DİXTOR SİLÊMAN ŞERVANÊ WESİYETA ŞÊX SEÎDÊ PÎRAN
Welat parêzî ewe ku roja hewcebe mirov ji bo welatê xwe canê xwe jî feda bike
Şehîd Dixtor Silêman “Seîd Çirok kaya”
Dixtor Silêman “Seîd Çirok Kaya” sala 1968an li gundê Çil Kanî “Çewlîkê” ya ser bi parêzgeha Bîngolê ji dayk bûye, erdnîgariya Çewlîkê xwedî çandeke serhildêrî ya qedîme. Peyva “erdinîgarî qedere” mirov dikare bibêje ji bûy mirovên vê herêmê hatye gotin jiberku bîrhatinên zarokîniya wan xwedî dîrokek serpêhatîye, dinava gund da hêşta şopa wan qehremanan maye yên ku di çîrokan da gulê bûy û ew melodîyên hêjan di bîrdanka zarokatiya wî de mayî hemû payîzokên wan ji dîrokî hatye bişaftin, davên qederê di wan melodîyan de veşartî bûn, navê xwe yê Se’îd jî wek ji bûy rêvîngîtî ya wî ya jiyanê weke şîfreyekî bû û armanca wî ya jiyanê bibû ew ku erkên vî navî bicî bîne, û bi watedarî bijît.
şervanê wesiyeta şêx Seîdê Pîran
Ew çirîska wî agirê bo ewê ku dujminî dixwest li deriyê çiyay li Amedê vemrîne û di heman dem da şervanê wesiyeta şêx Se’îdê pîran bû.
Wî dixwest rojekê ji rojan bibe yek ji wan qehremanan yên ku wî di çîrokên pîreka xwe da gulê bûy, dixwest weke Yado bi nav û deng be û li hemû dilan de cîyekî xwe yê veşartî dirist bike, û dixwest li hêviya wê rojê be ku “şervanên Yado” bizivrin û wekî çiqlekê hêvîyê xwe pêve girt bû, Dixtor Silêman şervanê van xeyalan û wesiyeta dîrokê bû êdî wexta pêk anîna van xeyalên wî hatbû, di sêkuça rêya jiyana xwe da berê xwe dabû wan rêtengên gundê xwe, êdî dema firîna balinde hat bû ji hêlînê.
Dixtor Silêman li sala 1989 tevlî PKK bû, ji bilî dewereyeke perwerdê li dola “Bîqa'” dîsa hatbû rê kirin ji bûy navçeya ” Çoqorova” cihê ku lê zanîngeha pizîşkî dixwend ji bûy xebata ciwan û xwendekara lê belê ne ew kes bû ewê ku bi navê Se’îd çûy belku bibû Dixtor Silêman, êdî bibû kesek veşartî, çalakiya xwe ya yekemîn ji bûy gerîlatiya bajarî li ser matorsîklêtekê bi tena serê xwe bi Bazokê êrîş dike ser navenda polîsên bajarê Edenê.
Di demek kin de aşkera dibe û diçe eyaleta Amedê bi ruha xwe ya şerker û bi coretê xwe bi lezgînî pileyên fermandariyê werdigire, xolqdariya wî ya liser tektîkên şer roj bi roj eşkere dibin êdî baya Dixtor Silêman li çiyayê Anduk diherike. Ji boy wî çîya sengerê herî esas bû di rêya armanca wî da, fermandarî li wê erdnîgariya têda ji dayk bûy ji boy wî xelateke herî mezn bû.
Her kesê dijwariya şêweyê çalakvaniya wî wek mînak bû xwe digirt, li kar û xebata şer û rêkxistinê da gihabû asta herî blind, ew bibû endamê Konseya serkirdayetiya PKK û di heman dem de bibû fermandarê Seha “Bîngol, Amed û Erzromê” lê di heman demê de hindek gomanên wî li ser rêkxistna ew têde endam hebûn.
Dixtor Silêman hertim di suhbetên xwe de amaje dikir ku çima Apo jî mîna serkirdeyên din yên kurd berê xwe neda çîya, wî di xeyalên xwe da xeyala zîndî kirina serokatiya “Yado Paşa” dikir
Tiştê ku ligel şerê Rizgariya neteweyî ne guncayî ba weke “mîlatê rêkxistinê, Qadroyê aydolojîk û şoreşgerê xetê” . Ew tiştê ku kesatiya mirovî pê berteng dike weke xeta serokatî û jiyana partiyê gelek diltengî bi wîre dirist dikir liser vê babetê gelek rexneyên dijwar li wî hatin girtin wî nedixwest tiştên ku pê bawere nîne pêk bîne.
