Heba bi navê amoksîlîn ewa her roj bi sedan milyonên dolaran li kirîna wê li seranserî cîhanê tên xerc krin, rêjeyeka herî mezn a mirovan zanyaryên temam derbarey bikaranîna wê hebê nînin.
Amoksîlîn ji madeyên kêmyayî yên xeter tê hejmartin ger jbo mebesta dirist nehat bikaranîn, noşdar dibêjn: Emoksîlîn ne şokolate ku bêy amojgaryên wan bihêt xwarn û bikaranîn, lew jbo ku tendursitîya te baş û parastî be, dvê tu bzanî, ev heb çewa tê bikaranîn.Li gorî hejmareke lêkolînan eşkere bûye ku rêjeyeka herî mezn ya mirovan Amoksîlînê jboy nexweşyên Vayrosî yên sivk mîna persîvê bkartînin, lê belê di rastî da, ewê hebê çi grêdana bi nexweşyên vayrosî ve nîne.
Noşdar dibêjn: persîv nexweşîyeke vayrosî ye, sîstema bergirîya mirovan bi xwe bergirîya wê dike ta wê dema leş sax dibe, lew xwarna amoksîlînê tu başîyeka xwe jboy wê nexoşyê nabe, belku zirara wê heye.
Her li gorî noşdaran rêya rast û dirust jiboy bikaranîna Amoksîlînê jibo çareseryên hewdanên herî sivke, lê belê li destipêkê divê noşdar wê biryarê bide.