Şeş xal ku hûn derbara kîvroşkan nizanin
Kîvroşk weke heywanên malê ên xweştivî tê nas kirin. Li Berîtanya de pitir ji yek milyon Kîvroşk weke heywanên malî dinava malên Berîtanîyande jiyan dikin. Ev mijare derheqa hinek rastî ên balkêş derbara kîvroşkane her wiha hinek wêne ên balkêş ên van heywana.
Kîvroşk pîsatîya xwe dixwen
Piropaginda wê yekê ku Kîvroşk pîsatîya xwe dixwen raste û vê yekê kênceke raste rast liser tendirustî a wan heye.
Kîvroşk du core pîsatîyan der dikin: yek req û hişk, yek nerm û bi şilî, curê diduyan pire ji pirotîn û vîtamîn B. Kîvroşk rojê carek vî pîsatî dixwen taku bikarin enerjîyeke zêdetir ji xiwarina xwe bi dest bixin.
Kîvroşkeke saxlem wê bikare di rojekê de 300 pîsatîyên nerm û bi şilî der bike.
Bi tenê bi xiwarina gêzeran nikarin jiyan bikin
Dibe çendîn caran zaroyan “Bagiz Banî” dîtibe ku li dema xiwarina gêzeran dibêje: çi deng û bas bi tere hene Dak? Lê a rast eve ku xiwarina zêde a gêzeran jibo kîvroşkan pirr xetere, gêzer a pirî şekire û pêtvî dike car caran bi kîvroşkan re were dayîn.
Xiwarina sereke a kîvroşkan keskatî (gîya)ye û çendatî a xwarnê girêdayî ceseda Heywanê ye. Gîya didanên kîvroşkê ku hertim geşê diken di parêze û zikê wan jî saxlem di parêze.
Kîvroşk bi zimanî peywendîyê bi hev du dikin
Dema kîvroşkê li vî alî diçin aliyê din û poza xwe di livînin bê eger nîne. Ev yek jibo peywendî kirin bi hev du ye. Haleta dirêjî a guhên dirêj ên kîvroşkan haydar kirine: dema du guh berev jûr zîq dibin ew di rewşa awarte dane û bi hûrî guhdar ya dengên der dûr dikin. Ger guhek berev jêr û ê din berev jûr be ew her guhdarî dikin lê ne bi wê hûrî a berê.
Kîvroşkan hinek nîşane hene jibo derbirîna xweşhaliyê û xemokîyê û xerîb bûnê, ger te dît kîvroşka te li dema hatin û çûnê de lîtikan dihavêje, îhtîmaleke mezn heye ku kîvroşka te a keyf xweşe û şîmatîyan dike.
Lêk xişandina pozan ji aliyê kîvroşkan pîvereke rinde jibo zanîna radeya têkilîyên wan û hesta wan diyar dike. Dema poza xwe li hewe didin bi ramana wê yekê ye ku yan divê hûn pitir girîngî yê bi wan re bidin yan jî dixwazin hûn liser rêya wan biçin û nemînin.
Hin Kîvroşk bi qasî zaroyeke mirovane
Dema liser kîvroşkan dipeyivin, hûn heywaneke biçûk di xeyala xwede dibînin ku di destên zaroyekê de cî dike. Lê belê hinek ji nifşên kîvroşkan gelek mezinin û qebara wan digihe qebara zaroyekê mirovan. Hinek ji nifşên kîvroşkan weke “Filmîş Cayintiz” heya 6 kîloyan senga wane û 75 sentîmetran dirêjn.
Rekorda Gînis a pîvaneyî ji bû mezintirîn Kîvroşk a kîvroşka bi navê “Daryos”e ku 131sentîmetran dirêj û bi qasî 18 kîloyan bi senge. Îhtîmaleke mezn heye ku têjikên Daryosê rekorda wê bişkênin, Cêf û Anyayê ser 121 sentîmetran dirêjî heye. Eger hûn dibêjin xwezî ev kîvroşke ên min ban baştire car din bi fikirîn, jiberku têçonên xwarna wan di salekê de digehe 5000 pawindan.
Mewdaya dîtna kîvroşkan herî kêm 360 pileye
Kîvroşkan ev şiyan hene ku herî kêm her derê bibînin. Di xwezayê de ew di dawî a zincîreya xwarnê dene û çavên wan bi rengeke wiha werar kiriye ku li destpêkê ew nêçîrvanê xwe bibînin ne berevajî. Çavên kîvroşkan bi doratî di kevin layên serê wê, ev yek jî bi wê ramanê dihêt ku wan çanseke baş heye bû dîtna nêçîrvanên xwe li pişt xwe. Lê belê eve bûye eger ku wan xaleke kore li pêşî a xwe hebe tiştek bi qasî 10 pileyan. Bi rengekî ku dibe ger hûn metirsîyekê li cem poza kîvroşkê danên, bi îhtîmaleke herî mezn wê nikare bibîne.
Jiberku çavên kîvroşkê di kevin layên serê wî de ev yek dibe eger ku ew nikarin di yek dem de bi herdu çavan yek tişt mêze bikin. Bi ramaneke din pir zehmete Kîvroşk bikarin di dema bezînê de xwandinekê ji bû lezatîya xwe û dûratiya gihiştin bi cîyekî bikin.
A rast nîva pirr a kopî eve ku Kîvroşk dikarin her kujîyekî bibînin û nîva vala a kopî eve ku nikarin her tiştî bi başî bibînin.
Xo helavêtina kîvroşkan berîkaneye
Ropela “RSPCA” dibêje ku berîkana dinavbera kîvroşkan dibe meşqeke baş be jibo van heywana. Lê belê ew dibêjin dibe ev yek bû hemû nifşên kîvroşkan baş nebe û pêşniyar dikin ku xwedî ên kîvroşkan bera ku wan danin nava berîkanan de rawêjê bi nojdareke vîtirnerî re bikin.