Piştî 41 salên damezrandinê û bi şehîd dana 40 hezar ciwan û wilatparêzan heya niha nikariye 40 metran ji xaka kurdistanê rizgar bike
Gelê kurd li Bakurê Kurdistanê ev dema 100 salane berxwedanê dike li dijî dewleta dagîrkar a Tirkiyê, herçend ku civaka kurdî bi taybetî li Bakurê Kurdistanê jiber deshilata ‘Osmaniyan û ‘Eşîretgerî û olî nikarîn bi diristî ji hest û hizra neteweyî fêhim bikin û mîna gelên din li babetên neteweyî mîze bikin, lê belê hin caran weke mîrgehên serbixwe karîne desthilatdariyê li hinek beşên Kurdistanê bikin.
Paş jinavçûna Împiratoriyeta ‘Osmanî û parve kirina xaka vê împiratoriyetê dinavbera dewletên împiryalîstî û jêvebûna beşeke herî mezin ji vê împiratoriyetê û dirist bûna dewletên nû ên neteweyî, gelê kurd weke her car hem ji aliyê dewletên împiryalîs hem jî ji aliyê dewletên derdûr ku hin caran xwe weke heval rêyên kurdan didin nasandin hatin pişt guh xistin û xaka wan jî liser dewletên “Tirkiyê, ”Îraq, Sûriyê û Îranê” dabeş kirin.
Piştî şerê cîhanî ê yekê Mistefa Kemal Ataturk digel şêx û rîhsipî yên kurd civînek encamda û karî wan razî biket ku kurd mil bi milê Tirkiyê şerê li dijî dewletên rojava biket, Etaturk bi rêya hinek sozên bê binema û dûr ji rastiyê karî van kesan razî biket ew soz jî ev bo ku wê komareke hevbeş jibo “Tirk û Kurdan” ava bike, komareke weha ku ti cudahî dinavbera kurd û Tirkekê de nebe, lê belê paş ragihandina komara Tirkiyê Etaturk hemû sozên xwe ji bîr kirin û li dijî kurdan tevgeriya û hewl da kurdan tune bke, jiber vê yekê li Bakurê Kurdistanê hejmareke şoreşên yek li pey yek hatin encamdan weke şoreşa şêx Se’îdê Pîran li sala 1925an ku piştî do salan ji îlan kirina dewleta Tirkiyê hat encamdan lê belê paş sê heyvan ev Şoriş bi girtna Şêxê Kal û heval rêyên wî û bidarve kirina wan bi dawî hat.
Li sala 1927an heya sala 1930an de li b serkirdatiya ceneral Êhsan Norî paşa şoreşa Agirî “Ararat li Bakurê Kurdistanê hat encamdan lê belê ev Şoriş jî bi pîlaneke qirêj dinavbera Tirkiyê û Îranê de rastî şikestinê hat.
Li sala 1937an de Seyîd Reza ê Dêrsimî şoreşek din li bakûrê wilat dest pê kir lê belê ev Şoriş jî bi pîlaneke qirêj a dewleta Tirkiyê rastî şikestinê hat û Seyîd Reza û heval rêyên wî digel korê Seyîd Reza hatin bidarve kirin.
Paş jinavbirna van şoreşan bi taybetî şoreşa ceneral Êhsan Norî Paşa li çiyayê Ararat dewleta Tirkiyê go ku me ji bo heta heta çîmento liser tirba dewleta kurdî da û wê ti carên din ev babet nehê azrandin!
Paş van şoreşên me nav lê anî hejmareke rêxistin û partîyên biçûk li Bakurê Kurdistanê dinavbera salên 1940an heya 1970yan de ava bûn lê be nekarîn bandoreke mezn liser dewleta Tirkiyê û bizava rizgarî xwaz a Kurdistanê de bikin.
Li sala 1974an de, Giropeke din bi navê giropa “Apoçîyan” li Bakurê Kurdistanê serhida, li destpêkê ev girop, weke giropek xwedî aydolojiya çep tev digeriya, li sala 1977an de endamên vê giropê li Enqerê bûn, lê belê wan biryar dan vegerin navçeyên kurdî û li wir dest bi xebatê di kir, paş derbasbûna salekê li 27 çirîya duyemîn ya sala 1978an de, ev grope biryarê li ser dirist kirina partîyekê didin, û yek ji endamên vê giropê bi navê “Ferhad Kortay” navê wê partiyê bi partîya karkerên Kurdistanê PKK’ê bi nav dike.
