Kî ye qezencker û windakerê rastîn ê hilbijartinên Kurdistanê?

Kî ye qezencker û windakerê rastîn ê hilbijartinên Kurdistanê?

Hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê ên gera 6emîn bidawî bûn û encamên fermî yên hilbijartinan hatin ragihandin. Encamên hilbijartinan kêm zêde derketin holê. Niha tê dîtin ku PDK bi zorbeyî deng wergirtine û serketîyê berbiçav ê hilbijartinan e.

Ferqek ewqas zêde heye ku li gelek deveran hemû partiyan nikaribûn bi qasî PDK ê dengan bistînin. Li Duhok, Akrê, Soran, Zaxo û gelek navçeyên Hewlêrê, PDK bi qasî hamû partiyên din deng wergirt. Her wiha dengan nêzî ji sedî 5 zêde kir. Helbet em ê li benda encamên fermî bin û paşê em ê pêvajoya avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê û aktorên wê nîqaş bikin. Ji bo vê hê zû ye, lê divê em encamên hilbijartinê di çend sernavên sereke de binirxînin.

PDK di hilbijartinê de ne bi partiyan re, bi lobiyên herêmî û navneteweyî re hevrikî kir…

PDK di pêvajoya hilbijartinê de bi partiyan re pikeberî nekir, di rastiyê de bi hêzên dagirker ên herêmî re hevrikî kir, bi taybetî Îran û Heşda Şebî ya Şîî û rêveberiya Iraqê re. planên Şikandina giran bû PDK ê ne plana YNKê tenê bû, ev planek herêmî bû. Di du salên dawîn de planek heye ku ji gelek aliyan ve hatiye bicîh kirin, di nav vê de ajendayek hebû ku bi taybetî armanca wê lewazkirina malbata Barzanî bû, ku armanca wan ew bû ku PDK bibe partiya 3 emîn. Ji aliyekî ve êrîşên lobiyeke li Emerîka yê û ji aliyê din ve êrîşên eniya Îran-Şîî bi tevahî li dijî rêbaza siyaseta Barzanî bûn. Hewlêr bi mûşekan hate lêdan, Heşda Şebî li qada xaza Kor Mor û Hewlêrê xist, Îranê fîlmên ku Serok Barzanî weke kesekî xerap destnîşan dikir çêkir, ji kesên wek Sharmine Narwani re gotar dan nivîsandin ku li dijî Barzanî. Iraqê bi neşandina meaşan hewl da ku hikûmeta Mesrûr Barzanî xirab bike, li Kerkûkê parêzgar ji sîstema hilbijartinê derxistin, budceya Kurdistanê kêm kirin. Wan heta qanûna hilbijartinên Kurdistanê jî guhertin û komisyona hilbijartinên Kurdistanê bêîtibar kirin û ji holê rakirin. komisyona hilbijartinên Iraqê anîn da ku bikaribin û PDK ê bikin partiya 3 emîn.

Li navenda welatên Rojava û Emerîkayê xebateke lobiyê ya navendî hate meşandin. Wan xwest ku komeke muxalif a Kurd a bi meaş biafirînin, kesên wek Şinyar Enwer bi pere bernameyên televîzyonê çêkirin, bi destê kesên wek Meki Amedi li dijî Hikûmeta Kurdistanê doz vekirin û li hember êrîşên Iraqê li ser Herêma Kurdistanê bêdeng man.

Yanî, ji referanduma serxwebûna Kurdistanê ve, şerek leşkerî, siyasî, civakî, aborî, hiqûqî û psîkolojîk li dijî Barzaniyan dest pê kirîye. Heya em vê rastiyê bereyê dijî PDK ê nebînin em ê vê tenê weke hilbişartinekî asayî binirxînin. Digel hemû layenên êrişkar, gelê Kurdistanê nîşan da ku ew palpiştîya PDK ê dikin. Bi vî awayî, gelê Kurdistanê hem piştgirîya xwe bo ji referandumê dupatkir û hem jî bi dengekî berz li dora tevgera dîrokî ya Barzanî kom bû.

Di hilbijartinê de kî bin ket?

