Guherînên rojava kurdistanê û dersa ji dîrokê nehatî wergirtin

GUHERÎNÊN ROJAVA KURDİSTANÊ Û DERSA Jİ DÎROKÊ NEHATÎ WERGİRTİN

Mebesta Tirkiyê ji dagîrkariya Rojava “Kurdistana mezne”

Ji aliyê dewleta Tirkiyê ve, dagîrkariya Rojava Kurdistanê û dîroka wê ya paşvemayî ku bingeha xwe ji siyaseta qirr kirin û jinavbirinê digrît, armanc pê ne tenê Rojava Kurdistanê ye, belku armanc pê hemû parçeyên Kurdistanê ne, jiberku damezrandina dewleta Tirkiyê di esas de li ser bingeha tune kirina kurdan hatiye ava kirin, lewma jî ew naxwazin herêmeke azad di dest kurdan de hebe, ji ber ku wê yekê bi metirsî li ser pêşeroja xwe dizanin, ew dixwazin di navbera herêmên Kurdistanê de cudahiyekê dirist bikin, Rojava Kurdistanê dorpêç bikin û têkilya wê bi Başûrê Kurdistanê re qut bikin û 3 milyon Ereban li Rojava li ser xaka kurdan bicî bikin û Rojava ji rastiya Kurdistanî bûna xwe dûr bikin, mebest ji dagîrkariya li ser Rojava ew perçeya Kurdistanê bi tenê nîne, belku mebest pê Kurdistana mezin b tevahî ye, Tirkiyê evê helwesta xwe di hemû pilatforman de dîne ziman û diparêze.

GUHERÎNÊN ROJAVA KURDİSTANÊ Û DERSA Jİ DÎROKÊ NEHATÎ WERGİRTİN

Gereke kurd niha vê pirsê ji xwe bikin, gelo qey em nikarin qedera xwe bi guherîn? Li ku derê me şaşî kiriye û divê niha em çi bikîn?.

Vekşîna hêzên Emerîka di sîstema siyasî ya cîhanî de di nav aloziyê daye, sîstema cîhanî ji bo guherîna sînorên Rojhilata Navîn negehane tu biryarekê, erê dîsan li herêmê nûneratiya Rojava wê Tirkiyê be, yan wê ji dest wê were derxistin, ev yek ne xuyaye, lewma Emerîka hengavekê paşde û êkê pêşde dihavêje, li dîroka dewleta Emerîkayê de, bo cara yekê ye perçebûn û ne hemahengî li navbera siyaset û leşkir û abûra wê de dirist dibe, di rastî de Cîhan di pêvajoyeke aloz da derbas dibe û pêşbînî kirin pir zehmete, gereke kurd niha vê pirsê ji xwe bikin, gelo qey em nikarin qedera xwe bi guherîn? Li ku derê me şaşî kiriye û divê niha emê çi bikin?.

GUHERÎNÊN ROJAVA KURDİSTANÊ Û DERSA Jİ DÎROKÊ NEHATÎ WERGİRTİN

Rojava mala hemû kurdan bû yan Baxçeya piştê ya PKK’ê bû?

Tirkiyê bi navê operasiyona “Kaniya Aştiyê” dest bi dagîr kirina Rojava Kurdistanê kiriye, ji wê rojê heya lihevhatina “Soçî” hatiye îmze kirin tişta ku li Rojava hatiye jiyan kirin, diyare ku desthilata siyasî ya Rojava li hêviya êrîşeke weha nebû û amadekariyên siyasî û leşkirî ji bo wê êrîşê encam nedabûn, ev rewşa hatiye pêş ne bi tenê Rojava pê berpirsyare belku hemû kurd pê bandor dibin lewma pêwîste ji ber wê ya duh û îro li Rojava çêdibe em bizanîn di van 7 salên desthilatdariya Rojava de kêmasî çi bûn.

Di rastî de Rojava mala hemû kurdan bû yan Baxçeya piştê ya PKK’ê bû? Di vê babetê de PKK’ê xwandineke rast ji bo Şorişa Rojava nekir û ev Şoriş şaş pêşanî derve da, bera her tiştî PKK’e ya taybet bi Rojava xwe têde zal kir û nehişt tu hêzek kurdî bikeve di qada Rojava da, heya partî yên siyasî yên Rojava jî hatin derxistin, partî yên kurdî hatin daxistin û Qadroyên wan hatin binçavkirin û armanc ev bû ku wan ji wê derê derxin, partîya PDK’e Sûriya Qadroyê wê yê herî sereke bi navê “Behzad Tulsun” bi rûdaneke mijewî hatbû kuştin, PKK’e dibêje ji bilî min nabe kes li vê derê sîyasetê bike û li himber wan leşkir û çekdaran bikartîne.

