Rêyeke xwezayî jibo çareseriya fişara xwînê

Rêyeke xwezayî jibo çareseriya fişara xwînê

Nexweşxaneyeke Elmanî karî rêyek xwezayî jibo çareserî û bi dawî înana fişara xwînê li cem mirovan eşkere bike.

Li gur pêgeha www.medikforum.ru, Nexweşxaneyeke wilatê Almanya li bajarê Manhaym, rêyeke nû a çareserî a fişara xwînê eşkere kiriye ku tekeziyê li ser peyrew kirina sîstemeke saxlem bo jiyana mirovan dike ji bo ku ji fişara xwînê û metirsî a wê di parastî bin.

Her wiha jibo wan kesan ku fişara xwînê heye, pabend bûn bi sîstemeke tendirust a xwarnê û çalakiyên din, encamên herî baş hene.
Birêveberê nexweşxana Manhaym Bêrinhard Kiramer eşker kiriye, li gur lekolîneke wan xuya bûye ku kirina siporeke sivik jibo dema 150 xolekan di yek hefteyê de, mifayeke herî başî jibo dilê mirovan heye.

Birêveberê nexweş xanê ku bisporê nexweşî ên dil û fişara xwînê ye her wiha dibêje: kesên ku nexweşî a fişara xwînê hene pêtrî caran senga wan zêde dibe, lewma kêm kirina senga leşî mifa yên xwe ên herî zêde jibo qurtal bûn ji fişara xwînê heye.

Yek ji şîretên ku birêveberê nexweşxana Manhaym daye ew ku divê xwê li nava xwarnê bihê kêm kirin û li şûna wê biharat zêdetir bihên bikar anîn, her wiha keskatî û şîrê bê koristirol bi berdewamî bihê xwarin û vexwarin.

Pustên heman beş