Piştî ku me bi kûrahî dît ku PDK bi kê re hevrikî kir, em dikarin bersiva pirsa “Di hilbijartinê de kî bin ket?” bidin. Di hilbijartinê de her kesê ku dixwest Herêma Kurdistanê bike meydanek ji bo eniya Şîî binketin. Mînak, biryarên hilbijartin û kotayê yên ku Dadgeha Federal a Iraqê ji bo misogerkirina serketina  YNK ê wê bikin desthilatdar, binket. Siyaseta milîsên Heşda Şebî ku dixwestin Hewlêrê bikin navenda berjewendiyên xwe binket. Bafil Talabanî, yê ku navendê Şîî wek kerê ajotî nava zevîya mayînan, binket. Di rastiyê de, Bafil Talabanî rola kerê ajotî nava zevîya mayînan rol lîst. Her kes li bendê bû ku ew li mayînê biqelibe. Û ji ber ku wî hevsengiyên dîrokî û ontolojîk ên li Kurdistanê nedîtin, bi rastî jî li mayînê qelibî. Ji ber ku, wek ku Mele Bextiyar beriya mehekê hilbijartinê gotibû, “ew dîrokê nizane, dîroka YNK ê û pêvajoyên ku jiyaye nizane, têkiliyên di navbera YNK û PDK ê de nizane. Eger niha hilbijartin çêbibe, PDK dê partiya yekem be li Kurdistanê.” Bafil Talabanî nedît ku hewldana têkbirina PDK ê dê bibe têkbirina wî bi xwe jî, nedît ku dema PDK û YNK hevpeyman bûn her du alî jî di rewşa biserketin-biserketinê de bûn. Wî nedît ku YNK beşek ji PDK yê ye û bêyî PDK ê tu tişt nabe. Wî sînorên xwe bezandin û bi pêşî Serok Barzanî û hemû xetên sor binpê kirin. Ewqas hatibû xapandin ku wî difikirî ew ê di hilbijartinê de bibe partiya yekem. Bi taybetî, wî difikirî ku ew ê li Hewlêrê bi ferqeke mezin bi ser bikeve. Lê yek ji van xeyalan pêk nehat.

Lê hîn jî dê hin kes derkevin ku bixwazin Bafil Talabanî bi kar bînin û bi îhtimaleke mezin yên ku beriya hilbijartinê ew ajotîn qadê, vê carê dê di pêvajoya avakirina hikûmetê de wî bikin serkêşê alozîyê. Yanî di rastiyê de rola Bafil Talabanî hîn jî neqediyaye.

Planên PKK ê bûn zibil

Dema ku em wendakerên hilbijartinê dinivîsin, pêwîst e ku em rûpelek cuda ji PKK ê re vekin, ji ber ku plana PKK ê ji xwestina serkeftina partiya nêzîkî wê pir wêdetir bû. PKKê li gorî xwe lîstikek setrencê ava kiribû. PKK dizanibû ku helwesta dijberiya PDK ê û dijminatiya bi PDK ê re ya Bafil Talabanî di rastiyê de dê YNK ê biqedîne. Pkk ê lîstika xwe li ser vê ava kir. PKK ê çi ji destê wê dihat kir da ku Bafil Talabanî dehbide qada mayînkirî. PKK ê hemû saziyên xwe, partiyên xwe, medyaya xwe û hwd. ji bo propagandaya Bafil Talabanî terxan kir. Heta karîzmaya Mazlûm Ebdî jî ji bo Bafil Talabanî gorî bangeşeya Bafil kir. PKK dizanibû ku YNK yek dijminê PDK bike dê biqede. Bi vî awayî, Pkk ê xwest hem ji PDK ê û hem ji YNK ê xelas bibe. Lê tu yek ji van çênebû, ji ber ku gelê Başûrê Kurdistanê ne Bafil kir serok, ne jî karî PDK ceza bike. Bakuriyên ku Başûrê Kurdistanê nas nakin û dîrokê nizanin dibêjin PDK xayîn e, lê gelê Başûrê Kurdistanê PDK ê weke afrinerê hemû destkeftên xwe dibîne û wê dike partiya yekem. Ji wê wêdetir, li xeta Metîna, Amediyê, Şeladizê ku dagirkeriya Tirk lê heye, PDK bi awayekî pir berz kir partîya yekem. Eger PDK di heman deverê bi leşkerên Tirk re ba, gelo Berwariyan û Nirwehiyan dê deng bidana PDK ê? Bêguman na. Gel dizane ku gotina PKK ê ya “PDK=Tirkiye” ne rast e, xelkê herêmên operasyonan dizane ku sedema dagirkeriyê PKK bi xwe ye, ji ber vê yekê wan deng nedan alîgirên PKK ê. Çîrok ev ewqas hêsan e. PKK bi manîpulasyona xwe ne Bafil kir serok, ne jî PDK kir xayîn, rastiya PKK ê jî baş hate dîtin. PKK jî bû endamek mayînde ji klûba binketîyan  Erê, em ê hîn gelek li ser hilbijartinê binivîsin. Ji bo destpêkê, ev çend gotin bes in.

Pustên heman beş