Jineke 73 salî li Hindistanê cêmikek bû

Noşdaran li wîlayeta Andira Pradiş roja pênc şemî cêmik bi neştergerîya sizarîn anîn ser dinyayê.

Demê zik piryê bi avsibûna çêkrî bi serketyane bi dawî hat, pzîşk didin diyar kirin ku ev jin bi tementirîn jina cîhanê ye ku zarok dibe.

Li gurey raporteke BBC digel pizîşk û van jin û mêran de kirî, ev jin 73 sale, lê belê li gurey pêgeha rojinameya hindistan tayimiz û ajansa nûçeyan a Îndo Îjin a hindistanê, temenê vê jinê bi 74 sal daye diyar kirin, piştrast nebûn ji dema jidaykbûnê li hindistanê tişteke normale jiberku gelek kesan li wî welatî pênasa xwe nasandinê nîne.

Aramatî Mangayama (dayîka cêmikan) dibêje: “ev xuştirîn demên jîyana minin.”
Ajansa nûçeyan a Îndo Îjin bi vegerandin ji zardevê dayika cêmkan ragihandîye, “li dawîyê xwedê lavayên me qebûl kirin.”
herweha pizîşkan daye diyar kirin ku vê jinê di dema zik pirî a xwe de bi hîç rengekê rastî çi arêşeyên cesedî nebûye.

Pustên heman beş