GUHERÎNÊN ROJAVA KURDİSTANÊ Û DERSA Jİ DÎROKÊ NEHATÎ WERGİRTİN

PKK’ê Desthilatek mîna desthilata rejîma Beisî l Rojava avakir

 tê gotin ku PKK’ê tişta himber partîyên kurdan kirî himber rejîma Sûriyê nekiriye, PKK’e dibêje: em li dijî felsefe, sîstem û desthilatdariya dewletê ne, lê belê rastiya Rojava eve ku PKK’e ser û bin her tiştî dibêje û desthilatek weke desthilata rejîma Beis l Rojava avakir, sîstemeke yek reng û deng û yek fikir avakir, îro ew partîyên Rojava carna daxuyaniya didin her hemû baskên PYD’ê ne, şanoyeke pir hizbî tê meşandin, PKK’e û aliyên nêzî wê sîstema rêveberiya Rojava weke demokrasiya Gel pêşan dide. Lê belê ya rast ew biryarên li derbara Rojava tên dayîn, ne ji aliyê wan şexsane ku ji bo encûmenê hatine hilbijartin, em dikarîn bibêjîn: ev biryar bi tu awayekê ji aliyê qadroyên Rojava yên PKK’ê nahên dayîn, belku ev biryar ji aliyê “PKK’ê, KCK’ê, HPG’ê û Konseya giştî” tên dayîn, bi awayeke din biryarên taybet bi mijarên şer ji aliyê ” karaylan ” û mijarên taybet bi poletîkayê Cemîl Bayîk dide, nûnerê van kesan “Sebrî Ukdem’e ew li Rojava dimîne û biryarên wan birêve dibe, heya ku serkirdên PKK’ê yên li asta jûr weke “karaylan, Duran Kalkan, Elî Heyder Qeytan, Mistefa Qarsû” diçin Rojava konfirans û civînan birêve dibin û çavdêriyê lê dikin, bi tu awayekî desthilat di dest Qadroyên Rojava de nehatîne, ji bilî dagîrkirina Rojava ji aliyê Tirkiyê ve, HSD’ê 120 demjimêrên agirbestê qebûl kirin di heman dem de birêveberên KCK’ê biryara ragihandina berxwedanê dan, bi wê yekê nerazîbûna xwe ji bo agirbesta HSD’ê anî ziman, jiber çi em vê dibêjin ku PKK’e pêşdeçûnên Rojava li ser bingeha kurdistanî bûnê naxwaze birêve bibe, heya xaka Rojava Kurdistanê bi navê Bakûrê Rojhilata Sûriyê bi nav kir, daku kurd vî navî qebûl bikin, gelek tekoşîn kir.

Kalkan dibêje: “eger em li Sûriyê Peyva Kurdistan bînîn ser ziman, wê Barzanî were ser zimanê gel, dema li cîhanê de behsa kurdan tê kirin, Barzanî li bîra her kesî tê, jiber wê yekê em Peyva Kurdistanê nabêjîn, taku Barzanî nebe serkirdê bizava rizgarîxwaza kurdan”

Helbet Rojava Kurdistanê gelek netewe û Olên cuda têde hene, û di şerê digel rêxistina terorîstî ya DAIŞ’ê wan gelek zirar dan û hemwext xwe parastin, lê belê PKK’e wiha pêşan dide ku aliyên din weke kurdan û pêtir li dijî dijmin tekoşîn kiriye, ji ber çi PKK’e li şûna Rojava dixwaze navî bakûrê Rojhilata Sûriyê bi fermî bidet nasandin, armanc eve ku pêş sîstemeke kurdewarî li wir bigre, ew ne ji bo bersîng girtina Tirkiyê tekoşînê dike, ne jî jiber xebata dîpomatîke, di nava gel jî de li dijî Peyva Rojava Kurdistanê, her tiştê ji dest hatî kiriye û PKK’e naxwaze sîstem bi awayek kurdewarî be, li ser vê yekê gotneke “Duran Kalkan” heye dema dibêje: eger em li Sûriyê Peyva Kurdistan bînîn ser ziman, wê Barzanî were ser zimanê gel, dema li cîhanê de behsa kurdan tê kirin, barzanî li bîra her kesî tê, jiber wê yekê em Peyva Kurdistanê nabêjîn, ta ku Barzanî nebe serkirdê bizava rizgarîxwaza kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê.

Pustên heman beş