Selman Ruşdî û Margarît Atûd di nava lîsta dawîy a berbijarên wergirtna xelatê men buker de ne bo sala 2019ê.
Xelatê men buker ku di îngilîzî de bi (the man booker prize) dihêt navkirin hin caran bi xelatê bokir jî dihêt nasîn. Ev xelate ta sala 2014 bi tenê bi nvîskarên wlatên xwedî berjewendyên hevpişk, îngilîzî, û îrlendî dihate dayîn, lê piştî sala 2014 her hemû pertukên nvîsayî bi zimanê îngilîzî mafê beşdarî kirin di dest xistina vê xelata edebî de peyda kir. Navê wergirê vî xelatî bi awayek berifreh di nava ragehandinê de dihêt anîn ku bandoreke rasterast têxe ser pitir frutna berhemên wî nvîskarî.
Tê zanîn ku ev berîkane bo cara êkemîn li sala 1969 hatîye li darxistin û nvîser (Pî Êç Niyobî) bi beşdarîya pertuka xwe a bi navê (tiştek bo bersivdanê) ev xelate dest xistbû.
Selman Ruşdî li sala 1981 bi beşdarîkrin bi pertuka xwe a bi navê (zarokên nîv şevî) ev xelate bo cara êkemîn bi dest xistbû, herweha Margarît Atûd nvîskara Kenedî bi beşdarîkrin bi pertuka xwe a bi navî (Mirov kujê kore) li sala 2000ê ev xelate bu êkemîn car dest xistbû.