Piştî hewla dagîrkarî a rojava Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve, hemû alî li ser bêdengî a Bakûrê Kurdistanê nîqaşê dikin, herî zêde partîya demokratîk a gelan HDP’e tê sûçbar kirin, gelo di rastî de HDP’e sûçbar yan aliyê ku HDP’e damezrandî? Erê kê HDP’e damezrandiye?
Piştî dewleta Tirkiyê li 9/10/2019an hewla dagîrkarî a rojava Kurdistanê krî, li hemû cîhanê dengên nerazîbûnê derketin holê, kurd û hevalbendên wan û kesatiyên mirov perwer li hemû qadan li dijî dagîrkariyê helwest dan diyar kirin, tenê dengê Bakûrê Kurdistanê tune bû û çi helwestên wiha nehatin derxistin. Gelê Bakûrê Kurdistanê heger ew nerazî jî be, wan nikarî helwest û çalakiyên xwe diyar bikin, erê li wexta rewş herî asê ku li salên notan êrîşî tank û erebeyên leşkirî ên Tirkiyê dikir dihat kirin wan helwest hebû, lê belê çima niha çi helwesta wan tuneye, her kes li vê mijarê de HDP’ê sûçbar dibine û dixwaze parlementerên HDP’ê dest ji kar vekşin, erê gelo HDP’e di rastî de sûçbare?
Li Bakûrê Kurdistanê partîyên siyasî ên kurdan di du qonaxan de derbas dibin:
Qonaxa yekemîn: partîyên weke partîyên (DEP, HEP, DEHAP) ku li bajarên Kurdistanê rêxistinên xwe kirbûn, gelek kesatiyên Kurdistanê têde cî girtin, ev partîyên kurd û Kurdistanê bûn, ev kesên li nava van partîyan de ne ser bi îdolojîyayekê bûn, lê belê ew girêdayî doza Kurdistanê bûn, ev pêvajo ji sala 1991an heya 2005an berdewam kir, dil van 14 salan de, gelek însan hatin winda kirin û binçav kirin, gelek jî rastî eşkenceyê hatin, serokê partîya (HEP) yê bi navê (Vedat Aydin) li 5 Tîrmeha sala 1991an li bajarê Amedê hat revand, piştre û li 7 heman mehê anku bi du rojan ceseda wî hat dîtin, di merasîma Veşartina ceseda Aydin de, hezaran kes û bi silogana “bijî Kurdistan û bimre koledan” ketin nav kolanan, ev slogan heya sala 2004an bû silogana van partîyên qonaxa yekemîn.
Partîyên “DTP, BDP, HDP” pisgirêkên Kurdistanê li alîyekê danan û pisgirêkên demokratîk bûna Tirkiyê ji bo xwe kirin esas
Qonaxa duyemîn: ji sala 2005an heya niha e qonax dewam dike, her yek ji van partîyan li pey hev “DTP, BDP, HDP” tekoşîna xwe di vê qonaxê de meşandin, ev partî bi hundir û siyaseta xwe ji partîyên qonaxa yekemîn pir cudane, ev partiye raste rast ji aliyê Ocalan ve dihatin birêvebirin, armanc û silogana wan ev bû: “Tirkiya ya demokratîk, weke Tirkiya bûn” her wiha “ne kurd bê Tirk û ne Tirk bê kurd nikarin bijîn”, kesatiyên kurdistanî di nava van partîyan de tune bûn yan gelek kêm bûn, hemwext kurdayetî ber bi lawaziyê de çû, piştî wê demê hevpeymanî li gel partîyên çep ên Tirkiyê ava kirin û pisgirêkên Kurdistanê li aliyekê danan û pisgirêkên demokratîk bûna Tirkiyê ji bo xwe kirin esas, li destpêkê de kesatiyên weke “Leyla Zana” jî hebûn, lê belê bê bandor kirin, li bangeşeya hilbijartinan de alayê HDP’ê û Tirkiyê pêkve hildan, wêneyên Ocalan û Kemal Ataturk li pey hev danan û weşandin, partîyên çep ên Tirkiyê di nava hevpeymaniya HDP’ê de çi alîgrên wan nebû, lê belê wan dengê kurdan bi dest xistin, HDP’e ji aliyê gelê kurd dihat piştevanî kirin, lê belê gelê Tirk têda cî girtin, kesên ku ji zimanê kurdî fam ne di kirin, bûne nûnerê gelê kurd li parlamentoyê, hinek Tirk ku bajarên kurdan nas ne di kirin bûne parlementerên wan bajaran, wan pêvajoya partîyên kurdî hişt û pêvajoya duyemîn a Tirk bûn dest pê kirin.
