetkirna ji xwe re û mnafqî tjî bû, wî xwe û malbata xwe kir qurbaniyên PKK’ê. Qeytan û Qerar bi hev re nayên berawirdkirin. Qerar jî bi destê PKK’ê hat kuştin, lê li hember xerabiyan li ber xwe dabû. Lê Qeytan êdî çi tiştekî wî nemabû PKK’e ji xwe re bikar bîne, luma PKK’ê ew kuşt û niha jî cenazeyê wî ji xwe re bikar tîne.

Riza Alton di sala 1993an de teslîmî Ocalan bû

Riza Alton bi destê PKK’ê nehat kuştin, lê wî jî çîrokek balkêş heye, yekemîn beşa çîroka wî di sala 1970an heyanî 1993an bû, ew kesekî pirr jêhatî bû û weke rûvîya zîrek bû, wî bawerî bi şoreşê hebû, ket zindana û îşkence jî dît, piştre dema ji zindanê derketî çû Şamê ligel Abdulla Ocalan. Li Şamê di mala Ocalan de ku li tebeqeya 10an bû, ma. Di wê malê de dît ku di navbera Ocalan û kadroyên jin yên malê hinek pêwendiyên neexlaqî hebûn, Alton destpêkê li hember van pêwendiyan helwest danî, wî digot, heger ev zilam bi vî awa nêzî jinan bibe ezê wî bikujim, lê belê piştre teslîmî Ocalan bû, piştî vê teslîmbûnê beşê duyemîn yê çîroka wî destpêkir.

Di beşa duyemîn de êdî ew kesekî şoreşger û welatparêz nebû, ew êdî tucar û mafiya bû. Ew êdî dibe şahê pêwendiyên PKK’ê ligel Sedam û Îranê. Di van salan de dema PKK’ê êrîşî pêşmergeyên Kurdistanê dikir, Riza Alton ligel Îranê ev pêvajo birêve dibir. Bazirganiya narkotîkê ligel Îranê dîsa îşê Alton bû. Piştî salên 2000an ew çû ewropa, li wê derê bi tehdî û bi şantaj, peregirtna ji karsazên kurdan dîsa bi pêşengiya Riza Alton dihat encamdayîn, piştî sala 2017an li Silêmaniyê bi cî bû, wê carê jî ligel Îran, Îraq û Heşda Şebî ku eniya dije kurd bûn şirîkatiya PKK’ê rêkxist.

Ji boy van du kesan gelek tişt hene ku di çîroka wan de bas bike, em çend rûpelan binvîsînin xelas nabe, divê em şexsiyetê wan baş eşkere bikin daku heqîqeta PKK’ê biizanbin, divê em tarîxa PKK’ê bizanibin ji boy ku şexsiyetê wan nas bikin, ji ber vê yekê ew kesên ku şahidî vê dîrokêne divê heqîqetan binivîsin.