Vê hefteyê 10 Fîlim wê bikevin sînemayê

Vê hefteyê 10 Fîlim wê bikevin sînemayê

Li salonên sînemayê  ên tirkiyê vê hefteyê wê 10 Fîlim bikevin sînemayê, 5 ji wan ji berhema tirkiyê bi xwene.

“mubtelabûn, aslî“

Derhênerya Fîlima “mubtelabûn, aslî” ê Semîh Kaplanoglu dike û Fîlim li ser jîyana dayîkekê, zarokê wê û karê wê ye.

Fîlima “mubtelabûn, aslî” ji bo xelatên akademyê (Oskar) a 92an ku li sala bê wê were kirin, li ser navê tirkiyê ji bo kategorya “bi zimanên bîyanî Fîlimê herî baş” namzed hatye nîşandan.

“ber bi stêrkan“

Derhênerê Fîlima “ber bi stêrkan” James Gray û Ethan Grosse û tê de Brad Bêt, Tomî lê Jones, Ruth Nega û Liv Tîler Dileyizn.

Di Fîlimê de behsa xebatên Roy Micbrîde ê muhendisê fezayê tê kirin, bavê Roy Micbrîdey ji bo lêkolîna gelo li ger stêrka nepitune jîyan heye a na diçe fezayê û careke din navegere.

“dayîka min“

Derhênerê Fîlima “dayîka min” Mustafa Kotane û senaryoya Fîlimê Evren Erdogan û Ayşe Balbey nivîsandine, di Fîlimê de Sumru Yavrucuk û Ozge Gurel dileyizn.

Fîlm behsa keçkeke ku ji bo zanîngehê diçe Sitenbolê û têkilya wê û dayîka wê dike.

“Rambo: xuyna dawî“

Derhênerê Fîlimê “Rambo: xuyna dawî” Adran Girunberge û têde Sîlvester Stallon dilîze, ev Fîlima 5ane ku stallon bi rola Rambo têde dileyze.

Fîlima Rambo ewa li sala 1982an de ket bû sînemayê. Çîroka Fîlimê wihaye: “Rambo li Arîzonayê li çêwilika xwe dijî, nevya hevalekî Rambo li Meksîkayê tê revandin, Rambo jî li ser vê ji bo xilas kirina keçkê derbasî Meksîkayê dibe û bi çeteyan re şer dike.”

“hat dîtin“

Derhênerê Fîlima “hat dîtin” Serhat Karaslane û têde Berkay Ateş û Sadet Şil Aksoy dileyizn, Fîlim behsa memurekî girtîgeheke li Sitenbolê û çîroka wî dike, di Fîlimê de zakîrê karmend nameyên mehkûman kontrol dike û bala wî wêneyê jinekê dikşîne.

“Rik“

Derhênerê Fîlima “Rik” Mohsen Rabeyê Îranyê navdare, Fîlm li balkesîrê hatye kişandin, di Fîlimê de Bugra Akîwz, Hîra Koyuncwoglu, Esîla Umut, Elîs Sezgin, Derya Oguz Ertun û Raşîd khoş Axîden dileyizn.

Cureya Fîlimê tirse û di Fîlimê da qala bûyerên tên serê komeke ciwanan tê kirin.

“Sîddah“

Derhênerya Fîlima “Sîddah”ê Funda Tirpan dike û bi xwe jî di Fîlimê xwe de dileyze, Fîlm behsa 4 ciwanên ku ji hêla cînan ve hatine lenet kirin û tiştên hatine serê wan dike, di Fîlimê de ku cureya wê tirse Gîzem Portakal, Beyza Şahîn û Batin Tumen dileyizn.

“Baxçeyê Heywanan“

Derhênerê Fîlimê “Baxçeyê Heywanan” Evan Tiramel û James Sinîdern û Fîlima anîmasyone, di Fîlimê da behsa betal kirina agirbesta di navbera heywanan de û çîroka wan tê kirin.

“hevalên bextewar ên çêwlikê“

Derhênerê Fîlima “hevalên bextewar ên çêwlikê” Pîpa Seymûreye û Fîlima anîmasyone, di Fîlimê de behsa komeke heywanên bextewar ên ku li çêwilikekê dijîn tê kirin..

Pustên heman beş