SEROKA AKADÎMÎYA NOBİÊ KOÇA DAWÎYÊ KİR

SEROKA AKADÎMÎYA NOBIÊ KOÇA DAWÎYÊ KIR

Seroka berê a ekadîmî a Nobilê a S’ûdî, Sara Danios bi sedema nexweşî a şêrepencê koça dawyê kir.

Sara Danios ku seroka ekadîmî a Nobilê bû li salên 2015 heya 2018an, duh roja şemî li wilatê Suîdê bi sedema nexweşî a şêrepencê, koça dawyê kir.

Danios bi yekem jin tê naskirin ku seroktiya Akadîmîya Nobilê kiribe, lê belê bi sedema wê qeyrana ku li sala 2018an li Akadîmîyê derketin holê, wê dest ji kar kêşabû.

Akadîmîya Nobilê ku Şah Gustav ê sêyemîn bera 200 salan ava kirbû, bi yek ji bilindtirîn sazî ên edebî tê hejmartin, xelata Nobilê di warê edebê de bi dahêneran di bexşe.

Pustên heman beş