Fêlêstî ‌Hovmen wê 14 rojan were zîndan kirin

Dadgeha Emerîkayê sizayê zîndan kirinê bo dema 14 rojan jibo ektera navdar Fêlêstî Hovmen ê derxist, piştî ku sûça qopye kirinê li ser eşkere bûy.

Di rûniştna dawîyê a dadgeh kirina ektera Emerîkî Fêlêstî Hovmen ê, sizayê 14 rojên zîndan kirinê jibo hat der kirin, piştî ku sûça dest hebûna wê di qopye kirinê de jibo tevlîbûna keça wê li zanîngehê li ser hatî selmandin.

Her wiha dadgehê ji bilî sizayê zîndan kirinê, Hovmen bi qasê 30 hizar dolarên Emerîkî ceza kir.

Di rûniştna dadgehê da, Fêlêstî Hovmen ê danpêdan kir ku wê dirav jibo ser rast kirina encama têsta keça xwe dane, ji bo ku li zanîngehê were qebûl kirin.

Hem wexta danpêdana xwe, Hovmenê daxwaza lêborînê kir, lê belê dadgehê biryar da ku were zîndan kirin.

Fêlêstî Hovmen bi ektera sereke a zincîre diramaya Emerîkî “dêspirêt haws wasîviz” e ku jibo xelata oskarê hatbû namzed kirin.

Pustên heman beş