Perperoka “12 hezar salî” li Çîyayê Agiriyê car din hat dîtin

Perperoka"12 hezar salî" li Çîyayê Agiriyê car din hat dîtin

– Perperoka wek “Nazuxuma Bakûrî” tê binavkirin û li Tirkiyeyê cara ewil di sala 1970yan da li Çîyayê Agiriyê hat dîtin piştî 50 salan dîsa li Çîyayê Agiriyê hat dîtin

– Lêkolînerê Perperokan û Parastvanê Xwezayê Suleyman Ekşîoglu:

– “Xwezaya ku ev perperok lê dijîn di rastiyê da ne ev der e. 12 hezar sal berê piştî Heyama Qeşayê ya Dawîn ber bi jêrê va tê û li vir dimîne. Cihekî ku here tune, li Çîyayê Agiriyê asê dimîne.”

– Bisporê Jiyana Biyanî Emîn Yogurtçuoglu:

– “Ev candar wek ku beriya dîrokê maye dide hîskirin. Em behsa cureyeke 12 hezar sal berê li welatê me heye dikin. Der barê wê da tenê qeydek heye, wekî din tu tişt nayê zanîn. Car din derxistina wê ya holê ji bo min jî kelecan bû.”

Perperoka wek “Nazuxuma Bakûrî” tê binavkirin û li Tirkiyeyê cara ewil di sala 1970an da li Çîyayê Agiriyê hat dîtin piştî 50 salan dîsa li Çîyayê Agiriyê hat dîtin.

Navê Latînî ya perperokê “Euphydryas îduna” ye û di nav wan candarên ku hindik maye koka wan biqele da cih digre.

Ev cure perperok herî zêde li welatên Îskandînavyayê dijî, xêzên dora wî stûr in û deqên spî li ser wê hene.

Qasî ku tê zanîn ev cure perperok li Tirkiyeyê bi tenê li Çîyayê Agiriyê dijî, cara ewil jî di 4ê Tebaxa 1970yan da li 4 hezar mêtro bilindahiya çîyayê hat dîtin.

Ji wê rojê vir va car din nehat dîtin. Lê piştî 50 salan Lêkolînerê Perperokan û Parastvanê Xwezayê Suleyman Ekşîoglu û Bisporê Jiyana Biyanî Emîn Yogurtçuoglu ev cure perperok li 3 hezar û 800 mêtro bilindahiya Çîyayê Agiriyê dîtin û wêneyê wê kişandin.

Ekşîoglu û Yogurtçuoglu behsa lêkolîn û rêwitiya xwe ya 3 rojan kirin.

– “Ev cure perperok li avûhewaya sar dijî”

Suleyman Ekşîogluyê bi salan e der barê Perperokan û xwezayê da xebatan dike got Emîn Yogurtçuoglu yê li ser civîkan lêkolînan dike alîkariya wî kiriye û ew derketine Çîyayê Agiriyê.

Ekşîoglu got wan perperok dîtiye, wêneyên wê kişandine û paşê tespît kirine ku cureyên din ên vê perperokê jî li wir dijîn.

Ekşîoglu wiha axivî: “Xwezaya ku ev perperok lê dijîn di rastiyê da ne ev der e. 12 hezar sal berê piştî Heyama Qeşayê ya Dawîn ber bi jêrê va tê û li vir dimîne. Cihekî ku here tune, li Çîyayê Agiriyê asê dimîne. Ev cure perperok li avûhewaya sar dijî, jixwe ji ber vê li bakûrê Agiriyê dijî. Ev dibe ku nîşaneya cureyekî be. Xebatên di dahatûyê da wê bên kirin, dibe ku der barê germahiya kurewî da gelek agahiya bide me. Bi ya me divê bi awayekî rêk û pêk bê şopandin û tesîra wê ya li ser germahiya kurewî çiqas heye bê lêkolînkirin.”

– “Cureyên wê yên din jî hene, lê cudahiya wê xalên wê yên spî ne”

Bisporê Jiyana Biyanî Emîn Yogurtçuoglu jî got vê lêkolînê kelecan daye wî û wiha axivî: “Ev candar wek ku beriya dîrokê maye dide hîskirin. Em behsa cureyeke 12 hezar sal berê li welatê me heye dikin. Der barê wê da tenê qeydek heye, wekî din tu tişt nayê zanîn. Car din derxistina wê ya holê ji bo min jî kelecan bû. Heywanê wek ku kurkekî li xwe kiriye xuya dikir. Wisa xuya dikir ku ew li ber sermayê dikare li ber xwe bide. Zemîna perên wê spî ne. Li ser perên wê deqên sor, reş û qehweyî hene, lê zemîn spî ye. Cureyên wê yên din jî hene, lê cudahiya wê xalên wê yên spî ne.”

Pustên heman beş