Îslama siyasî li Başûrê Kurdistanê û çend axaftinek

Di 20î Cotmehê de hilbijartinên parlementoya Kurdistanê tên lidarxistin, di van hilbijartinan de hejmareke partiyên cuda û kesên “serbixwe” beşdar dibin, partiyeke weke PDK’ê bi bişt bestin bi dîroka xwe qala aramî, avedanî û xweragiriyê dike, YNK basî roxandin û jinavbirina hikûmetê dike û partiyên îslamî jî ti projeyekî wan tune bi tenê ev nebe ku ji alîgirên xwe re dibêjin emê tûrkên we tije bikin ji xêra!

Lê belê partiyên Îslama siyasî xeteriyeke pirr mezin li ser welat çêdikin, dîrok dîdevane li ser vê axaftinê, ji ber ku li her welatekî ku partiyeke girêdayî Îslama Siyasî gihiştibe desthilatê ew welat ber bi lawazî û felaketê ve biriye, mînak jî li ber çavin, Misir, Yemen, Efxanistan, Îraq, Sûdan û gelek welatên din.

Çima em dibêjin partiyên girêdayî Îslama Siyasî xeteriyeke mezinin li ser civakê? Ji ber ku ev partiyane azadiyên kesayetî sînordar dikin, dest dixin jiyana rojane ya xelkê, programên xwendinê diguherin, bi awayekî ku ligel rewtê wan yê fikrî û eqîdî bigunce, xwendina waneyên olî di dibistanan de zêde û xwendina waneyên zanistî heya ku dikarin kêm dikin da ku bikaribin civakê ji pêvajoya cîhana pêşkeftî û modern dûr bixin.

Ev partiyên Îslama Siyasî têkiliyên dîblomasî li ser berjewendiyên hevpar yên diblomasî yên di nêvebra dewleta de ava nakin, belku têkiliyên wan li ser bingeha dijmindarî û hevirkiyên bi wan dewletan re tê avakirin yên weke dijberên xwe dibînin, ew ji siyasetê pir dûrin.

Kêmasiyên partiyên Îslama Siyasî pirr zêdene û heger heyanî sibe bas bikîn emê nekarin xelas bikin, em vegerin ser partiyên Îslama Siyasî yên Başûrê Kurdistanê ku bi slogan û bangeşeya xwe ya derew dixwazin li başûrê Kurdistanê kursiyên zêdetir di parlementoyê de bi dest bixin, partiyên îslamî yên Başûr ku yan girêdayî Misrê, Îran yan Tirkiyeyê ne û ji aliyê wan ve tên piştevanîkirin xwe ji ti derewekî nadin paş, ji derewên bi navê xwedê û pêxemberan bigre heya digehe derewên bi navê pêşmerge, bi ti awa şerm nakin û weke kesekî ku ti bawerî bi roja dawiyê nebe, bawerî bi wê yekê nebe ku derew guneheke mezine, bi taybetî ger ji boy vê yekê be ku tiştekî bi dest bixin, derewa tê ser zimanê wan dikin.

Em du mînakan li ser derewên van partiyên Îslama Siyasî bibêjin;

Dema bajarê Duhokê di meha Adara îsal de rastî lehiyê hatî û hejmareke zêde ya malbatên rastî zirarê hatîn, her kesê dît, kurê serok Barzanî, fermande Mensûr Barzanî her zû ket tevgerê û alîkariya mexdûran kir, xelk di şeva yekem de di hotelên herî baş yên Duhokê bi cî kirin, pere û pêtir ji 118 yekeyên akincîbûnê bi ser mexdûran parve kirin, bi hejmareke pêşmergeyan re tev koçe û kolanên Duhokê ji paşmayên lehiyê pakij kirin û bi qasî ku ji dest wî dihat alîkarî kir, lê belê niha partiyên îslamî çi dibêjin?

Yek ji namzetên Komela Dadgarî ku partiyeke Îslama Siyasî ye di vê derbarê de çi dibêje? Dibêje, dema Duhok rastî lehiyê hatî, ev kadro û saziyên me yên xêrxwazî bûn di hewra xelkê Duhokê çûn, ew ne desthilat bû, ew em bûn, helbet dema dengê xwe blind dike vê yekê bas dike ew bi xwe jî bawer ji xwe nake, ji ber ku her kesî bi çavê serê xwe li ser şaşeyên Tviyan dît ka kî bû alîkarî kirî.

Dibêjin em vî welatî bi xwîna xwe diparêzin, lê belê dema xeterî ketî ser Başûr û DAIŞê êrîş kirî, ti yek ji wan neçû çeperên pêşmerge de heya ku bergiriyê ji vê axê bike, ne bi tenê çek hilnegirt belku bi ti awa alîkariya pêşmergeyan nekir, li dijî DAIŞê daxuyaniyeke bi tenê jî neda, negot ev zalimin, ev kafirin, ji ber ku bi hêvî bûn Başûr bikeve destê DAIŞê heya ku DAIŞ wan weke emîrên xwe yên bawer pê kirî li ciyekê dane û bikarin fikrên xwediyên xwe “Iran, Tirkiye û Îxjinwan al-muslimîn” li wir cîbicî bikin.

Li başûrê Kurdistanê partiyên Îslama Siyasî, behsa umetê dikin, behsa wekhevî û biratiyê dikin, behsa dadwerî û edaletê dikin, bi dengek bilind dibêjin “em misilman birayên hevin” bi navê misilmantiyê piştgiriya misilmana li Filistîn û deverên din yên cîhanê dikin, lê belê dema Tirkiye û Îran êrîşî ser Kurdistanê dikin, bê deng dimînin û wan şermezar nakin, ji ber ku li cem wan, ax û welat ne pîrozin.

Kadroyên van partiyên Îslama Siyasî derdikevin medyayê û bi dengek bilind diqîrin li virr demokrasî tuneye, ev desthilateke dîktatore, edalet tune, lê fêm nakin her qîrîna van axaftina bi xwe nîşaneya hebûna demokrasiyê ye, ger demokrasî û azadiya ramanê li Başûr tunebûya, ne ew dikarîn partiyekê çêkin û nejî dikarîn di medyayê de bi vî awa bi axivin.

Bi kurtasî em bibêjin, ger gelê Başûr dixwaze di jiyaneke xweş de bijî û Başûr mîna Xezzeyê neyê wêrankirin, mîna sala 2012an dema Îxwan El-Muslimîn li Misrê bûye desthilatdar azadiyên kesokî neyên zincîrkirin, mîna Sûdanê şereke navxwe yê Olî çênebe, ezmûna Îslama Siyasî ya li tûnis û cezaîrê tecrûbe nekin, nasnameya xwe ya netewî wenda nekin û ber bi Erebbûnê ve neçin, divê deng bi van partiyên îslamî nedin.

Piraniya kurdan musilmanin, musilmantiyek pakij ji bav û bapîrên xwe wergirtiye û ferzên xwe yên Olî bi temamî cîbicî dikin, kurd ne hewceyî ti partiyeke Îslamî ya Siyasîne ku wan fêrî Ola Îslamê û welatparêziyê bike.

Pustên heman beş