Çavkaniyên fermî yên Hindistanê ragihand ku Efserên ser bi yekeyên parastina jîngehê Fîleke bi tiris desteser kir, ev Heywanê mezin bibû sedema kuştina 5 kesan, lê di heweke berifreh a polîs û Efserên ser bi yekeyên parastina jîngehê, ev Fîle tê desteser kirin.
Li gor raporeke AFP Efserên jîngehê bi rêya Bikaranîna Mêş hingivan, bi ciyê vî Fîlî ketin ku ev bo dema çend rojan bû xwe li Bakûra wîlayeta Osame veşartî.
Efserê berpirs di vî warî de ragihand, rêkarên dawîyê îro me encam dane, du gulle ber bi vî Fîlî hatîne avêtin, taku ev fîl aram bibe. Herweha raghand ku rêkarên pêwîst ji bû veguhastna vî Fîlî ji bo daristaneke dûr ji mirovan dest pê kiriye.
Ev Efserê daristanê dibêje: ev Fîl bûye sedema kuştina 3 jinan û 2 zelaman.
Efserên navçeya ku Fîlî êrîş kiriye ser dibêjin: bi wê radeya ku parastina canê mirovan ji bo me girînge, ewqas jî azadiya vî heywanî, herçend ku heywaneke wehşî ye ji bo me girînge û yeke ji erkên me ên sereke, jiber vê yekê wê ev Fîl were hinartin ji bo cîyekî bi ewle.
Rapor amajê bi vê yekê didin ku di dema 5 salên dawyê de, 2300 kesan ji egera êrîşa Fîlan li Hindistanê, canê xwe ji dest dane.
Ji sala 2011an heya niha 700 Fîl hatîne kuştin, ev di demekê de ye ku pisgirêk ne ji Fîlaye, belku sedema vê yekê, biçûk bûna ciyê jiyara van heywana ye.