Di kongreya yekemîn ya vê partiyê de, Ebdulla Ocalan weke serokê partiyê û 7 kesên din weke endamên komîta navendî hatin hilbijartin, li sala 1979an vê partiyê dest bi xebata çekdarî li dijî dewleta Tirkiyê û hinek hozên kurdî yên Bakurê Kurdistanê kir, ev yek heya kodetaya sala 1980an bi seroktiya “Knan Evrem” berdewam kir, piştre endamên PKK’ê ketin bi kuştin û girtinê û ev yek bo sedem ku beşek ji endamên PKK’ê herin Libnanê.
Li sala 1984an de, PKK’ê hêza Rizgariya Kurdistanê “HRK” damezrandin û li 15 Tebaxa heman salê şerê çekdar bi awayeke fermî û bi seroktiya Mesûm Korkmaz “heval Egîd” li dijî arteş û hikûmeta Tirkiyê li navçeyê Şemzînan dest pê kir.
Di kongreya sêyemîn de li sala 1986an de, PKK biryarê dide hêza Rizgariya Kurdistanê bikete arteşa Rizgariya gelê Kurdistanê, “ERGK”, her wiha ekadîmî a serbazî ya Mesûm Korkmaz damezrand.
Li sala 1993an de, Ebdulla Ocalan li dola bîqa’ li Libnanê di konferenseke çapemeniyê de, agirbest li gel dewleta Tirkiyê ragihand, lê bi sedema bin pê kirina dewleta Tirkiyê agirbest hat hilweşandin.
Salên li notan ji sedeya rabûrî bi dijwar tirîn salên xebata çekdarî ya PKK’ê li dijî Tirkiyê dihên nasîn ku heya sala 1999an ev şer berdewam bû, lê paş desteser kirina Ebdulla Ocalan rêberê vê partiyê li 15 şobata sala 1999an li nayrobî ya paytexta kînyayê ev şer ber bi sistbûnê çû.
PKK’ê di dîroka xwe de 11 kongre saz kirîne û 9 caran agirbesta tek alî digel dewleta Tirkiyê ragihandiye û 3 caran logo ya xwe guherîye, paş derketina PKK’ê heya niha pêtrî 4 hezar gundan li Bakurê Kurdistanê bi sedema şerê PKK’ê digel dewleta Tirkiyê hatine çol kirin û xirab kirin.
Li gorey axaftina Duran Kalkan endamê komîteya navendî a vî partiyê û endamê desteya seroktiya KCK’ê, bi sedema şerê li dijî dewleta Tirkiyê heya niha pêtrî 40 hezar endam û alîgirên PKK’ê û wilatîyên kurd hatîne kuştin lê pirên li vir serhildidin evin:
Gelo paş 41 salan xebat û 40 hezar şehîdan PKK’e karîye 40 metran ji xaka Bakurê Kurdistanê azad bike?!
Çima PKK’ê dest ji xebata ji bo kurdistana mezin berda û bû cêbcîkara heza dewleta Tirk ji bo jinavbirna wilatparêzên kurd?!
Gelo çima PKK ku heya niha nikariye 40 metran li Bakurê welat rizgar bke xwe bi xwediyên her çar parçeyên Kurdistanê dizane?!
Çima li her ciyê bas li dewleta kurdî hat kirin PKK jî mîna dewleta Tirk li dijî vê yekê derdikeve û dewleta kurdî qebûl nake?!
Bê goman ev pirse û sedan pirsên din ên weke van hene ku niha di serê her wilatparêzeke kurd de ne.
