Encilîna Colî û zaroyên wê liser ferşa sor a (Evîndara Ehrîmenî)de

Encilîna Colî û zaroyên wê liser ferşa sor a (Evîndara Ehrîmenî)de

Encilîna Colî di şeva dane nasandina Fîlma xwe ê nû (Evîndara Ehrîmenî) digel pênc zaroyên xwe amade bû.

Ev stêrka sînemayê di şeva dane nasandina Fîlmî de li Los “Ancilisê” hertim dev bi kenî bo himber qamîreyan. Wê kiraseke reş bi polekan nexşandî liser stayla Yonanî Vêrsaçî li xwe kirbû.

Kirasê wê ê reş digel cilên zaroyên wê baş direhmî. Ew dil şad û rû geş digel dayka xwe liser ferşa sor hatin dîtin.

Zaroyên digel vê stêrka sînemayê pêk hatbûn ji Pakis Tî Yên 15 sal, Zahara Marlî 14 sal, Şîlo Nûwêl 13 sal û cêmkên 11 salî Viyoyan marşilîn û Nakis Liyon.

Zaroyê din ê Colî yê ku di vê merasîmê de neyê berhev bû, Madûkiş ê 18 salî bû ku Colî yê ew hinart bû zanîngeheke Korîya başûr.

Colî yê di merasîma nasandina fîlmî de di dîbeyteke taybet de digel (Mijol kirina î şev) got: zor şanazim bi kurê xwe ê mezin.

Ev şeş zaroyên Encilîna Colî û hevjînê wê ê berê Bird Pît stêrka ‌Holîwûdê û ekterê “rojekê ji rojan di Holîwûdê de”ne.

Ev du hevjînên genc paş du salan ji hevjînîyê li sala 2016an de ji hevdu cuda dibin, ew pitir ji dehan salan digel hevdu bûn.

Di yek ji konferansên ragihandinê de ku bera merasîmê hat lidarxistin, Colî yê sebaret wê yekê ku bi ç awayî car din rol bînîna wê di rola “malîfîsînt” bo eger hest bi bihêzîyê bike, got li sala 2014an de wê jibo yekem car ev kesatîye wêne girt bû.

Ev ektere û çalakvana mafên mirovî got: hûn dizanin dema pêş çendîn salan me liser vî jesayetî kar krî min hizir dikir ku ew “hinekê wehşî, pir livîn, bê şerim û keyf xweşe”.

Niha min pir tişt di jiyana xwe de derbas kirîne û bi wergirtina vî rolî ez pir keyf xweş bûm ku carek din hest bi bihêzîyê bikim û hinekê keyf xweşî min hebe.

Colî yê da xweya kirin ku ew pir ji rol gêrana weke “malîfîsînt” dil xweşe û şanaze bi hevrûniştina digel wî de.

Encilîna Colî û zaroyên wê liser ferşa sor a (Evîndara Ehrîmenî)de

Pustên heman beş