Di 42 saliya komkujiya Mereşê da – dagîrkirina Efrînê û siyaseta dewletê ya Tirik kirinê

DI 42 SALIYA KOMKUJIYA MEREŞÊ DA - DAGÎRKIRINA EFRÎNÊ Û SIYASETA DEWLETÊ YA TIRIKKIRINÊ

Li 19 meha dîsambera sala 1978ê, li Bakurê Kurdistanê û li bajarê Mereşê, Kurdên Elewî hatin armanc kirin, nêzî 500 Kurdan bi eşkencê hatin kuştin, îro salvegera wê ya 42ê ye, dozên li derbara vê komkujiyê heya sala 1991an berdewam kirin.

Di evê babetê da:

Ev babet çîroka rast ya 8 rojên reş di dîroka Kurdan da li Bakurê Kurdistanê vedgêrît, wexta Tirikên faşêst berî 42 salan û di rojeka weke îro da li bajarê Mereşê, pêtirî 500 Kurdan kuştîn, jinên bi dugiyan, zaroyên di bin temena 1 saliyê de qirkirin, gencên Kurd perçe perçe kirin, her wiha kanê çawa melayên Tirik bi fetwa kuştina Kurdekî bi 5 hecan hesab dikir, komkujiya Mereşê çiye? Çewa û kengî bû?.

Çi kes nehatin ceza kirin, ev bûyere bi destê dewletê hatbûn pilan kirin, Kurd ji Mereşê hatin derxistin û demografiya wê hat guherîn, Mereş rûyê dewletê yê koçberkirina bi zûrî ye, li Bakurê Kurdistanê bajarên Kurd û Tirikan di nava hev da bûn gelên Kurd û Tirik bi hevre di jiyan, bi taybet bajarên nêzî sînorê Tirikiyê weke “Mereşê, Adyamanê, Malatya, Sêwas û Erzinîcanê her wiha Orfa û Erzerûmê”, li ser van bajaran pirojeyên taybet hatin meşandin.

Dewleta Tirik Kurdên Mereşê bi qanûneke Osmaniyan komkuj kirin

Dewleta Osmaniyan li sala 1915an ji bo “Komkujiya Ermenan” qanûnek bi navê “Tehcîr” bi fermî derxistbû, li ser esasa vê qanûnê, ji milyonekê zêdetir Ermen hatin qetil kirin û yên mayî jî hatin koçber kirin, dewletê li salên heftiyan jî bi awayekê veşartî û sergirtî, ev qanûne li dijî Kurdan bikaranî, destpêka vê jî “Komkujiya Mereşê” bû.

Li bajarê Mereşê, ji ber ku Kurd û Tirik li gel hev di jiyan, ew bajar ji bo dewletê cihekê sitratîcî bû, erdnîgariya wê çiyayî ye, gelê wê bara ptir ji Kurdên Elewî û wlatparêzan bûn, ji ber vê jî dewletê li ser van du xalan bernameyekê taybet da meşandin, mirov dikare bêje bi wê komkujiyê bername hat ava kirin û heya îro jî berdewame, her çende medyaya dewletê ew bûyer weke şerê navbera Sunne û Elewiyan nîşan da be, lê di cewherê xwe da ew kumkojî bû li ser Kurdan hatiye kirin.

LI MEREŞÊ ÇI ÇÊBÛ?

MELAYÊN TIRIK FETWA DAN Û DIGOTIN:”KÎ KURDEKÊ ELEWÎ BIKUJE BERANBERÎ 5 HECANE”

Li Mereşê hêzên girêday dewletê pilanek bikaranî û wan dest bi komkujiyeke dijwar li ser Kurdên Elewî kir, destpêka bûyerê li roja 19/12/1978an bû wexta ku di nava “Sînema Rastgiran” da teqînek çêbûy, ew teqîn bi destê dewletê û aliyên Rastgir hatbû pilan kirin, ji bo ku hêceta komkujyê bihêt ava kirin û bi vê hêcetê êrîşên li ser taxên Kurdan destpêkirin, li heman rojê 3 Kurdên Elewî hatin kuştin û Tirikên Sunne nehêlan cenazeyan rakin û li mizgeftê bişûn, di navbera Kurdan û rastgirên Tirikên faşêst şerê kolanan destpêkir, heya li hinek mizgeftan jî melayên Tirik dest bi fetwayê kirin û digotin:”Kî Elewyekî bikuje beranberî 5 hecane” û bi vî şêwazî melayan nejadperistên Tirik êxistin nav dijwariyekê da li beranber Kurdan, li heman wext dewletê polîsên xwe ji nava şer vekşandin, ji bo ku bêjin polîs beşdarî vî şerî nebûne, lê ew kes û giropên şer di dan meşandin, hemû nejad peristên Tirik bûn ku bi ratib digel dewletê kar dikirin.