Yan divê kesayetiya xwe bparêze yanjî bibe mirîdê bizava PKK’ê, jiber armancên xwe yên neteweyî nedixwest ji bizavê dûr bikeve lê belê nedixwest bibe mirîdê terîqeta Apocîtiyê, rastiya wî ya şexsî nedikeft dinav qalibê hîzbê da jiberku xwedî nêrîneke dinyayî û têgeheke netewî bû, dinava nirxên neteweyî û yên hîzbî da nedixwest givaştinek liser wî dirist bibe yan dê bi navê xeta partê tevlî terîqetê bibe yanjî wê guhdariya ruha xwe ya azad bike, êdî hêvyên wî ji PKK’ê nemabûn ku di nava wê da armanca xwe ya neteweyî pêk bîne, dema Apo hatî girtin û helwesta wî ya teslîmkarî himber dujminî dîtî wî zanî êdî PKK ketiye li bin deshilata dujminî, hertim di suhbetên xwe da amaje bi wê yekê dikir ku çima Apo jî mîna serkirdeyên din yên kurd berê xwe neda çîya, di xeyalên xwe da xeyala zîndî kirina serokatiya Yado paşa dikir beramberî wê xeyala mezn teslîm bûna Apo ya himber dujminî didît û pê diqehirî.
“Konseya PKK’ê Dixtor Silêman li dijî xeta apocîtiyê bi nav kir û êdî wexta tesfîye kirina wî hat bû”
PKK’ê ji bo vê teslîm bûnê pilatformeke fermî saz kir û pirojeyên komara demokratîk yên ku di kongreya heft ya awarte hatî dayîn pesend kirin, Dixtor Silêman ji bo van pirojan digot ji piroja “Tûsyadê” paşverotire û di kongreyê da ev yek bi zelalî diyar kir û gut ez vê yekê napejrînim, Konseya serkirdayetiya PKK’ê ev helwesta Dixtor Slêman weke serhildanek li dijî xeta Apocîtiyê binav kir û êdî dema tesfîye kirina Dixtor Silêman hat bû, wî baş dizanî ku bi vê helwesta xwe nikare dinava rêkxistinê da bimîne û cewê dola “Kukê” baş teşxîs dikir, li Golana 2000ê da digel Giropeke hevalên xwe yên kevin ji PKK’ê veqetiya û navê giropa xwe kir ” Însiyatîva Azadiyê” ji bo ku dîsa ji nû ve dest bi şerê çekdarî bikin keftin dinav hewildanan lê belê êrîşên PKK liser wê giropê derfeta mayîna wan li çîya nehêla, giropa Dixtor Silêman paş çend heyvan belav bû, Dixtor Silêman çû wilatê Elmanya û li wê derê dest bi xwandina xwe kir û fêrî ziman bû û jiyana xwe ya abûrî rêk xist, xebatên xwe yên wilatparîzî jî di pilatformên corbecor da berdewam dikir.
“dîmenên bi dîl girtina Keçên Êzdî ku li Mûsil weke carîye dihatin firoştin weke bangewazeke lezgîn bûn ji bo Dixtor Silêman ku vegere başûr, wî bê helwest man layîqê xwe nedidît”
Li 2 Tebaxa 2014an de paş dagîr kirina şengalê û bi dîl girtna hezaran Keçên Êzdî ku li kolanên bajarê Mûslê weke carîye hatin firoştin ev dîmene weke bangewazeke lezgîn bû ji bo Dixtor Silêman ku vegere Başûrê Kurdistanî, wî bê helwest man layîqê xwe ne didît, pêş ku wext zêde derbas be hemû jiyana xwe paş xwe da hêla û hat qada şer, Dixtor Silêman di wê demê de hat başûrê kurdistanê dema ku Cîhan bi giştî û gelî başûr bi taybetî hêşta li bin şoka hovîtiyên DAIŞ’ê da, wî digot wilatparîzî roja ku hewce be mirov ji bo welatê xwe canê xwe jî pêwîste fîda biket.
Cara yekem gelê başûr di operasyona şengalê de navê Dixtor Silêman bihîst wan di pirsî gelo ev kesê bê pile û xelkê bakûr kî bû, ew li ku derê fêrî van karên bi cesaret bûye?
