6 Fîl firîn

6 Fîl firîn

Li neşnal parkeke wilatê Taylendê, 6 Fîl di Sûlavekê de firîn û her rast canê xwe ji destdan.

Îro roja şemî 5/10/2019, li neşnal parka “Xaw” ku dikeve herêma “Naxûn Raçsîma” a rojhilatê Taylendê, 6 ajelên Fîlan di sûlava “Hayo Narok” de firîn û her rast canê xwe ji destdan.

Zêrevan û kar bi destên neşnal parka Xaw eşkere kir ku Fîlên ku di Sûlavê de firîne, di temena 3 saliyê de bûn, piştî bûyera ketina wan, ava Sûlavê hat pengandin.

Farawat Sîlba, wezîrê samanên neteweyî ê Taylendê di derbara bûyera ketina Fîlan de, got: “ew bûyereke degmen bû, kêm caran tişteke wiha çêdibe”.

Tê zanîn nêzî 300 ajelên Fîlan di neşnal Parka Xaw de hene, rûbera wê neşnal parkê digehe 2 hezar kîlometrên çargoşe, daristan û navçeyên çandî têde ne û hejmareke zor ya ajelên mîna Fîlan, Meymûn û Hirçan têda jiyanê dikin, her wiha bi yek ji hêmayên torîzmê li Taylendê tê hejmartin.

Pustên heman beş