Psîkolojiya ku di bin amîgotîya PKK’ê ji bo Bafil Talabanî de veşartî çi ye?

Psîkolojiya ku di bin amîgotîya PKK’ê ji bo Bafil Talabanî de veşartî çi ye?

Dema propagandayê ya fermî ji bo hilbijartinên gera 6emîn a Parlamentoya Kurdistanê bi dawî bû. Di nav yek an du rojan de hilbijartin wê pêk were. Bêguman gelek aliyên vê pêvajoya hilbijartinê hene ku divê were nirxandin.

Di dema propagandaya hilbijartinê de, bi rastî koalîsyonek li dijî PDK’ê hebû. Yanî tu kes ne li dijî hev bû, lê hemû kes li dijî PDK’ê bû. Diyare ku koalîsyona li dijî PDK’ê beşek ji ajandaya hêzên dagirker ên herêmê ye (em bi baldarî dibêjin ne tenê Îran û Iraq, lê di nav de Tirkiye jî).

Lê belê, mijarek sereke ku em dixwazin behsa wê bikin ew e ku PKK hilbijartin wek mijarek jiyanî ji bo xwe dibîne û bi eşkereyî piştgiriya YNK’ê dike. Ji bo vê yekê, wan medyayên xwe û kadroyên xwe wek piştevanên hilbijartinê yên Bafil Talebanî peywirdar kirin. Amed Dicle û Eziz Koylûoğlu hewl dan ku bingeha teorîk a vê yekê ava bikin. Ne bes bû, endamên PYD’ê daxwaza dengdayînê ji bo YNK’ê kirin. Ev jî ne bes bû, rêveberiya KCK’ê daxuyaniyek da û “bi şêwazekî şermokî gotin dengê xwe bidin YNK’ê, hişyar bin nedin PDK ê”.

Di rastiyê de, di hilbijartinê de aliyê ku PKK bi rastî piştgiriyê didiyê ne tenê YNK’eye, PKK di rastiyê de piştgiriyê dide rêveberiya navendî ya Bexdayê û milîsên Heşdî Şebî. PKK rêveberiyeke xurt a Hewlêrê wek astengek ji bo xwe dibîne. Sistemên tarî yên wek Silêmaniyê ku bi awayekî mafyayî tên birêvebirin û her kes dikare her tiştê xerab bike, derfetê dide PKK’ê ku karên xwe yên derveyî qanûnê pêk bîne. Ji ber vê yekê, armanca siyasî ya PKK niha ew e ku Îran, ku di ajandaya wê de cih girtiye, li Iraqê xurt bibe û Bexda jî li Hewlêrê xurt bibe. Bi vî awayî, dê qada tevgerê ji PKK’ê re baş vebe.

Bêguman, gelek aliyên sazûmanî, îdeolojîk û siyasî yên piştgiriya PKK’ê ji bo YNK’ê hene. Lê aliyekî wê yê psîkolojîk jî heye. Rastî eve ku pêşewayekî wek Bafil Talebanî hemû serokatî û rêveberiyên PKK’ê paqij dike…

Tê gotin ku “çiqas sûc belav bikin, sûç ewqas mehsûm dibe”. Di rastiyê de, PKK’eyî dixwazin rastiyên xwe veşêrin bi belavkirina sûcên ku ew bi xwe têkildar in. Mînak, ew dixwazin kesekî wek Bafil Talebanî wek serok bibînin da ku xayintiya serokê xwe veşêrin. Binêrin, ev hemû kadroyên PKK dirûşmeya “serok Apo, Rêber Apo” didin. Ew dibêjin ku ramanên Ocalan dê cîhanê rizgar bike: lê dema ji wan tê pirsîn ka çima Evdila Ocalan, hema ku li Kenya ket balafirê got “Ez dixwazim xizmeta dewleta xwe bikim” Dema ji Apocîyan tê pirsîn ka çima Ocalan, heta roja ku hat girtin ji Kurdan re dewlet dixwest, lê piştî ku hat girtin çima got “Ez ji Kurdan re dewlet naxwazim”, nikarin bersiveke berbiçav bidin. Lê belê bersivek tenê heye: Ocalan Kurd, partiya xwe, rêhevalên xwe, hemû dostên xwe firotine dewleta Tirk.

Û ji dîrokê heta îro, yanî ji sala 1999’an ve (em qet behsa demên berê nakin da ku mijar dirêj nebe), PKK û dewletên dagirker bi hev re xayintiya Ocalan veşartine û wî wek serok pêşkêşî Kurdan dikin. Niha heman tişt ji bo Bafil Talebanî jî derbas dibe. Hemû PKK’eyî, di nav de rêveberî jî, dizanin ku Bafil Talebanî fêrkarekî madeyên hişber e, hemû dizanin ku Bafil Talebanî mafya ye, hemû dizanin ku Bafil Talebanî Kerkûk firotiye Heşdî Şebî. Hemû dizanin ku Bafil Talebanî yê ku li ser dikê wek kerekî dizirîne nikare serokatiyê bike. Lê ew dibînin ku bûna serok ya Kurdekî rizî û lumpen ê wek Bafil Talebanî dê xayintiya wan û ya Ocalan veşêre. Yanî bi Bafil xîyaneta Apo vedişêrin. Ji ber vê yekê PKK’eyî bi çar destan xwe bi Bafil Talebanî ve girtine.

Ji ber ku dema ew Mesûd Barzanî dibînin, dema ku wî wek çavkaniyeke bandordar a ji bo netewa Kurdan qebûlkirî dibînin, ew Ocalan ê ku “li dadgeha Tirk ji malbatên leşkerên kuştî lêborîn dixwest” tînin ber çavên xwe. Dema ku ew dibînin Mesrûr Barzanî di civînên navneteweyî de bersiva pirsa “Hûn xwe çawa pênase dikin?” bi “Ez pêşî Kurd im” dide, ew tînin bîra xwe ku Ocalan digot “Ez leşkerekî jîr ê dewleta Tirk im, ezê bibim taşaronê we, ez xwe ji her Tirkî bêtir Tirk dibînim û diya min jî Tirk e”. Mijarên siyasî li kêleke kê, serokatiya mirovên dêrîn bi rûmet û esîl rûyê rastîn ê PKK’ê yê bê esil eşkere dike.

Bêguman, ji Cemîl Bayik bigire heta Zubeyir Eydar, ji Amed Dicle bigire heta Remzî Qartal, hemû di hember helwesta bi rûmet û sernetewî ya Barzaniyan de xayintiya Ocalan tînin bîra xwe. Dema li Bafil dinêrin, ew dibêjin “Serokê me hê ji vî çêtir e”.

Ew bi zanebûn tevî ku dizanin Bafil Kerkûk firotiye wî diparêzin, ji ber ku bi vî awayî ew mijara di navbera Ocalan-PKK-MÎT de ya ku Efrîn di şevekê de teslîmî Tirkan kirî, asayî dikin.

Ew dizanin ku tayînkirina waliyekî li Kerkûkê di nav destên Heşdî Şebî de ji aliyê Bafil Talebanî ve çi zirarê dide hemû Kurdan, lê bi vî awayî ew hebûna xwe ya di nav destên Heşdî Şebî de li Şengalê asayî dikin.

Belê, di binê hêrsa PKK ê hember Barzanî û evîna wan ji Bafil Talebanî re  ne tenê sedemên siyasî, rizîbûna wan, lê herwiha bandora psîkolojiyeke wiha, xweperest û egoîst jî heye.

Pustên heman beş