Li 23/12/1978an hemû taxên Kurd nişîn yên Mereşê ketine bin êrîşa van giropan, her çende gencên Kurd xendek û satir li serên kolanan çêkir bûn, lê ew di bê çek û desthilat bûn û wan nekarî bergiriyê ji xwe bikin li beranber Tirikên tundrew, nejadperist û pirî çek, lewma çekdarên faşêst bi vî şêwazî dest bi komkujiyeka mezin kirin.

TIRIKÊN FAŞÊST JINÊN DUGYAN, ZAROYÊN 9 MEHÎ KUŞTIN Û GENCEK PERÇE KIR Û DI QAZANKÊ DE KELAND

Ev bûyer heya 26/12/1978an berdewam bû, li gor hejmara fermî hatî dayîn, 150 kes hatbûn kuştin lê yên di nava bûyerê da jiyayîn û beşdarî van bûyeran bûyn, herî kêm “kuştina 500 mirovan ser rast kirine, 200 mal hatin wêran kirin, 100 cihên şul û dikan hatin şewtandin û bi sedan mirov birîndar bûn, gelek jinên bi dugiyan bi zaroyên xwe ve hatin kuştin û gelek hatin revandin, zulmeke bê hempa hat kirin”.

Ji qurbaniyan “Dondî Onverî ya 7 meh û nîvî û Esma Sonay bi zaroya xwe ya 9 mehî ve” hatin kuştin, “Elî Tiraş” hat parçe parçe kirin û di nava qazanekê da hat kelandin, bê heijmar tecawiz, revandina zaroyan di van rojên bûyeran da hat jiyan kirin û li 26/12/1978an bûyer bi dawî bû, lê belê êdî li wêrê çansê jiyana Kurdan nemabû, bûyer di navenda Mereşê da rûda lê bandoreke mezin li ser bajarokên “Pazarcik, Elbîstan û bajarokê Avşînê” jî kirin çunke ev bajarok yên Kurdan bûn û girêday Mereşê bûn.

Êdî Kurdan dest bi koçberiyê kirbû û şûnwarên xwe bi cih hêllan û gelek çûn Tirikyê û zêdetirî nîvekê jî çûn Ewropayê û êdî hejmara Kurdan li Mereşê kete astekî herî kêm, ji bilî vê komkujiyê li senterê bajar, Tirik desthilat bûn û bajar bi Tirikîniyê hat nas kirin û heman rewş niha jî berdewame.

Hindek rojnamevanan yên bi navê “Ridwan Akar û Can Dondar” di nava arşîfa serokwezîrê berê “Bilind Ecawîd” li ser vê komkujiyê belgeyên dewletî yên resmî derxistin, yên ku ev bûyer kirî di wê belgeya fermî da navên wan hebûn, li destpêka wan serokê partiya nejadperista Tirikiyê MHPê “Ertuxlul Tirikeş”, parilmenterê Mereşê “Mihemed Yûsif” û endamê Mîtê “Şehab H”, her wiha parêzer “Metîn A” û tawanbarê mezin  û sereke “Okaş Şendîler” ku piştî bûyeran navê “Kenger” li xwe kir bû, van kesan ev pilana komkujiyê çêkir bûn û Şendîler bi destê xwe bi rêve dibir.

Komkujiya Mereşê, pirojeya eqliyeta dewleta Tirikiyê bû ku ev eqliyet heya roja me ya îro jî berdewame, ev eqliyeta dewletê ya qirkirina miletan û guherîna demografiya Kurdistanê, weke destpêkekê bû, di beranberî vê eqliyetê yek rê heye û ew jî miletê Kurd li nirxên xwe yên neteweyî xwedî derkeve û ji xeta xwe ya Kurdistanîbûnê te’wîzê nede, ji ber ku hêza ku dê vî eqliyeta komkuj rawestînît, ewe ku milet israrê li ser hebûn û azadiya xwe bike.

Pustên heman beş