Di derketineke degmen de, Serokê Koryaya bakûr ku bi dîktatorê genc tê naskirin, li Hespeke sipî suwar dibe û biser çiyayeke berfîn de serkeft.
Ajansa nûçeyên koreya bakûr hinek dîmenên serok Kîm Cong On weşandin ku têde xweya dibe Kîm Cong On li Hespeke Sipî suwar û li binara çiyayeke berfîn digere.
Ajansa Koryayê wiha nivîsandîye: ev geşta Kîm Cong on li ser Hespê bi helkefta destpêkirina werzê Berfê ye ku yekemîn Berfa dem salê li çîyayê Bakîto ketiye.
Peyva Bakîto di zimanê Koryayê de bi ramana çiyayên blind û sipî tê, gelê koreya bakûr rêzeke her zêde ji bo çîyayê sipî heye û ev yek di çanda wan de tesbît kiriye.
Medya cîhanê li ser wêneyê Kîm Cong On nivîsandine ku ew hewl dide weke serokê Rûsya Federal reftar bike, wexta ku Filadîmêr Potîn di hinek dîmenan de li ser Hespeke gewr derketî.