Murat karaylan jî ku endamê komîteya navendî a PKK’ê her wiha berpirsê hêzên parastina gel “HPG’ê” ye di nû tirîn daxweyanîya xwe de dibêje: “piştî şorşa Agirî yê ev yek hat bas kirin ku êdî hizra kurd bûn û kurdistanî bûnê û xeyal kirina Kurdistanê hat çîmentu kirin, û kurd bûnê wefat kir û tirba wê bi çîmentu hat dagirtin, lê belê bi derketina PKK’ê gelê kurd di kesatiya PKK’ê de derket û ew çîmentu hat şikandin”.
Ev gotina karaylan û hemwext bera wî Duran Kalkan endamê komîta navendî a PKK’ê û desteya seroktiya KCK’ê tekez kiriye, weke diruşmên balkêş tên meyze kirin, lê belê di esas de her tişt Ekis tê dîtin, PKK’ê reftara û siyaseteke herî zelal li dijî berjewendiyên Kurdistanê û wan wilatparêzên kurd li her çar parçeyên Kurdistanê dimeşîne.
Dibe ev axaftinên van endamên serkirdatiya PKK’ê bi komêdî tirîn axaftin mêze bikîn, gelo ev bas li ç cure kesatiya kurdî dikin ku di PKK’ê de zîndî bûye?
Partîyek ku yekem car bi silogana kurdistana mezn bi hezaran ciwanên kurd bi destê dewleta Tirkiyê daye şehîd kirin, çewa bû partîyek ku niha azadiya rêberê wê û biratiya bi zor a digel Tirkan bûye armanca wê ya sereke?
PKK ku bi diruşma kurdistana mezin hatbû ava kirin paşan hate ser Xweseriya demokratîk û paşan biratiya gelan, niha û paş bi kuştin dana 40hezar kurdan û xerab kirina 4hezar gund û bajarên Kurdistanê hêjan nasekine û hewl dide li diruşmê xwe a kurdistana mezn xwedî derkeve, lê belê xwedî derketineke serobin û pêşkêş kirina Kurdistana mezin bi Tirkiya a mîratgira Osmaniyan.
Ger çavên xwe vekîn û dûr ji dîtnên teng ên partatî bifikirîn wê bibînîn ku ev axaftina li serê bi temamî raste, rastiyeke bi êş û teil, jiberku niha PKK bûye mezintirîn alav û behane di destê dewletên dagîrkarên Kurdistanê bi taybetî dewleta Tirkiyê jibo radest kirina kurdistana mezn bi vê dewletê dibêjn çewa?
Haydê emî bas bikîn çewa, paş wê yekê ku PKK bû sedema serêşeyên herî dijwar ji bo Başûrê Kurdistanê paş têkçûna rewşa sûryê ji bo kurdistana rojava jî bû sedema serêşî û nexoşiyan, PKK’ê yekem car navê kurdistana rojava guherî bi rojava û paşan Bakurê sûryê, ev yek jî jibo ragirtina dilê hikûmeta Sûriyê û Tirkiyê û bicî kirina siyaseta xwe ya şaş bi navê biratiya gelan.
PKK’ê rêneda hewlên Ewropa û wilatên Rojava ji bo rêgirtinê li dagîrkariya Erdogan bo Rojava Kurdistanê serbigrin
Ev hewla PKK’ê li rojava Kurdistanê hemwexta hewl û bizavên dewletên rojava bi taybet ewropa û Emerîka ku di xwestin desthilata Qendîlê û bandora wê li ser Rojava nehêlin, daku bikarin îdareya Rojava Kurdistanê bikin û ji bo vê yekê jî emerîkayê navê YPG’ê bo HSD’ê guherî ev yek jî taku bikarin desthilata rojava ji PKK’ê dûr bikin, ew PKK ya ku di lîsta terora Emerîka û Ewropayê de, lê Qendîlê ew yek qebûl nekir û bi hemû awayekî xwe bi xwediya ne tenê rojava Kurdistanê belku bi hemû Kurdistanê da nasandin û rê neda ev hewlêr wlatên Ewropayê û endamên Natoyê ji bo rêgirtinê li êrîşa dagîrkariya Tirkiyê bo ser rojavayê Kurdistanê serkeftinê bînin.
Bi gotneke din, PKK bûye dardesta Tirkiyê û cîbicî kirina ecindayên wê li hemû navçeyên Kurdistanê.