Li ser peywendiyên pir berteng û derfetên kêm dest bi xebata li dijî DAIŞ’ê kir, wî rica ji Fermandarên şer dikir ku derfetan bidin wî hin pirojeyên xwe pêk bîne, dixwest ew babetê pêşmerge têde lawaz wan xurt biket û xolek ji bo pêşmergeyên xwebexş lidarxist dema 45 rojan liser şerê partîzanî mîn û bikar anîna hemû corên çekan ders didan, di nîva perwerda vê xolê da hîzek bi navê hîza Agirî ji pêşmergeyên xwebexş dirist kir, vê hêzê di Rizgariya Şengalê de li jêr fermandariya Dixtor Silêman roleke pir mezn leyîst, Dixtor bi xwe ew ‘erebeya DAIŞ’ê ku dixwest dinava hêza pêşmerge da biteqîne ji kar xist û bi vê jîr bûna xwe pêşmerge ji felaketeke mezn rizgar kirin, cara yekem gelê başûr bi heceta operasyona Şengalê navê Dixtor Silêman bihîst û hertim ev pirse ji xwe dikirin gelo ev kesê bê pile û xelkê bakûr kî bû, ew li ku derê fêrî van karên bi cesaret bûye?
Dixtor Silêman li pêşya hemû sengerên şer û ciyên ku têda şer û pevçûnên dijwar hey amade bû, êdî liser ekranên televizyona Dixtor Silêman pir dihat dîtin, nûçeyên herî nu û herî balkêş li wê derê bun ewa Dixtor lê, êdî Dixtor mîna somboleke neteweyî dihat dîtin, derbara siyaset, leşkirî û şerî nerînên Dixtor dihatin berçav wergirtin, bi dehan xolên perwerdê vekirin û bi sedan pêşmerge perwerde kirin, di heman dem da di êrîşan de li pêşya pêşmerge erd li mayînan paqij dikir.
“hertim di got yek xeyala min ya sereke heye ew jî damezrandina artêşeke netewî ya kurde”
Wî ev kare weke erkê xwe yê neteweyî û wilatparîzî didît ew li benda tu alîkaryeke madî nebû di heman demê de gelek caran wî bi derfetên xwe yên maddî cîhazên teknîkî ji Elmanya dikirîn û dixistin xizmeta pêşmergehan da, bi berdewamî nêrîn û pêşniyarên xu ji bû taktîkên şer ligel fermanda giştî ya şer parve dikir herçend wî demê keda wî baş nehatbe fêm kirin jî lê wî bandoreke mezn liser derdorên xwe çêkir bû, hertim digot yek xeyala min ya sereke heye ew jî damezrandina arteşeke netewî ya kurde.
Di got nirxê herî mezin hêza parastina neteweyî ye di babetê dewlet bûnê da jî di got divê her parçeyek cuda cuda ji xwe re dewletê saz bike jiberku her parçeyek xwedî taybetmendîyeke cuda ye, dema ku li Başûrê Kurdistanê erkê xwe yê dawiyê cêbecê dikir li gundê “Tîsxiraba Mezin” ya ser bi Beişîqa ve mayîn pêre diteqe û bi giranî brîndar dibe, paş ku pizîşkên Başûr nekarîn tedawî ya wî bikin, Mes’ûd Barzanî ku li wê demê Serokê Herêma Başûr bû emir da ku Dixtor bi lezgînî û bi firokeyeke taybet bişînin Elmanya.
“şehîd bûna Dixtor li her çar parçeyên Kurdistanê şênîyeke mezin bi xwe ra anî, gelê kurd ewladekê xwe yê xêrê, Ceneraleke xwe û serhildêreke xwe ji dest da bû”
Li roja 30/10/2016 jiber giraniya birîna xwe Dixtor Silêman li nexweşxaneya “Kobleniz” li Elmanya koça dawyê kir û gihîşt karwanê şehîdan, şehîd bûna Dixtor li her çar parçeyên Kurdistanê şênîyeke mezn bi xwe ra anî, gelê kurd ewladekê xwe yê xêrê, Ceneraleke xwe û serhildêreke xwe ji dest da bû, Dixtor bi merasîmeke pirşengdar vegera wî gundê bi tena serê xwe lê derketî lê ev car liser milên hezaran mirovan, li bin sîbera ala kurdistanî li tenişta birayê xwe “Monzor” Hesen Çirok kaya ku li sala 1991 li Çewlîkê şehîd bû û birayê xwe “Diyar” Omer Çirok kaya, bi axê hat sipartin.