EREBAN CAREKE DIN SIYASETA PIRANÎ LI DIJÎ KURDAN BIKAR ANÎ

EREBAN CAREKE DIN SIYASETA PIRANÎ LI DIJÎ KURDAN BIKAR ANÎ

Pejirandina qanûna hilbijartinê zenga xetereyeke mezine

Parlemena Îraqê îro ji bo pejirandina qanûna hilbijartinan civîya û li gel destpêkirina dengdanê, parlementerên kurd hola civînê bi cî hiştin û maddeyên 15 û 16 bê rezamendî ya wan hatin pejirandin, kurd jî vê yekê bi xetereyeke mezin dibînin.

Parlemena Îraqê îro roja sêşemî 24/12/2019an li derbara qanûna ser rast kirî ya hilbijartinên Îraqê civîya û bê rezamendî ya parlementerên kurd, maddeyên 15 û 16 ku nakokî li ser hene hatin pejirandin û parlementerên kurd hola civînê ya parlamentoyê bi cî hiştin.

Maddeya 15 ya qanûna hilbijartinên Îraqê taybet bi bazineyên hilbijartinan ve ku li ser esasa navçeyan hatiye danan ku li her navçe û parêzgehekê yek bazine nabe belku wê gelek bazine hebin, hemwext maddeya 16ê jî girêdayî kotaya jinane ku rêjeya 25% ji bo jinê hatiye dest nîşan kirin.

Li gor zanyariyên pêgeha Darka Mazî parlementerên kurd li gel destpêkirina dengdanê li ser qanûna hilbijartinê ji hola parlamentoyê derketin, lê belê rêjeya qanûnî ya rûniştinê nehat şikandin û dengdan li ser wan maddeyên nakok hat kirin.

Parlementerên kurd eşkere kirin ku maddeyên 15 û 16 li ser esasa piraniya dengan hatin pejirandin, ne li ser esasa berjewendiya aliyan, ev yek jî wê zirarê li partîyên biçûk bike.
Parlemena Îraqê di civîna xwe ya heftîya rabûrî de, ji sercema 50 maddeyên qanûna hilbijartinê, 14 madde pejirandin û îro ji bo pejirandina maddeyên mayî civîya, kurdan têbînî li ser maddeyên 15 û 16 hebû, ji ber ku ew dibînin ku zîyan dê ji biçûk kirina bazineyên hilbijartinan hebe.

Lujîka piranî û kuştina hevpişkiyê

Parlementerên kurd li parlamentoya Îraqê nerîna wan wihaye ku bi pejirandina maddeyên 15 û 16 yên qanûna hilbijartinan, xebereke mezin dikeve ser piroseya siyasî, ji ber ku bi kuştin ji bo wê hevpişkiyê tê hejmartin ewa ji sala 2003ê wilat pê tê birêvebirin.
Serkirdatiya Herêma Başûrê Kurdistanê ji destpêka ava bûna Îraqa federal, tekezî li ser pabend bûna bi destûra wilat kirîye û hemwext hevpişkiyê di rêve birina wilat de, lojîk û siyaseta piranî jî bi hemû awayekî ret kirîye û dij rawestaye.
Parlementerên kurdistanê eşkere kirin, kuwalîsyonên kurdistanî li parlamentoya Îraqê wê bicivin û helwestekê li ser derbas kirina maddeyên 15 û 16 yên qanûna hilbijartinê bê rezamendî ya kurdan wergirin.

Pustên heman beş