Tîurîyeke nu derbara Monalîzaê û girnijîna Jokond

Tîurîyeke nu derbara Monalîzaê û girnijîna Jokond

Ji dema peyda bûn û dirist kirina tabloya Monalîzayê de ku bi girnijîna Jokond dihê naskirin, ku ji aliyê Leonardo Davinşî hatbû wêne kirin, hertim rûbrûyê van du pirsan dibe: Çima vê jinê girnijînek bi vî awayî liser lêvên xwe heye ya diduyan herê ev jine bi rastî kîye?

Vît Pirubsit, vekulerek Elmanî ye, di encama lekolîneke xwe de sebaret vê yekê gihiştiye tîurîyeke nu. Ev lekolere rêveberê pertukxana zanîngeha Haydilbirge ku dibêje piştî lêkolînên zor xwedana girnijîna nasyar bi Jokond nas kiriye ka kîye.

Ew dibêje ku Monalîza hevjîna bazirganekî Filuransî bû.

Pirubsit di lêkolînên xwe da dest nivîsek dîtîye ku ya xwedîyê berê ê tabloya Monalîzayê, kesek ku liser demê Leonardo Davinşî jîyan kiriye û digel vî hunermendê Îtalî jîyaye û hatin û çuna cem yek hebûye.

Di çarçûveya vekulînek din de ku pêş salekê ji aliyê lêkolerên Kenedî hatiye encamdan, hate gotin li gurey wê girnijîna liser dêmê Monalîzayê de diyare ku ev jine li demî wênekêşanê de yan a dûgiyan bûye, yan jî pêş wêney de bi demek kêm zaroyek aniye ser dinyayê.

Herwiha ev lekolere liser wê bawerêne ku ew kincê Monalîzayê liber ê tayîbete bi jinên dûgiyan li çerxê şazdan de.

Tabloya girnijîna Jokond ku dîrokek pênc sed salî heye dema çendîn salaye ku milyoneha kes beref xwe rakêşane mozexana Lover li Parîs.

Ev şehkarê hunerî ji dema hatiye wênekêşanê ta niha çendîn caran hatye dizîn, li paş şorişa Firensa hatye danan di nava alavên giranbiha ên mozexana Lover.

Napilyon Ponapart carekî ev karê newaze ê hunerî li dîwarê jûra xwe a nivistinê helawîst, lê piştî nefî kirina wî, carek din tablo hate zivrandin bû mozexana lover.

pêş pêncî û dû salan jî kesekî têzav avête beşa xarê a tabloya girnijîna jukond, lê demildest tablo ji aliyê  bisporanve hate nîjenkirin û nukirinve.

Pustên heman beş