Goristaneke 2200 salî ku dîroka wê vedgere ser dema Fîr’ewn Bitilmyosê çarê di beravên robarê Nîlê de hat dîtin.
Li gurey posteke “Facebook”ê a wezareta şûnwarên dîrokî ên Misrê, ev şûnware ji aliyê hinek kirêkaran ve hatiye dîtin ku mijolî karê helkolînê bûne ji bo dirustkirina binaxê avahîyeke no li gundewarê “Kom Siqawe” li bajarê Tema.
Di niha da helkolîn û avakirina avahiyan hatiye sekinandin taku şûnwarnas bikarin karên lekolînê derbara parçeyên mayî ji vê goristanê encam bidin.
Şûnwarnasan heya niha hinek bernivîs dîtîne ku liser hatye nivîsandin “Bitilmyosê çarê” ko her ji 221 heya 204 bera zayînê desthilatdarî li Misrê dikir.