Li sala 1988an paş karesata Helebçe ku têda pêtrî pênc hezar kurdên bê tawan bi kom ji aliyê dewleta Îraqê ve bi çekê qedexe kirî ve hatin şehîd kirin, herweha jiber hebûna partîya demokrat a kurdistanê li deverên hevsînor digel bakûrê kurdistanê ku bi partîyeke nasyonalîzm a kurdistanê tê naskirin, pêleke hizir û hesta “nasyonalîzm”î a herî mezin li Bakûrê Kurdistanê bi giştî û taybetî li navçeyên Botan û Cizîrê peyda dibe, Tirkiyê her zû hest bi vê yekê û metirsiya wê liser Tirkiyê dike jiber vê yekê hewl dide rêgirîyê li vê yekê biket.
Tirkiyê ji bû rêgirtin li belav bûna hizra neteweyî li bakûrê kurdistanî û rêgrî kirin li kurdên bakûrê kurdistanê bi dûvçûna Partîya Demokrat a Kurdistanê hejmarek ji zelamên xwe ên îstixbaratî û perwerde kirî ji aliyê Mîtê ve erkdar dike ku li çareseriyê bigerin, çare jî li cem Tirkiyê bi tenê dîtna şûngirekê bû li cihê Partîya Demokrat Kurdistanê û hizir û felsefe ya Ceneral Mela Mistefa yê Barzanî, Tirkiyê biryar da ku bi rêya zelamên xwe PKK’ê û Ocalan bi vê yekê erkdar bikin.
Jibo vê yekê hejmareke zêde ji rojnamevanan diçin “Dola Bîqa’ û Şamê” û hevdîtinan digel Ocalan pêk diînin, dibe çûna rojnamevanan bû cem kesek siyasî kareke normal be lê belê ev rojnamevanên diçûn cem Ocalan rojnamevanên dirist nebûn belku ew nûnerên dewleta Tirkiyê bûn, em dikarîn weha bibêjîn ku ev hevdîtine, hevdîtna dinavbera dewleta Tirkiyê û Ocalan bûn.
A rast heya vê demê xelkê bi başî ne Ocalan nas dikir ne PKK’e lê belê bi saya çûna van bi nav rojnamevanan û dirist kirina bernameyên medyayî û reportajên rojnamevanî û berçav kirina wan reportaj û bernameyan liser kenalên girêdayî dewleta Tirkiyê êdî her kesê PKK’e û Ocalan bi başî nas kirin, bi watayeke din em dikarin bibêjîn ku ev yek pîlaneke bername kirî a dewleta Tirkiyê bû ji bû wî yekê ku PKK’ê û Ocalan bi gelê kurd re bidin naskirin taku bikarin rê li himber wê hez û vîyana gelê kurd li Bakur li himber başûrê Kurdistanê û Partîya Demokrat dirist bûy kêm bikin û ber bi tune kirinê bibin.
Di van hevdîtinan de kesê ji hemûyan giring tir zelamê dewleta Tirkiyê “Yalçîn Kuçuk” bû, Yalçîn Kuçuk pêş vê salê digel komek ji zelamên dewletê Kovarek bi navê Kovara Rizgarî derdikin ku têde bas li PKK’ê û Ocalan dikin, herçend di vê serdemê de wergirtina moleta Kovarekê û bas kirina kurdan têde kareke herî zehmet bû, lê belê ev yek ji bo kesekê mîna Yalçîn Kuçuk kareke pir asan bû jiberku ew zelamê dewletê bû.
Yalçîn Kuçuk diçe Dola Bîqa’ li Libnanê û hevdîtinên medyayî digel Ocalan saz dike, paş ku ew vedgere Tirkiyê li balefirxaneya Tirkiyê tê desteser kirin û ew vîdyo û reportajên wî digel Ocalan encam day liser Kenalê terete tên berçav kirin û bi vî awayî Ocalan bi xelkê re didin nasandin û piropagindeyan ji bo wî û partîya wî dikin.
Têkilîyên Ocalan û Yalçîn Kuçuk bi asteke wiha pêşde diçin ku Ocalan raste rast biryarên Tirkiyê bi rêya Kuçuk werdigire û cêbecê dike, Kuçuk dibe sedem ku li sala 1993an de PKK’e agirbestê digel dewleta Tirkiyê ragehîne, herçend ku ev agirbeste bû demeke kurt bû lê belê babet bi tenê ne eve, jiberku ji wê rojê PKK’ê hevdîtinên kûr digel rayedarên herî blind ên dewleta Tirkiyê pêk anîn, Ocalan bi bikar anîna axaftineke herî nerm li himber dewleta Tirkiyê peyva şer bi dewletê re lawaz û kêm biha kir.