Cîhan di xeterê deye

Cîhan di xeterê deye

Rêxistina saxlemî a cîhanê îro eşkere kir ku nexweşyeke herî xeter wê derkeve holê û dibe cîhanê bxe di hêla xeterê de.

Li gorî raporeka rêxistina saxlemî a Cîhanê ku beşa amadekarî û hazirî ên wê rêxistinê weşandine, vayroseke herî xeter wê derkeve holê, dibe ew vayros nexweşyeke weke Enifilawenzayê be, lê belê zirara wê ne hineke.

Saxlemî a cîhanê eşkere kir, wê vayrosê karîna kuştina 80 milyon mirovan di 36 demjimêran de hene, lê belê digel geşt kirina berdewam a mirovan li seranserî cîhanê, xetera wê vayrosê wê herî mezn be.

Saxlemî a cîhanê ew rapora xwe bi navê (Cîhan di xeterê) deye weşand, ew dibêje: wan ew rapor jibo hişyar kirina serkirde ên cîhanê weşand ji bo ku amadekarî ên bersîngirtina wê vayrosê bikin.

Li gorî raporê, vayrosa ku dê derkeve holê, weke (Enifilawenza spanya)yê ye ewa ku li sala 1918an de, pitrî 50 milyon mirovan li cîhanê bi sedema wê canê xwe ji destdan.

Pustên heman beş