Zelamê tankê wexera dawî yê kir

Fotograferê nasyar ê Emerîkî û xwedî yê fotoya wî Zelamê Çînî ku li salên heştêyan de li beranberî karwaneke tankên arteşa Çînê seknî, wexera dawî yê kir.

Wezareta karên derve a Emerîkayê di beyaneke nivîskî de eşkere kir, îro roja şemî Çarlî Kol fotograferê nasyar ê Emerîkî di temenê 64 salîyê de li girava Balî li welatê Endunîsya wexera dawîyê kir.

Her wiha xweya kir, Çarlî ji wîlayeta Teksasê lê belê dema çendîn salane ew li girava Balî a Endonîsya jîyan di kir.

Çarlî Kol li sala 1989an de, fotoyek jibo zelamekê Çînî kişand bû ku di rêya karwaneke tankên arteşa wî welatî da seknî bû, dema arteşê hewla jinavbirna xwenîşanderên meydana “Tîyananmîn” di krî, ew foto jî weke hêmayekî derket holê û navê “Tank Man” anku zelamî tankê lê hat kirinê.

Fotograferê nav hatî li sala 1990an de xelata “Wurlid Pirês” jibo baştirîn fotoya rojnamevan bi dest xist, ew xelat jî padaşta foto a “zelamê tankê” bû.

Çarlî kol fotoya “zelamê tankê” li sala 1989an de li meydana “tyananmîn” li pekîna paytexta çînê kşandibû, dema ku arteşa çînê hewla jnavbirna xwenîşandanên nerazîbûnê dikrî.

Ev foto li pêtirya welatên cîhanê nasyare, lê belê li çînê navudengya wê ne li wê astê ye, bi sedema wê çavdêrî û qedexeya tund a hkûmetê li ser weşana wê fotoyê sepandî.

Pustên heman beş