Xwe radest kirina Ocalan bo tirkiyê û der kirina biryaran di îmraliyê de

PKKE LI WÊ BAWERÊ YE KU OCALAN DI PÎLANEKE NAVDEWLETÎ DE HATIYE GIRTIN

Li 15ê şubata sala 1999an de, Ebdula Ocalan rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê “PKKê” li wlatê Kînyayê tê desteser kirin, PKKe desteser kirina Ocalan bi pîlaneke navdewletî dide zanîn, lê aya bi rastî jî ev yek wihaye? Yan jî Ocalan vegerî mala xwe heya ku biryarên dewletê bi guhê Kurdan de bang bike?

Di evî babetê de bersiva evan pirsan heye:

  • Ocalan di pîlaneke navdeweltî de hat girtin yan ew bi heza xwe vegrî Tirkiyê?

  • Ew kîjan gotina rêber Apo bû ku PKKê di xwest bi gel re bide jibîr kirin?

  • Exlaqê rêber Apo di rasta hevalrêyên wî de çi bû?

  • Wexta Apo hatiye girtin û hêjan di balefirê de çi got bû?

Di pirtûka (DÎROKEK JI AGIRÎ) ku pêk dihêt ji hinek hevpeyvînên Cemîl Bayîk li gel Hesen Codî de, Bayîk û PKKe bi hemû awayekê hewil didin girtina Ocalan weke pîlaneke navdewletî bi beşdariya her yek ji «Yewnanistanê, Îtalya, Misir, Berîtanya, Sûriyê, Îsraîl, Elmanya, Emerîka, Kînya û Îraq her wiha PDKê û YNKê” bidin nasandin, lê belê rastî tişteke dine, ew tişt jî eve ku Ocalan bi kêfa dilê xwe vegerî nava Tirkiyê de.

PKKe dibêje: “Ocalan bi pîlangêriyeke navdewletî hatiye desteser kirin”, lê belê Ocalan bi xwe vegeriye Tirkiyê û ti pîlaneke navdewletî li dijî Ocalan nebûye, Ocalan bi xwe bû ku dixwest vegere Tirkiyê, belge li ser wê yekê pirin, lê dibe ev axiftina Ocalan ku dibêje PKKê “Yan dibe PKKe xwe bi guhere yan jî ezê ji partiya hewe cuda bibim” baştirîn belge be li ser axiftina me, ev axiftin jî dîsan di pirtûka (DÎROKEK JI AGIRÎ) lapera 539an de bi ruhnî hatiye bas kirin, gelu qey mebesta Ocalan ji xwe guherîna PKKê çi bûye?

Cemîl Bayîk li ser derketina Ocalan ji wlatê Sûriyê û neçûna Ocalan ji bo çiya û çûna  ji bo Ewropayê dibêje: “Ji ber ku Sûriyê Rêber Apo weke mêhvan çendîn salan qebûl kir bû, ta ku ti ziyan bi Sûriyê nekev, serok naçar dibe Sûriyê bi cî bihêle, ji ber ku di exlaqê Apo de nîne kesekê ku alîkariya wî kirbe tûşî pirsgirêkan bike”, Bayîk berdewamiyê di de axiftina xwe û dibêje: “Exlaqekê serok heye, ger kesek dustatiya serok bike, serok rêzê li wê dustatiyê digre, ger Sûriyê mêhvandariya serok kirbe û niha ji ber mana serok li Sûriyê, xeter bikeve ser Sûriyê, serok ji aliyê exlaqî ve nedikarî wê yekê qebûl bike”.

Her wiha dibêje: “Ger xeterek hebe bila ji wîre be nek hevalê wî”, li vir pêwîste em vê pirsê bikîn gelu ma qey Başûrê Kurdistanê bi hemû partiyên xwe ve bi taybetî Partiya Demokrat ya Kurdistanê, çend alîkariya PKKê û serokê wan kiriye ku amade bûn Başûr bixin xeterê û Tirkiyê rakêşn Başûr û ew bi xwe jî şerî li dijî başûr bikin?

