Sêvan bixwe wê ji nexweşî û dixtoran dûr bî

Sêv bi yek ji fêqyên herî bi tam û xweş tê hejmarkirin, lê belê mifayekî herî mezn jibo cesed û leş saxî a mirovan heye.

Piranîya vekolerên xwarnê yek dengin ku xwarna sêvan jibo ceseda mirovan pir mifaye, jiberku madeyên li dijî Eksedê anku (êkbûna oksicînê a hevkarbûna wê digel kerestekê din) têde hene, herwek malpera Mîdîkal NEWS amaje pê kirî.

Derbarey corên sêvan, nêzî 100 coran li seranser cîhanê hene û jiber wan made û keristeyên herî mifa ên di pêkhateya wê de, piranîya mirovan ji xwarna wê hez dikin.

Noşdar dibêjn: xwarna sêvan mirovan ji nexweşyên dil, fişarî û herweha nexweşîya şekirê di parêze, herweha çendîn mifayên dî yên herî zêde, li wê astê ku gutne heye dibêje: di rojê da yek sêvê bixwe wê ji noşdaran dûr bî.

Her di mijara xwarna sêvan de, rahênerên siporê jî dibînin ku xwarna sêvan alîkare bo ji destdana senga zêde a mirovan.

Pustên heman beş