PKK ji ceneral bûna Mezlûm Kobanî pir aciz û tore ye
Digel dagîrkirina Rojava Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve, gelek encamên siyasî yên nû derketin, yek ji wan encaman eve ku “Ceneral Mezlûm” weke kesatîyeke nû di qada siyaseta Kurdî de peyda bû, heya bera du mehan jî, navê “Mezlûm” tenê li Rojava Kurdistanê dihat bihîstin û navudengiya wî tune bû, ew bi navê “Şahîn Cîlo” dihat nas kirin, lê belê di wexta mehekê de bi navê “Ceneral Mezlûm” hat naskirin, erê “Mezlûm Ebdî” kî ye? Erê gelo ew hêja yê pileya Ceneralitîyê ye û çi alî dijî vê pile û Posta wî ne.
Erdogan peyameke zelal bi rêya Ebdulqadir Selefî ji bo Mezlûm şandiye
Paş kuştina rêberê DAIŞ’ê Ebubekr Bexdadî”, serok komarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan gotarek pêşkêş kir, hinek wilat wexta hejmareke terorîstan bi metirsî li ser wilatê xwe dibînin, ew terorîst li ku derê bin wê wan jinav bibin, ev bi wê wateyê tê ku Tirkiyê maf heye ev helwest hebe.
Nivîskareke Ereb heye bi navê “Ebdulqadir Selefî” gotarek li roja 30 Cotmeha sala 2019an weşand û têde wiha gotiye: “erê gelo hûnê bibînin ku Erdogan li himber rojnamevanan bibêje me Mezlûm Kobanî, Cemîl Bayîk û Karaylan jinavbirin”? Ebdulqadir Selefî her wiha dibêje ku Erdogan ronahî a kesk bi wî daye ku vê peyamê belav bike, ev gotara Ebdulqadir Selefî û Erdogan, ne peyameke normale ku mirov li ber çav negire, ji ber ku Ebdulqadir Selefî Nivîskareke herî nêzî Erdogane, ev ne gotare, belku gefeke bi zelalî li Mezlûm Ebdî tê kirin.
Ceneral Mezlûm Kobanî kîye û dujminên Mezlom kîne?
Mezlûm Ebdî li sala 1967an li bajarê Kobanê hatiye dinyayê, wî li temeneke zû de tekoşîna Kurdî nas kir, bavê wî Dixtor bû û bi dilsozî ew nêzî hemû tevgerên Kurdî dibû, mala wan a li kobanê yek ji wan malan bû ku wexta Ebdulla Ocalan çûye Sûriyê serdan ji bo krî, piştre Ceneral Mezlûm li zanîngeha Helebê beşê Endazyarî xwend, ew xortekê zêde fama bû, lewma wî bala gel kişand.
Li zanîngehê karên rêxistnê ji bo Partîya Karkerên Kurdistanê PKK’ê kirine, li salên 1988 – 1989an, Ceneral Mezlûm li “dola bîqa'” tevlî xuleke perwerda siyasî û leşkirî a PKK’ê dibe, li sala 1992an jî bi fermî tevlî rêzên PKK’ê dibe û li Başûrê Kurdistanê di kampa PKK’ê de û di xebatên perwerdê de cî digre, a rast ewe ku Ceneral Mezlûm Kobanî yek çalakiya leşkirî li dijî dewleta Tirkiyê encam nedaye.
Xortê ku li pişt Ocalan di Melevangehê de derdikeve, ne Mezlûm Ebdî ye
Mezlûm li sala 1995an bi giranî birîndar dibe û ew ji bo çareseriyê tê veguhastin ji bo Şamê a paytexta Sûriyê, paş wergirtina çareseriyê ew ji bo domandina xebatên PKK’ê ji bo Ewropayê tê şandin û mana wî li wir heya desteser kirina Ebdulla Ocalan ji aliyê dewleta Tirkiyê ve dewam dike.
Hêja gotinê ye ku medya Tirkiyê wêneyek weşandiye ku rêberê PKK’ê Ocalan û Mezlûm Kobanî bi hevre di melevangehekê de ne, a rast piştî lidûvçûna pêgeha “Darka Mazî” ji bo wêney, eşkere bû xortê ku li pişt Ocalan di Melevangehê de derdikeve, ne Mezlûm Ebdî ye, belku ew keseke bi navê “Çekdar” ji gundê Şaxê ê girêdayî Cizîra Botan û ew niha di jiyanê de nemaye.
Piştî desteser kirina Ebdulla Ocalan li sala 2000an, Ceneral Mezlûm ji Ewropayê vedgere qendîlê û qonaxeke nû ji bo wî dest pê dike, ew ji hevsengiya nava rêxistnê fam dike û dixwaze cîyekî ji bo xwe di Konseya seroktiyê de ava bike, Qadroyên Rojava Kurdistanê li derdûra xwe kom dike, herçend ku ew bi giropçîtiyê dinav partiyê de dihê sûçbar kirin, lê belê ew li ser tekoşîna xwe didome û di rêveberiyê de cî digre, Mezlûm di nava rêxistna PKK’ê de bi kesekî nêzî “Murad Karaylan” tê naskirin, nêzî bûna wî jî ji Karaylan bi sedema wê yekê bû ku Karaylan ji Orfayê ye û Orfa hevsînore digel kobanê, wan çandeke civakî ê hevbeş hebû.