BERA KU TI GVAŞTINEK LI SER WERE KIRIN RÊBER APO GOT: “EZ JI BO XIZMET KIRINA DEWLETA TIRKIYÊ AMADEME”

Her çawa be di wexta girtina Ocalan de li Kînyayê, PKKe mijûlî li darxistina 6mîn kongireya xwe bû, paş ku Ocalan tê girtin qonaxeke nû ya jiyana PKKê li Îmraliyê dest pê dike, PKKê di xwest axiftineka Rêber Apo ji bîra gel bibe û ji bo wê yekê hemû rê bikaranîn û ta radeyek mezin karîn serketinê têde bînin, ew axiftin jî ev bû “Ez ji bo xizmet kirina dewleta Tirkiyê amademe”.

 Gelu çima Ocalan ku di dîtina alîgirên PKKê de ji (Mahatma Gandî, Nîlson Manêla, Cî Gîvara) pir ji bo gelê xwe bi heybet tir, zanatir û dilsoztire, lê belê bera ku ti givaşek li ser Apor were kirin û hêjan ew di balefirê de bû wexta ew axiftin kirî, ger bi rastî jî wî ji bo xizmet kirina Tirkiyê xebat nekir be?

OCALAN HER TIŞT LI DADGEHÊ FIROT, PKKE HEVALÊ RÊ Û WELAT

“RÊ BIDIN XIZMETA DEWLETA TIRKIYÊ BIKIM, LI BERANBER VÊ XIZMETÊ EZÊ TI TIŞTA JI HEWE DAXWAZ NAKIM, GELÊ KURD HEYA NIHA PEYVA KURDISTAN BIKAR NEANIYE, EV YEK JI BO DEWLETA TIRKIYÊ HÊZEK NÛ Û MEZINE”

Ocalan li dadgeha bilind ya Tirkiyê de, navên hemû kesên alîkarî pêşkêşî PKKê kirî gotin, bi wê yekê jiyana sedan Kurdên welatparêz xiste bin xetera girtin û kuştinê de, dîsan di axiftinên xwe de li himber dadgeha Tirkiyê Ocalan dibêje: “Rê bi min bidin xizmeta Tirkiyê bikim”, ezê di dema 6 mehan de PKKê bê çek bikim, şerê PKKê bi dewletê re şaşiyeke mezin bû, pêwîst bû PKKê şer bi Tirkiyê re nekirba, Doran Kalkan û Cemîl Bayîk du kesên xeterin, min bi zehmet ew kontirol dikirin”.

Li vir eşkere dibe ku Ocalan li dijî axiftina xwe ya berê derdikeve, wexta Bayîk gotî: “Di exlaqa serok de nîne kesekê ku hevaltiya wî kirbe, bixe di xeterê de”, Ocalan her zû nêzîtirîn kesên xwe di firoşe dewletê ku ewjî (Bayîk û Kalkan) bûn.

Ocalan di berdewamiya axiftina xwe de dibêje: “Rê bidin xizmeta dewleta Tirkiyê bkim, li beranber vê xizmetê ezê ti tişta ji hewe daxwaz nakim, gelê Kurd heya niha peyva Kurdistan bikar ne aniye, ev yek ji bo dewleta Tirkiyê hêzek nû û mezine, li ser (Barzanî û Talebanî) jî Ocalan axiftinên wiha kêm dibêje ku bi ti awayekê di asta kesekê de nîne, ku xwe bi serok û mezin û siyasyek jîr bide nas kirin.

Ocalan dema tê girtin bi t awayekê bi yek peyv jî palpiştiyê li şerê PKKê digel dewleta Tirkiyê nake, ser û bin Ocalan bûye hêzek ji bo cêbecêkirina poletîkaya dewleta Tirkiyê bi taybet di qonaxa paş sala 2004an.

Emê di nvîsînên bihêt de şiroveya wê yekê bikîn ku bi t awa Ocalan bûye dardestê Tirkiyê li dijî Kurdan û bi ti awa Ocalan bûye şîretkar û mamosteyî dewleta Tirkiyê, mînaka herî berçav jî helwest û daxuyaniyên Ocalanin li djî ava kirina dewleta Kurdî ku bi ti awa naxwaze ev dewlete ji Kurdan re were ava kirin û ev yek bi PKKê re jî daye qebûl kirin.

Pustên heman beş