Jineke Emerîkî zaroyeke Çînî bû

Jin û mêrek Emerîkî ên wîlayeta Nîyocersî, sikala li ser sentereke girêdaî nexweşî ên zaro nebûnê tomar kir, piştî bûye xwedî zaroyek, ku li gurey îdîaya wan, ev zaroye ji encamê îştîbaha noşdaran, zaroyeke nêzîkatî a wê bi day û babên wê ve tuneye, belku pitir rengê zaroyên asyayê û bi taybetî zaroyên Çînê dide.

Krîstîna Kûîdrîç û Diro Vasîloyoskî 2 salan piştî ku bi rêya avis bûna destkird bûyne xwedî keçek, pêzanî ku dêhmê vê keçê pitir nêzîka dêhmê zaroyên asyayî û bi taybetî zaroyên Çînî ye.

Ne bûna hîç core nêzîkatîyekî di navbera zaroyê û day û baba, ev gomane dirist kir ku senterê çareser kirina nezokîyê li dema aviskirina destkird a daykê bi îştîbahî spêrma zelamek asyayî bikar anîbît.

Van jin û mêran li dadgehê skala li senterê derman kirina nezokîyê tumar kirine û ragihand, ew daxwaza qerebo kirineke madî dikin, jiberku vî basî bi tundî ew êşandine û êdî neşên xweşîyê ji jîyana xwe bibînin.

Dadwerê berpirs ji vê sikala yê daxwaz ji senterê nezokîyê kir ku lîsteyeke ji navên wan kesan ên di wê demê de li wê senterê li bin çavdêrîyê de bûne biden dest dadgehê, lê belê senterî ev yeke qebûl nekir û ragihand ewê tu caran nihênîyên nexweşên xwe eşkere ne kin.

Pustên heman beş