Tabloyeke herî kevin û dîrokî ku ji bo pêşî 700 salan vedgere û wexteka pir dirêje winda bûye, di lênangeha kale jineke Firansayî de tê dîtin.
Li gor çavkaniyên medya ên Ewropayê, tabloya bi navê ‘Krayist Mokd’ ya hunermendê şêwekar Çîmabu ê Îtalî wexteka dirêje winda bûye, li vê dawyê di lênangeha kale jineke Firansayî de hat dîtin.
Çavkaniyan eşkere kir, piştî ku ew kale jine wexera dawyê krî, ew tablo di lênangeha mala wê de tê dîtin ku li nêzî wan ciyê ku xwarin têde tê lênan hatbû danîn.
Nirxa wê tabloyê li gorî bisporên Firansayê bi qasî 6 milyon Yoro tê texmîn kirin, Êrîk Torka yek ji wan bisporane dibêje: ew tablo wê li mezadê were firoştin, dîtna wî karê winda ê hunermend Çîmabu jî bi gelkî giring bi nav kir.
Tê zanîn tablo a bi navê ‘Krayist Mokd’ a hunermendê şêwekar Çîmabu bo sala 1280an vedgere.
Çîmabuy li sala 1240an li komara Filorensa ji dayik bûye, bi yek ji şêwekarên pêşî çaxê rênîsansê û hunera bîzantî tê hejmartin, li sala 1302an de wexera dawyê kiriye.