HEMÛ CİL Lİ BER XWE KİRİN Jİ BO KU PEREYÊN ZÊDE NEDE

HEMÛ CİL Lİ BER XWE KİRİN Jİ BO KU PEREYÊN ZÊDE NEDE

Geştyarekê ku barê çenteya wî ji asta destnîşan kirî pêtir bû, lewma ji bo ku ew pereyê kîlogiramên zêde nede şirketa geştên asîmanî, wê dahênaneke nû kir.

Cîl Rodrîgêz ku ji bajarê Davao yê Filîpînê biryar da ku çend bikare hind cilan li xwe biket û ragihand ev şêwazê Cil li xwe kirinê bo sedem ku 2.5 kîlogiram ji senga barê wî werin kêm kirin.

Rodrîgêzê wêneyê xwe di tora civakî a Facebookê de parve kir ku di wî wêney de xweya dibe wê sê cot Şelwal û 7 Tîşêrt û Qemîs û Biloz li ber xwe kirîne.

 ev wêneye bû ciyê serinc rakêşana xelkê û pêtir ji 30 hezar kesan ev wêne di tora Facebookê de parvekir û pêtir ji 32 hezar kesan li ser wî wêne axiftin.

Dema wezîfedarê şirketa asîmanî got Rodrîgêzê: erê te barê zêde pêre heye, çenteya destî nabe pêtir ji 7 kîlogiraman kelupel têde be.

Rodrîgêzê go: pisgirêk nûye, ez wê çalênca kêm kirina senga çenteya destî ji 9 kîloyan bo 6.5kîloyan bipejrînim.

Dema pirs ji Rodrîgêzê hatî kirin erê gelo tu wê vê karê car din encam bidî, Rodrîgêz go: dibe ne, gelek germ bû ez vê yekê bi t kesî re pêşnîyaz nakim.

Pustên heman beş