Çima erê ji bo lîsteya PDK’ê ya hejmara 190 û Mesrûr Barzanî?

Di 20î Cotmehê de hilbijartinên parlementoya Kurdistanê tên lidarxistin, Her kesê ku diçe ser sindoqê, divê bizane ku Kurdistan ne welatekî Skandînavyayê ye. Ji ber ku Kurdistan li nav tengasiya Rojhilata Navîn de hewl dide li ser piyan bimîne û di nav erdnîgariyekê de ye ku ji aliyê dagirkeran ve hatiye dorpêçkirin û şer berdewam e. Ji ber vê yekê, di hilbijartinan de ne ji bo gotinên xweşik, sozên romantîk û kesayetiyên nepixandî, lê belê divê deng ji bo hêzeke bi tecrûbe, bihêz û îspat kirî bê dayîn ku bi rastî dikare Kurdan ji agirê Rojhilata Navîn rizgar bike.

Çi hûn alîgirê PDK ê bin an jî na, hûn ê bibînin ku aliyê ku di navbera didanên Bexda û Tehranê de nayê perçiqandin, wek dîplomatekî li ser maseyê rûdine, danûstandinê dike û teslîm nabe, ew lîsteya PDK ê ye ku Mesrûr Barzanî serkêşîya wê dike.

Erê ji bo lîsteya hejmara 190, ji ber ku ev lîsteya tevgera Barzanî ye. Ev lîste, helwesta Kurdistanî û daxwaza azadiyê ye ku ji Ehmedê Xanî heta Şêx Ubeydullah Nehrî, û ji wan derbasî Barzaniyan bûye. Ji ber ku ev lîste helwest û tecrûbeya tevgereke siyasî ye ku li dijî peymana Lozanê ya ku Kurd parçe kirine rabûye û ew peyman red kiriye. Dengdana ji bo vê lîsteyê, dengdana ji bo Kurdistanî bûnê ye.

PDK di vê hilbijartinê de ne tenê bi partiyên siyasî re hevrikî dike. Ew bi hêzên dagirker ên ku piştgiriya van partiyan dikin û bi peymankaran re ku di eniya dijî Kurdistanî de ne, hevrikî dike. Ew bi rejîma Şiî ya Bexdayê ya ku dixwaze statûya Kurdistanê teng bike û heta wê ji holê rake û şûna Kurdistanîbunê Iraqîbûnê bisepêne, hevrikîyê dike. Ew bi bêedaletiya Dadgeha Federal a Iraqê re ya ku sîstema hilbijartinê guherand ji bo hêza PDK ê bişkine re hevrikiyê dike.

Ew bi hewldanên Dewleta Îranê re ku Bafil Talebanî di xemilînin û li ser Kurdan disepînin re hevrîkîyê dike. Ew bi medyaya PKK ê ya li Stenbolê re ku dixwaze li gorî ajandeya dewleta kûr a Tirkiyeyê, Kurdan bike dijminê Barzaniyan re hevrikîyê dike. Ew bi partiyên bi navê Îslamî ku bi piştgiriya Îran û Tirkiyeyê olê îstîsmar dikin da ku nasnameya neteweyî ya Kurd lawaz bikin re hevrikiyê dike. Ew bi Şahsuwar û Bafil re ku ji aliyê lobiyên dij-Kurd yên herêmî û Rojavayî ve têne biriqandin re hevrikiyê dike .

Lê binêrin, li pişt hemûyan hêzek heye ku ji Kurdistanê hez nake. Sedemên ku Seddam 8 hezar Barzanî bi saxî binerd kirin çi bûn, îro jî sedemên dijberiya dagirkeran a li hemberî Barzaniyan heman sedemin. Ji ber ku di 150 salên dawî de bê navber di têkoşîna serxwebûna Kurdistanê de rol lîstine û niha jî di Kurdistanê de alaya serxwebûnxwaz û azadîxwaz Barzanî hildigirin û hêza wan heye ku vê alayê hêj bilind bikin.

Eger partiyên din îro behsa Kurdistanê dikin, sedema wê hebûna PDK ê ye. Eger PDK tune be, ev ê bêyî ku bibêjin Kurdistan, xwe teslîmî Bexdayê bikin. Ji ber vê yekê, her kesê ku li dijî Iraqîbûna Kurdistanê ye û azadîxwaz e, çi layengirê PDK be çi nebe, divê dengê xwe bide lîsteya 190.

Çi hûn dilsozên PDK bin an jî nebin, eger hûn dixwazin zarokên we di Kurdistaneke modern, aram û ewletir de bijîn, divê hûn piştgiriya lîsteya 190 ango Mesrûr Barzanî bikin. Mesrûr Barzanî nûnerê modern ê tevgera Barzanî ye ku dîroka wê ji 130 salan derbas dibe.

Hikûmeta Mesrûr Barzanî di mercên dijwar de hat ser kar. Lê bi jîrîya xwe ya dîplomatîk, piştî dagirkirina Kerkûkê, axa mirî ya li ser Kurdistanê rakir û Kurd ber bi pêşerojek ronak ve bir.

Di dema serokwezîriya wî de, Bexdayê wek rêbazeke şerê taybet mûçe birîn û xwest bi tevgereke hundirîn hikûmetê teslîm bigire, lê bi ser neket.

partîyên kirêgirtî wek PKK ê 9 pêşmerge şehîd kirin, bazarên Hewlêr û Duhokê şewitandin, lê dîsa bi ser neketin.

YNK gelek caran weke şantaj xwe ji hikûmetê vekişa û hewl da karên hikûmetê asteng bike, lê dîsa jî bi ser neket.

Îranê gelek caran bi mûşekan li Hewlêr xist, lê dîsa jî nikarîbûn Mesrûr Barzanî bînin ser xeta xwe.

Mesrûr Barzanî dorpêçkirina li ser partiya xwe, hikûmeta xwe û xwe dît û tevî hemû provokasyonan, bi nêzîkatiyeke hişmend nîşan da ku ew dewletmedarekî cidî ye ku nakeve dafika dijminan. Bi pêgavên dîplomatîk, hikûmeta Hewlêrê vejand. Wî dest bi avakirina sîstemeke li ser bingeha çandinî û hilberîna berhemên xwecihî kir û li Kurdistanê şoreşa aborî ya millî kir. Sîstemeke bihêz a bingehîn û pergala veguhastin rê û bana ava kir.

Ji kîjan aliyî ve dixwazin binêrin, di pêşeroja dijwar de kesê ku dikare berpirsyariya vê hikûmetê hilde, Mesrûr Barzanî ye.

Û tê gotin ku dema mirov di rûbarî derbas dibe, ne hewceye hesp bi guhere, di vê rewşa êrîş û şer de jî hikûmet nayên guhertin, ji ber vê yekê her kesê ku li welatê xwe û pêşeroja xwe difikire, çi endamê PDK be çi nebe, divê dengê xwe bide lîsteya PDK ya hejmara 190 ku Mesrûr Barzanî pêşengiya wê dike. Lîsta avadanîyê, lîsta xweragirîyê, lîsta xwe neçemandinê û lîsta pêşerojekî azad bo xak û niştiman.

 

Pustên heman beş