Ocalan dibêje: “min yeqîn ji bo Mîtê dirist kir ku çepên Tirkiyê di nava HDP’ê de cî bigirin”
Piştre hinek gotin hatin ku ev partîye ji aliyê Ocalan û Mîtê ve hatine ava kirin, li sala 2014an, hinek têbînî ên hevdîtna Ocalan digel parlementerên HDP’ê bi navê “Perwîn Boldan, Sirî Sureya Onder” hatin eşkere kirin, di wan têbînyan de Ocalan dibêje: “min yeqîn ji bo Mîtê dirist kir ku çepên Tirkiyê di nava HDP’ê de cî bigirin, bi vê rê partîyên çep wê ji aliyê me ve werin parastin”.
Ne Ocalan, ne PKK û ne jî HDP’ê ev gotin ne direwand, heya hinek rojnamevanan ji Selaheddîn Demîrtaş pirsî erê Mîtê HDP’e ava kiriye?, lê belê Demîrtaş ev pirs ne berisvand, PKK’ê jî dengê xwe nekir, lewma ev yek bi ciyê gomanê ji aliyê gel ve dihat meyze kirin.
Rewşa îro a li Bakûrê Kurdistanê hatye dirist kirin wiha pêşan dide ku ev gotin rastin û HDP’e ji aliyê Mîtê ve hatye damezrandin, ji ber ku li Bakûrê Kurdistanê kurd ji aliyê îradeya kurdî ve hatin lawaz kirin, leşkirên dewleta Tirkiyê bera 20 salan jî li meş û çalakiyan de raste rast bi tivengên êrîşî kurdan dikir, desteser di kirin û eşkence di dan, lê belê gel li ber xwe di da, lê belê îro gel bê hêz bûye, ji ber ku li van 20 salan bi taybet li 10 salên dawyê û bi sedema wê siyaseta hatye meşandin, gel bê deng ma, hêz û karînên wan hatin jinavbirin, ji bo mebestên ne berçav PKK’ê serhildan bi gel kir, wexta ku rewşên minasib li Tirkiyê derketin holê, PKK’ê gel nerakir ser pêyan, belê jibo daxwaza azad kirina Ocalan bi mehan gel derxistin cade û serhildanan, bi hezaran çalakî hatin pêk anîn û ji ber van çalakiyan bi sedan genc ji dibistanan hatin derxistin û bi sedan kes hatin desteser kirin, ev însane heger bo mafê zimanî çalakî kirban ku rewşa wê demê minasib bû ku ev daxwaze li ber çav ji aliyê Tirkiyê û wlatên Ewropa were wergirtin, li sala 2014an li navçeya Licê ya Amedê peykerê şehîdê PKK’ê bi navê “Mehsûm Korkmaz” ku li sala 1986an hatbû kuştin hatbû danan, gelek eşkere bû ku dewleta Tirkiyê wê vî peykerî ji nav bibe û PKK’ê banga gel kir ku bibin rêgir li himber hewlên dewletê bo ji nav birina peykerî, 2 rojan gel xirvebû û bû rêgir û Leşkirê Tirkiyê êrîşî gel kir û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 50 kes hatin desteser kirin, her kesekî fam dikir ev peyker wê were ji nav birin, lê belê çima xelk bi vê yekê mijûl kirin? Eve bi rastî şaşî bûn yan jî pîlaneke çêkrî bû ku xelkî bi van babetan ve mijûlî bikin û îradeya wan rastî şikestinê were kirin.
Şerê xendekan ku qedera bakûrê Kurdistanê guherî, pêwîste dîrokeke dirêj li ser were nivîsandin
Ger dirist kirina xendekan jibo parastina berjewendiya gel be? Wexta li bajaran yekemîn xendek hatiye kolan û rastî şikestinê bûy, her wiha li bajarê duyemîn, gelo çima li 5 bajarên din xendek hatin kolan, eve bû sedem ku 7 bajarên bakûrê Kurdistanê bi temamî bên xirap kirin.
