Di fikrî Bavê wî beraze!

Di fikrî Bavê wî beraze!

Li navçeyeke başûrê Îtalyayê, wexta ku xortek û bavê xwe diçin nesyonal parkeke başûrê welat ji bo ko nêçîrê bikin, xortî bavê xwe bi şaşitî kuşt, ew di fikrî wî berazek kuştiye.

Li gor çavkaniyên medya nav xwe a Îtalyayê, wexta ku “Martîno Gawdoro” ê 57 sal digel xortê xwe ê 34 sal, jibo mebesta nêçîr kirina hinek candaran derketin nesyonal parka “Sêtçyano Elbornî” a nêzî bajarê Salêryon ê başûr, Martîno bi dest xortê xwe tê birîndar kirin.

Eşkere bû, wexta ku Martîno û xortê xwe li daristana nesyonal parkê li hev winda bûn, li demekê li nava rêlên daristanê de hereketek çêbû, li wê demê xortê Martînoy teqe bi çeka xwe kir, ew di fikrî beraz sedema wî hereketê bû, lewma wî gulle berdan rêlê anku wî cî ku hereket lê çêbû û bavê xwe bi tundî birîndar kir.

Lê belê jiberku gulle bi zikê Martîno ketbûn, wî her di zû de canê xwe ji destda.Tê zanîn ku nesyonal parka “Sêtçyano Elbornî” li sala 2018an bi fermaneke hikûmeta Îtalyayê hatbû qedexe kirin, piştî ku xortekê 18 sal bi heman awayê Martîno canê xwe winda kirî.

Ji aliyek din rêkxistna niştîmanî a parastina candaran a Îtalyayê, hikûmeta welatê xwe rexne dike ku rê dide nêçîra candaran û dixwaze sizayê herî tund di rasta sûcdaran de were wergirtin.

Di fikrî Bavê wî beraze!

Pustên heman beş