Hevrika Potîn di erebeya meyîtan de zewcî

Hevrika Viladîmêr Potîn ê Serokê Rûsya federal, ahenga zewcîna xwe îro li Mosko yê kir û bi erebeya meyîtan ber bi peristgehê jibo marebrînê çû.

Kisîna Sobçak ku di hilbijartinên bûrî de namzeda seroktîya Rûsya yê bû û xwe bi hevrika serok Potîn di da nas kirin, îro zewcî, erebeya ku jibo ahengê û merasîma zewacê û mehir kirinê jî dest nîşan krî, a veguhastna meyîtan bû.

Karwanê erebe yên Kisîna yê di navenda bajarê Mosko re derbas bû, hinek qerebalx jî bi wê sedemê derket holê, li ser paşîya erebê jî nivîsand bû “ta wê dema mirin me ji hev vedqetîne”.

Kesên ku beşdarî ahenga zewcîna Kisîna yê bûne û her wiha dengderên wê, ev gava wê ecibandin û daxwaza temenekê dirêj jibo wê xwestin.

Lê belê rêvebirîya tirafîkê a Mosko yê di beyaneke nivîskî de dîyar kir, ew wê pêdaçûnekê jibo vîdyoyên derbasbûna erebeya meyîtan di cadeyên Mosko yê de bike, jibo ku her çi pêwîst be li derheqa Kisîna yê de bike.

Pustên heman beş