BERFÊ RÊYA 280 GUNDÊN BAKURÊ KURDISTANÊ GIRT

BERFÊ RÊYA 280 GUNDÊN BAKURÊ KURDISTANÊ GIRT

BI SEDEMA KETINA BERFÊ, RÊYA 280 GUNDÊ BAKURÊ KURDISTANÊ TÊ GIRTIN, JI WAN GUNDÊN LI SER RÊYA BAJARÊN ERZERÛMÊ, AGIRÎ Û ERZINGANÊ.

Li Bakurê Kurdistanê bi sedema ketina berfa dem salê li rojên rabûrî û heya niha, rêya 280 gundên girêday bajarên Erzerûmê, Agirî, Îdir û Erzinganê hatin girtin û ew der ji çûn û hatinê ra hatin girtin.

Li Erzerûmê ji ber berfa zêde rêya 181 taxan ji çûn û hatinê ra hat girtin, tîmên rê vekirinê yên şaredariya bajarê Erzerûmê bo vekirina rêyan dxebitin.

Li Erzinganê ji ber berfê rêya 65 gundan ji çûn û hatinê ra girtiye, li Îdirê 7 û li Agiriyê jî 27 rê yên gundan hatine girtin û ji bo vekirina wan jî xebat di domin.

Pustên heman beş