36.000 YORO XELATA DÎTİNA GURÊ BELCÎKAYÊ NE

36.000 YORO XELATA DÎTINA GURÊ BELCÎKAYÊ NE

Li wilatê Belcîkayê mê Gurek digel têjikên xwe berze bûye û her kesê zanyariyan li ser kuştin yan zîndî mana wan bide, wê bi qasî 36.700 yoroyan were xelat kirin.

Ev mê Gure ku navê wê “Naya”ye careke din hatbû avis kirin û dawî car bera 5 mehan ew digel nêre Gurê xwe hatbû dîtin. Ev yek di demekê de ye ku parêzvanên xwezayê nêçîrvanan bi sûçbarên diyar nemana vê mê Gurê û têjikên wê dizanin.

Naya yekem mê Gure ku di dema 100 salên rabûrî de li Belcîkayê hatye dîtin, yekem car li meha Kanûna duyemîn a sala 2018an li bakûrê rojhelata Belcîkayê hatbûn dîtin.

 saziya parastina Xwezaya Belcîkayê “ANB” dibêje: herî kêm “ew pişt rastin” ev mê Gure û têjikên wê dibe hatibin kuştin.

Pustên heman beş