Rêveberiya Xweser piştî malwêranîyê deriyê lihevhatinê vekir

RÊVEBERIYA XWESER PIŞTÎ MALWÊRANIYÊ DERIYÊ LIHEVHATINÊ VEKIR

Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhlata Sûriyê, biryar daye ku Encûmena Niştîmaniya Kurdî “ENKS” ofîsên xwe li Rojava veket û dest bi karê siyasî biket, ev yek her çende piştî malwêraniyeke mezin tê, lê bi destpêkeke geş ji bo yek gotarî ya siyasî ya Kurdên Rojava tê hesab kirin.

Rêveberiya Xweser li sêşemî ya rabûrî 17/12/2019an û li ser destpêşxeriya fermandariya Hêzên Sûryaya Demokratîk HSDê, biryar da ku rê bi Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê ENKSê bihêt dayîn ofîsên xwe li Rojava Kurdistanê veket û bêy destûra ewlekariyê ya ti aliyekî werbigre çalakiyên xwe yên siyasî, civakî û medyayî bide meşandin.

Her wiha diyar kir, ENKSê êdî pêwîstî bi ti destûrî û moletên pêşwext nîne ji bo ku çalakiyên xwe li Rojava Kurdistanê bike.

Rêveberya Xweser hem wext di beyaneke nivîskî de dest nîşan kiriye, hemû dozên li derheqa kesatî û  serkirdeyên ENKSê yên li dervey welat bihên hilweşandin, pişt rast kiriye ku êdî ti pirsgirêk li himber wan nîne û ew di karin vegerin Rojava û serbest dest bi xebata xwe bikin.

Rêveberiya Xweser dibêje: “li derbara melefa girtiyan, ENKSê lîsteka 10 kesî daye HSDê û wan jî komîtek raspardiye û dê encamên lekolînê digel ENKSê û HSDê li wexteka nêzîk bihên şopandin”.

PIŞTÎ MALWÊRANIYEK PIR MEZIN GAVEK PIR BAŞ

Biryara aştiyê ya Rêveberiya Xweser li gel ENKSê her çend ku biryarek başe û heger niyaz pakî têde hebe û ti taktîk li pişt nebe, bi destpêkeke herî baş ji bo yekxistina gotara siyasî ya Kurdî tê hesab kirin, lê gaveke direng wext bû û piştî malwêraniyeke mezin hatiye avêtin.

Desthilata Rojava her li destpêka avabûna wê siyaseteke takrew û dijminkarane li dijî hêzên Kurdî li Rojava bikaranî, li himber wê desthilatê siyaseta xweşirîn kirinê li beranber hêzên Ereb bikaranî, mînak wexta ku partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê herdu lihevhatinên Hewlêrê û Dihokê binpê kirîn, dijimnatiya li gel hêzên Kurdî dijwartir kir, li heman demê wê siyasteke nerim li beranber hêzên Ereb bikaranî, heya ku di saziya serbazî jî de, navê Kurd têde bikarneanî, ji bo ku rewşa aliyên Ereb li berçav were wergirtin.

Çavdêrên ku rewşa Rojava Kurdistanê di şopînin bi bawerin ku, heger li destpêkê PYDe pabendî bi lihevhatinên Hewlêrê û Dihokê kirba  û siyaseteke fire alî meşandba, rê daba Pêşmergehê Rojava tevlî hêzên din biba, her wiha durişmên PKKê bi kar neanîban û biryara xwe nedaban dest Qendîlê, wê çaxê dibû rewş negihiştba wê asta ku Tirk fikir li êrişa dagîrkariyê bikin, bila PKKê ew yek fêhim kirba ku dewleta Tirkiyê ti carekê razî nabe, statoyek li sînorê wê ava bibe û desthilatdariya wê statoyê dar destên PKKê bin.

PKKÊ LI HER CIHEKÊ HIZBEKE PAŞKO ÇÊKIRBE TENÊ ZIYAN GIHANDIYE GELÊ KURD

Çavdêr dibînin, pêwîste ku PKKe wê rastiyê baş bizane ku meydana xebata wê tenê Bakurê Kurdistanê ye û bi ava kirina partiyên paşko li perçeyên din yên Kurdistanê ti mifayek jiblî aloz kirina rewşê û malwêraniyê ji bo gelê Kurd têde nîne.

Nerîna çavdêran wihaye: “wexta yek hizbiyê li ti derên cîhanê nemaye, tenê heger sîstem dîktatorî nebe, hem wext tak aydolojî û tak rewiyê li hemû cîhanê tûşî şikestinê bûye, ji ber ku di dîrokê de nebûye ku hizbekê bi tek aydolojiyê her ti aydolojiya be, karî be maf û azadiyan ji bo civaka xwe dabîn bike. Bi ekis fire alî, fire aydolojî û fire hzibî niha bûne sîstem û alava pêşketina welat û herêman, mînaka herî zelal Başûrê Kurdistanê ye ku bûye rûyê rastînê demokrasiyê”.

Mînaka din jî li cîhanê ewe ku jinavbirina biloka komonîstiyê ne pîlaneke sermayedarî bû, belku bi sedema nebûna maf û azadiyan bû, her wek wan livînên di welatên Ereb de derketin holê ku bi sedema wê yekê bû desthilatdarên wan bi dirêjahiya gelek salan bizava çêkirina wehma Irobetê û jinavbirina Îsraîlê di dan meşandin, lê li dawiyê ji bo gel eşkere bû ku ev yek tenê wehmeke û ti tiştê din ji bo nîne.

Lewra pêwîst naket gelê Kurd bi dehan salên din jî li berxwe bide heya ku bizane ku tak aydolojî ne tinê ti mifayekê xwe nîne, belku dê bite jêderê şikestinên mezin, ewa PKKe jî digel civaka Kurdî dike, tenê dubare kirina ezmûna aydolojiyên şikestî yên cîhanê ye.

Pustên heman beş