Stêra Emerîkî Robert Dî Nîro, Donald Tramp ê serokê Emerîkayê, bi tundî rexne baran kir û ragihand ku Tiramp êrîşî wan saziya dike ku ne li gel berjewend û hezên wî dene.
Ekterê herî nasyar ê Emerîkî û Stêra Holîwûdê Robert Dî Nîro, di hevdîtineke xwe a medyayî de, nerazîbûna xwe a herî zêde ji reftarên Donald Tiramp diyar kir û wiha axvî: “tramp êrîşî wan saziyên Emerîka dike ên ne li gel hez û berjewendî ên wî dene.
Dî Nîro ev hevdîtin duh roja Eynî yê 11/10/2019an de li festîvala sînemayê kir, bera ku Fîlma wî a bi navê (Ayrêşman) were nîşandan, têde got: “tramp dixwaze raya giştî a Emerîka li derbara wan sazî û damezrawên ne li gel berjewenda wî dene, bi awayekî xirab ava bike, weke saziyên girîng ên dewletî CIA û FBI yê.
Hemwext Dî Nîro êrîşa Tiramp li ser hejmareke sazî ên medyayî anî ziman û got: “Emerîka bi hatina Tiramp bûye cîyekî pir fewza”.
Stêra Emerîkî Robert Dî Nîro parta Komarî jî rexnebaran dike û dibêje: “şermezaryeke herî mezine ku Komarî nikarin çi hengaveke cidî di rasta Tiramp de bihavêjin”.