VAN 6 XWARNA BİXWE WÊ TEMENÊ TE DİRÊJ BE

Van 5 xwarna bixwe wê temenê te dirêj be

Zana yen xurakî eşkere kirine ku nihênî a temen dirêjî ê, dibe bi xwarnê ve peywendîdar be, wexta ku mirov sîstemeke tendirust a xwarnê peyrew dike ku pir keskatî û fêkî têda hebe.

Û bi rêya çend lêkolîn û xwandina, zanayên Birîtanî karîne baştirîn 5 corên xwarna dest nîşan bikin ku rol û kênc li ser dirêj kirina rêjeya temenî heye, lê digel kirina sporê bi awayekî ku ne kêmî 150 xolekan be di hefteyê de.

Ev xwarin jî evin:

Biharat:

Li gorî lekolîneke Çînî ku 500 mirovan beşdarî têda kir, bikar anîna biharatan digel xwarnê, dûr nîne bibe egera dirêj kirina temenê te, encamên lêkolînê eşkere kirîne ku yek dana bi biharat di rojê da, xetera mirinê bi rêja 1% kêm dike.

Zanayan egera vê çendê jibo maddeya bi navê (Kabsîsîn) vegerand ku di nava xwarnên pir biharat de heye, ewê maddeyê çendîn maddeyên din yên dijî (eksedê û hewdanan û ta maddeyên dijî şêrepencê) têdane.

Hêk:

Hêk bi yek ji xwarnên pir pirotîn û kêm pileyên germayê tê hejmartin, û li gorî lêkolîna peymangeha neteweyî ya saxlemiyê li Berîtanya, pirotîn dibe egera zêde kirina rêjeya temenî, ji bilî ku hêkê mifa li ser baş kirina hizrê, çav û hestîyan heye.

Keskatî ên bi belg:

Çendîn lêkolînan eşkere kiriye ku keskatî yên bi belg kar jibo başkirna tendirustî a mirovan û dirêj kirina temenê wan dikin, jiberku kêmtirîn rêjeya pileyên germayê têda hene.

Dan:

Jibo jîyaneke saxlem û dirêj di karîn daye piştbestin li ser Şofanê, Genim û hemû dan û dikakan bihête kirin, li gor lekolîneke peymangeha neteweyî a tendirustî a Berîtanya, kesên ku sîstema wan ya xwarnê dan têda hebe, delîveyên mirina wan kêmtirî wan kesane ku Genim û danî nexon, sedem jî bo wê kênceke erênî vedgere ku genim û dan li ser hevsengî kirina şekirê û gera xwînê û hinavan dike.

Masî:

Zana gihiştine wê bawerê ku kesên gelek corên Masîyan dixwen , wan pitirîn rêjeya (Omêga 3) di xwîna xwe da heye, lew derfeta mirinê li cem wan bi rêja 27% kêmtire ji wan kesên ku Masîyan nexon.

Masî yên weke (Selemon Sirdîn û Tona) bi baştirîn corên Masîyan jibo dirêj kirina temenî dihên hejmartin.

Zana mirovan şîret dikin ku herî kêm di hefteyê da carekê Masî bihête xiwarin.

Jêder: îkspirês

Pustên heman beş