MÛ’CÎZEYEK Lİ HİNDİSTANÊ ÇÊDİBE!

MÛ'CîZEYEK Lİ HİNDİSTANÊ ÇÊDİBE!

Zaroyeke keç a heft heyvî piştî bo dema du rojan dinava tirba xwede hatî veşartin bi Mû’cîzeyek zîndî ma.

Têhizirîna şaş a hez kirin ji zaroyên kor pitir ji zaroyên keç hêjan li hinek navçeyên cîhanê de heye. Hindistan yek ji wan wilatane ku ev yek bi zelalî têda diyar dibe.

Veşartina zaroyên keç bi zîndî di tirban de taku bimirin ji wan reftarên berbelave ku li wîlayetên bakûra Hindistanê weke Ewtar Piradiş û Bîhar tê encamdan.

Roja derbas bûyî jî zaroyeke keç ku ew bo dema du rojan bo di tirbekê de hatbû bin ax kirin bi rengeke Mû’cîze hat rizgar kirin. Paş rizgar kirina vê zaroyê pizîşkên bi karê tîmar kirina wê rabûy ragihand ku ev zaroye ber ji wexta xwe hatye ser dinyayê û du rojan di tirbê de maye.

Bi gotna wan senga vê zaroyê bi tenê 1 kîlo û 10 girame û ji egera zûxava sîhan di nexweşxaneyê de lijêr nêrîna pizîşkan de ye.

Hîtiş komar, serleşkerê deverê niha bûye bavê vê zaroyê.

Ew li dema seredana tirbê keça xwe ku bera demeke kêm ew ji dest daye, dengê vê zaroyê bihîstiye û bi vê yekê heyrî maye.

Komar sebaret vê yekê got: li destpêkê ez wiha fikirîm ku dibe ev deng ê keça min be ku sax bûye, lê belê dengê zaroyê ji tirbeke din dihat, paş ku min ew tirb ku ne pir dûr bo helkolay min dît ku ev keçê têdeye.

Paşan zaro hate rewane kirin bo tedawî kirinê li nexweşxaneyê.

Komar dîsan dibêje: pizîşkan bi min re ragihandiye ku jiberku zaro ber wext ji dayk bûye, hewceya wê bi Oksîcînê kêmtir bûye, jiber vê yekî zîndî maye di tirbê xwe de. Zîndî man paş 48 demjimêran di tirbê de weke Mû’cîzeyek tê dîtin.

Ev keçe bi Sîta hat nav kirin ji aliyê bavê wê ê nû, Sîta navê yek ji xwedawendên pîroz ên Hindistanê ye.

Bi gotna pizîşkan rewşa Sîtayê başe û her du demjimêran carek şîr dixwe, lê belê hêjan sîhên wê zûxav têdeye.

Pustên heman beş