Baranê cu girtin û lez û beza erebyan daket
Li Agirî a bajarê Serhedê barana ku ji nişkekê ve lê krî, bû sedema zehmetiyan, baranê hin co girtin, wilatî ên bê tedbîr jî şil bûn.
Îro roja şemî baraneke herî bi hêz anku gur, li bajarê Agirî a Serhedê lêkir û bû sedema zehmetiyan, jiberku baran ji nişkekê ve bû, wilatî ên tu haziriyeke baraneke bi wî awayî nekirî, zehmetî dîtin û şil bûn.
Ji ber baranê, lez û beza erebeyan daket û şofêran bi zehmetî di rêya xwe da dewam kirin.
Wilatiyên hay ji baranê tune bûn û bê tedbîr derketbûn, ji ber barana ji nişkekê ve lêkirî, şil bûn, her wiha hin co xitmîn û li ser rêyan avê gol girt.