Tişta herî girîng siyaseta xendekan bû ku li sala 2015an PKK’ê şerê xwe birin nav bajar û gundan û bû eger ku xelk zîyanê bibînît û bê hêz bimîne, di encama wê şerê de, 310 kesên sivîl hatin kuştin û zêdetir ji 100 hezar kesan bê xanî man û koçber bûn, dîroka şerê xendekan ku qedera bakûrê Kurdistanê guherî, pêwîste dîrokeke dirêj li ser were nivîsandin, lê belê ev tişteke eşkereye, xendek bû sedem ku gelê kurd li bajarên “Şirenxê, Sûra Amedê, Silopî, Nisêbînê û Cizîrê û her wiha Hezexê” koçber bibin û heya niha wan nikariye jiyana xwe a berê vegerînin, xendekan çi destkefteke siyasî bi dest nexist û ew daxwazyên PKK’ê ku diyar dikir rêveberiyeke xweser dixwaze ew rewş bo wê daxwazyê ne minasib bû, ne rewşa herêmê ne jî a navdewletî rê ne da ev daxwazî were bi dest xistin, lê belê bo vê daxwazê 7 bajar bûn qurbanî, başe pirs li vir eve, ger dirist kirina xendekan jibo parastina berjewendiya gel be? Wexta li bajaran yekemîn xendek hatye kolan û rastî şikestinê bûy, her wiha li bajarê duyemîn, gelo çima li 5 bajarên din xendek hatin kolan, eve bû sedem ku 7 bajarên bakûrê Kurdistanê bi temamî bên xirap kirin.
Li gurey pêzanîn taybet ên Darka Mazî yê, nîyaza PKK’ê hebû, xendekan li bajarên din jî dirist bke, weke bajarên “Batman, Bayezîd û Wanê” û hinekên din, lê belê gelê kurd li wan bajaran rê nedan û qebûl nekirin.
Bo zanîn wexta xortên Bakûr xendek ji bo şer ava dikirin, wan bi çavsaxiya leşkir û polîsên Tirkan alavên dirist kirina xendekan derbas dikir, lê belê tu rêgrî nebû, gel çima Tirkiyê dengê xwe nekir û nebû rêgir? Erê dewletê di xwast ev xendek ji bo şer werin dirist kirin? Ev bajarên Bakûrê Kurdistanê ku pir hesta kûratiyê têde bû, Tirkiyê bi salan nikarî dest dane ser, lê belê PKK’ê bi şer xendekan gihîşt vê armancê.
Şerê xendekan pîlaneke Ebdulla Ocalan û Mîtê a ji bo wêran kirina bajarên Bakûrê Kurdistanê bû
Ev sînaryo wê yekê li bîra mirov tine kanê çewa HDP’e ji aliyê Ocalan û Mîtê ve hat avakirin, aya şerê xendekan jî ji aliyê Ocalan û Mîtê ve hatbû pîlan kirin, jiberku armanca sitratîcî ya herdu pirsan yeke, ev pirs pêwîste were bersiv dayîn ji ber ku wê qedera kurdan dide diyar kirin.
Li van 5 salên dawyê û piştî xirab kirina bajarên Bakûrê Kurdistanê, gelê bakûr bêdeng ma bi awayekê berçav beşdariya çalakiyan nebû, eve jî bo şerê xendekan vedgere ku zîyanek mezn bi gel xist.
Em vegerîne pirsa sereke erê HDP’e ji bêdengiya gel sûçbare? Bersiv nexêr, ewên HDP’e damezrandî ew berpirsyarin, ji ber ku berpirsên HDP’ê mîna ekterên şanoyê bûn û derhêner li dervey HDP’ê, ew bi rêve dibirin, eve yek jî me digehîne wê encamê ku Mît û Ocalan bi hevre HDP’e ava kiriye û ger wan ava jî ne kiribe, ew aliyê HDP’e ava kirî ji reftarên wê berpirsyare.
Ger gelê bakûr bixwaze heqê xwe bistîne û bizanibe kî sedema bêdengiyê bû, pêwîste pirsê ji Ocalan û Mîtê bikin. Kanê ev çi bû krî?