Weke zombîyan li xwe kir ji tirsanda ji hiş çû

Wek zombîyan li xwe kir ji tirsanda ji hiş çû

Keçeke Emerîkî ku jibo mebesta reklamekê bi Make up dêmê xwe weke zombîyan kirî, paş ku xwe bo yekem car dibîne, dilê wê bûrî û ji bo nexweş xanê hate veguhastin.

Tora medyayî a “FOX NEWS” daye xweya kirin, semakara Emerîkî “Cey Fêrz” wexta ku hinek bisporan dêmê wê bi rêya Make up weke zombîyan kirî,  ew ji tirsanda ji hiş çû wexta yekem car xwe wiha dîtî û jibo nexweş xanê tê veguhastin bo wergirtina çareseriyan.

FOX NEWS eşkere kir, Cey Fêrzê dixwest hinek wêneyên fotografî jibo reklamekê bazirganî bigire, lê wexta xwe dîtî her êkser hêstirya tirsê jibo çêbû û hevkarên wê neçar man jibo nexweşxaneya bajarê Royal ok ê girêdayî wîlayeta Mêşîgnê veguhêzin.

Nexweşxaneya royal ok çi komênt li ser rewşa Cey nedan, lê tenê diyar kir wan çareserî ji bo kir û di heman wextê de jibo mala wê veguhastin.

Piştî bûyerê, Cey Fêrz ya semakar li ekawinta xwe ya feysbûkê postek kir û têde got: ew di rewşeke bi tiris de derbas bû.

Pustên heman beş