Enwer şêxanî koça dawiyê kir

Enwer şêxanî koça dawiyê kir

Enwer şêxanî, hunermendê herî nasyar ê başûrê kurdistanê, îro sibê bi sedema nexweşiyê koça dawyê kir.

Îro roja duşemî, hunermendê herî berçav û nasyar ê başûrê kurdistanê, Enwer şêxanî, koça dawyê kir, piştî ku bi mebesta wergirtina çareseriyê jibo dervey welat hatbû şandin.

Enwer şêxanî li dema derbas bûy de, di îzaya nexweşî a şêrpencê de bû, îro jî koça dawyê kir.

Enwer şêxanî nêzî 50 salane xebateke herî diyar û berçav di warê hunera şano, drama û sînema kurdî de kiriye.

Şêxanî ku bi hunermendê rojên sext û dijwar ên xebata çiyay tê naskirin, li wexta xwe karî bibe deng û renga ekranên gel.

Enwer şêxanî li sala 1951an hatye dinê, li sala 1970an bi destpêka xebata wî a hunerê tê hejmartin, wexta ku tekoşîna xwe ji tîpa pêşrew a sekrtariyeta qutabîyên kurdistanê de şano a xwe a yekemîn bi navê seretan beşdar kirî.

Piştre û bi sedema karên rêkxistinê ji bo parta demokrat a kurdistanê, li Newroza sala 1973an de, bi sûçeke siyasî hat binçav kirin, ji bilî eşkence û nefîkirinê bo derdûra parêzgehîya Dîwaniyê a Iraqê, piştre reviya Hewlêrê û gihîşt hêzên deştê, li navçeya Dîgele dibe pêşmerge piştir li navçeya Qeladzê.

Hunermendê koç krî li sala 1975an de diçe Îranê û piştî vegerîna wî, car din jibo Dîwaniyê tê nefîkirin, li sala 1976an de, bi rêya hilbijartinê bû birêveberê honera komel û hunera Edebî li melbenda giştî, komela hunermendên başûrê kurdistanê a hewlêr li ser destê wî çêbûye.

Pustên heman beş