Herîrî 16 milyon dolar dane vê keçê

Rojnameya (The New york Times) eşkere kiriye, ser wezîrê Libnanê nêzî 16 milyon dolarên Emerîkî dayîne keçeke modêlz ku tê gotin peywendiyek di nêvbera wan de heye.

Weke rojnameya (The New york Times) ê belav kirî, Se’ed Herîrî ê ser wezîrê Libnanê, 16 milyon dolar ji bankeke wilatê xwe veguhastine ser hesaba bankî a keçeka başûrê Efrîkayê, karê wê keçê modêlz û rêklam kirina cilên melekirinê ên jinane.

Her wiha xweya kir, Herîrî bi wê hengava xwe tu şaşêtiyek nekiriye, ji ber ku wexta wî ew diravê mezin jibo wê keçê veguhastin, ew li tu postekê wezîfedar nebû, lê belê (New york Times) ê tekez kiriye ku peywendiyeke evînî di nêvbera wan de hebû.

Keça ku Herîrî li sala 2013an dirav bi qasî 16 milyon dolaran ji bo şandîn, Kandîs Fan Dîr Mîroy ye ku jiyê wê li wê sala 20 sal bûn.

Wê keçê bo medyayê wiha axivî bû: Ev diravê ku Herîrî ji bo wê şandî, xelateke û li gor yasayên başûrê Efrîkayê tu bacek li ser nayê sepandin.

Pustên heman beş