Bingeha têkilîyên Mezlûm û Karaylan ji wê yekê ava bû ku ew ji giropa Enqerê “Cemîl Bayîk, Duran Kalkan, Mistefa Qarsû, Elî Heyder Qaytan” dûr bûn, Mezlûm ne xwedî îdolojîyayeke çepe, kesatîyeke bi nasnameya xwe a kurd tê naskirin û li dijî wê fikra PKK’ê ye ya ku dibêje ku em dewletê naxwazin û nasnameya turkçêtiyê didin pêş, hejmareka zor a Qadroyên Rojava dibêjin “gereke em Kurdistanê ava nekin, çima em ji bo demokratîk bûna Tirkiyê bimrîn”, nîqaşeke wiha tê kirin û ev nîqaş dibe sedema çêbûna hevrikîyê, li sala 2000an û bi sedema vê nîqaşê Qadroyeke dêrîn ê PKK’ê bi navê “Faîq Dêrk” tê desteser kirin û piştre di zîndanê de tê kuştin, li wê demê PKK’ê bi fermî ragihand ku Faîq Dêrkî dawî bi jiyana xwe aniye.
Vê bûyerê dil sarî di nava Qadroyên Rojava Kurdistanê de çêkir, Mezlûm yek ji wan kesên nêzî Faîq bû ku pir xemgîn dibe, lê belê xemgîn bûna xwe îlan nake, Mezlûm di hejmareke erkên siyasî de cî digre, wî pêşde çûna xwe gelek bi bêdengî û bêy ku tu kes hest pê bike domand û hejmareke Qadroyên Rojava li xwe kom kirin, di gelek erkên girîng û hesas de cî girt, wî li hember PKK’ê awayê tekoşîn û xebata xwe ne guherand.
Li sala 2011an û digel bûyerên Sûryayê, tevgerek li Rojava Kurdistanê ava dibe û Ceneral Mezlûm di kom kirina hêza leşkirî li Rojava roleke mezin dibîne, li sala 2016an li wexta êrîşa balefirên Tirkiyê li ser çiyayê Qereçûx, Mezlûm Ebdî digel şandeke arteşa Emerîkayê serdana ciyê bordomanê dike û piştî wê bûyerê rêya Ceneral bûnê hêdî hêdî ji bo Mezlûm Ebdî tê vekirin.
Erê “daynesorên PKK’ê” ji Ceneral bûna Mezlûm Ebdî nerazî ne?
Di nava kurdan de rûyên nû di sîyasetê de derketin, nerînên cuda jî tesbît kirin ku bo jinavbirna kultûra desthilatdariya teng, PKK Kurdan weke yek Serok û yek Partî û yek aydolojiya xwe disepîne, ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku PKK ji Ceneral bûna Mezlûm Ebdî aciz û nerazî ye, ji ber ku PKK tu caran li dervey Ocalan û giropa Enqerê di tu qadekê de naxwaze kesekê nû were pêş, di nava PKK de bi vî awayî girupeke Daynasoran heye bi navê “giropa Enqerê”, dîroka PKK’ê jî eşkere dike ku her kesê bi wî awayî hatye pêş hatye jinavbirin, bo mînak “Çetîn Gongor bi kod navê Semîr” û “Mihemed Şener” û gelek kesên din, heya ku di xebatên siyasî jî de PKK rê nade tu kesekê din pêşde biçe, dijber ya PKK’ê ji bo “Selaheddîn Demîrtaş” jî bi sedema heman fikra PKK’ê ye.
PKK’ê agirbesta Mezlûm qebûl nekir û Cemîl Bayîk go ku çi dibe bila bibe
Ceneral Mezlûm dabû diyar kirin ku ew amadeye bacê bide neku Gel were qirr kirin, piştî vê daxweyanîya Ceneral Mezlûm û piştre tenê bi rojekê “Cemîl Bayîk” gotarek weşand û têde diyar kir, “çi dibe bila bibe, emê bo paşve ne zivirîn, emê şer bikin û emê serbikevin”, ev jî bi wê wateyê tê ku PKK’ê agirbesta Mezlûm bicî kirî qebûl nekir û ji wê biryarê xwe bê alî kir, ev demeke hinek gotin di nava PKK’ê de tên belav kirin û dibêjin: “Ceneral Mezlûm weke mêrekî bi tena serê xwe tev digere û guhdarî me nake û biryarên PKK’ê bicî nake”.
Rêxistna PKK’ê xwedî sentiralîyeteke dijware û hemû rêxistinên herêmî û Qadroyên wê pêwîste li pey wê sentiralîyetê were birêvebirin û bi tu awayî derfetê nade rêxistinên bi ser wê ve bi tena serê xwe tev bigerin û her tekoşîneke hem awa bi metirsî li ser xwe dibîne, ji vê rastiya PKK’ê diyare ku ew pir ji Ceneral bûna Mezlûm aciz û torene.
PKK’ê Ceneral dorpêç kiriye û ew bi merc dikare biryarê serbest bide
A rast jî ku Ceneral Mezlûm ger bixwaze erka Ceneral bûnê bicî bike, pêwîste ew ji vê desthilatdariya dijwar a PKK’ê dûr bikeve, ji bo ku bikare biryarê serbest bide, li heman demê pêwîste weke PKK’ê dijatiya partî û aliyên Kurdistanî neke, nasnameya Kurdatiyê pêşde bibe û rêzê li hizrên hemû aliyên siyasî bigre û di nava diyaloga hemû partîyan de be.
Daxweyanîya Mezlûm a roja 24/10/2019an wexta dibêje: “ez zor sipasî Serok Barzanî dikim”, ji vê gotina Mezlûm eşkere dibe ku fikra wî ji fikra PKK’ê a li hember Serok û Partîyên Kurdistanê cudaye.
Ceneral Mezlûm heya ku bibe Ceneral tişta ji dest wî hatî kir, lê belê di navbera dagîrkarên dewleta Tirkiyê û dorpêça PKK’ê de ku metirsî ketiye ser jiyana wî, em hêvî dikîn ku Ceneral Mezlûm vê metirsiyê derbas bike û erkeke neteweî birêve bibe.