Berhem Salih manoreke siyasî kir û kursî garantî kir

BERHEM SALIH MANOREKE SIYASÎ KIR Û KURSÎ GARANTÎ KIR

Serok komar Berhem Salih, îro got: ez amademe posta serok Komariyê bi cî bihêlim, ger aliyên siyasî îsrarê bikin (Es’ed ‘Êdanî) di ser biryara xwepêşanderan de ji bo avakirina hikûmeta nû dest nîşan bikim ku li ser balê Îranê tê hesab kirin, her çend ku ev hengava Berhem Salih bi fêleke siyasî tê hesab kirin, lê amanca sereke ya wê hengavê bi wate garantî kirina kursîyê û razî kirina gel tê.

Serok komarê Îraqê d. Berhem Salih, îro di nameyekê de amadeya xwe ji bo dest berdanê ji posta serokatîya komarê diyar kir û got ku ew nikare destûra wilat bin pê bke û namzedekê ku xwepêşanderan têbînî li ser hene, ji bo avakirina hikûmeta nû dest erkdar bike.

  1. Berhem Salih, piştî li heftîya rabûrî gefa dest berdanê ji posta seroktiya Îraqê krî, îro roja pêncişemî 26/12/2019an nameya dest berdanê ragihand, lê belê ji boy serokê parlemena Îraqê nihşanda ji bo ku bibe dîfakto û di dest berdan di rêkên xwe yên yasayî de derbas bibe.

  2. Berhem Salih di nameya xwe de hazirî nîşan daye ku dest ji posta serok komariyê berde, li şûna ku destûra bingehîn ya wilat were bin pê kirin.

Hemwext dibêje: “dest nîşan kirina koalîsyona mezin ji bo avakirina hikûmetê erka serok komarî ye, rêkên wê di destûra wilat de hatine dest nîşan kirin, lê belê ji ber ku hejmareke daxwazîyan ji bo dest nîşan kirina koalîsyona mezin gihane dest seroktiya komarê, ew nikare destûrî bin pê bike û ji dervey rêkên destûr koalîsyonekê erkdar bike ku hikûmeta nû ava bike”.

Berhem Salih eşkere kiriye, hejmareke daxwazîyan gehiştine dest wan û her yek ji wan xwe weke koalîsyona mezin daye nasandin, ji ber vê sedemê ew amadeye, dest ji seroktiyê berde û zelalî gotiye: “ew destûra wilat bin pê nake”.

Çima Berhem Salih Es’ed ‘Êdanî ji bo avakirina hikûmetê erkdar nake?

Es’ed ‘Êdanî namzedê avakirina hikûmeta nû kî ye, kî li pişt wî ye û çi aliyekê ew namzed kiriye.

Ebdulla Salih şareza di karubarên siyasî yên Îraqê de li ekawinta xwe ya feysbûkê de gotiye ku Es’ed ‘Êdanî cêgirî Emîndarê giştî yê kongreya niştîmanî ya Îraqê ye ku bera niha Ehmed Çelebî seroktiya wê dikir, li heman demê cêgrê serok cvata brêveber ya benka bîlad ya îslamî ye, Aras Hebîb serokê kongreya niştîmanî û serokê benka bîlade û di lîsta cezayên Emerîkî de ye û bi çendîn tumetan hatye sûçbar kirin.

Ebdulla Salih dibêje: “Aras Hebîb û Ehmed Çelebî bi rehmet bit li emerîkayê bi gihandina zanyariyên şaş li derbara Îraqê û çekê wê yê kom kuj sûçbarin, lewra namzed kirina kesekî weke Es’ed ‘Êdanî ku cêgirê Aras Hebîbe ji bo avakirina hikûmeta nû ya Îraqê bi tehdayeke Îranî ji bo Emerîkayê tê hesab kirin, wate aliyên siyasî yên Îraqê û Îranê heya niha babeta aloz a Îraqê weke hevrikîyeke Îranî – Emerîkî mêze dikin û çi gringyekê bi gelê Îraqê nadin û gel jî êdî vê çendê fêhim dike.

Berhem Salih jî li vir dixwaze xwe wiha nîşa gel bide ku ew nakeve bin hejmûna Îranê û rê nade Îraq bibe xala li hevgihiştina nakokîyên Îranê û emerîkayê.

Destûra Îraqê li derbara destberdana serok çi dibêje?

Li gorî destûra bingehîn ya Îraqa federal û bi taybet maddeya 75an ku tayîbete bi serok komar ve, hatiye: “serok komar mafê wî heye dest berdana xwe pêşkêşî serokê parlemena Îraqê bike, dest berdana wî jî bi pejirandî tê hesab kirin, heger 7 roj li ser derbas bibin, xwe heger parlemen nepejirîne jî, bi pejirandî tê hesab kirin”.

Li vir Berhem Salih bi ‘ekis kir û tenê di beyanekê de amadeyî diyar kiriye ku dest ji seroktiyê berde, nameya fermî ya dest berdanê jî ji bo serokê parilmenê neşandye.

Her weha li gor xala duyemîn ya maddeya 75an ya destûra bingehîn: “cêgirê serok komar wê erkên serok komarî wergire, wexta ku serok komar tune be”.

Di xala sêyemîn ya maddeya 75an ji destûrî hatye: “cêgirê serok komar, erkên serok komarî werdigre li wexta ku serok komar ji ber her sedemekê nebe yan ne amade be, li vir jî pêwîste parlemena Îraqê serokekê nû dest nîşan bke û di wexta 30 rojan de”.

Xala çaremîn ji maddeya 75 ya destûra Îraqê dibêje: “wexta ku serok komar cêgir nebe, serokê parlemena Îraqê erkên serok komarî werdigire”.

Berhem Salih li ser lîsta yekîtiya niştîmanî ya kurdistanê, posta serok komariya Îraqê wergirtiye, her çend ku ev post weke îsitîhqaq bi behra Partîya Demokrat a Kurdistanê “PDK’ê” tê hesab kirin, di hersê xulên destpêkê de, “PDK’ê” ev post bi “YNK’ê” dabû, lê belê piştî bûyerê referandûmê Partîya Demokrat namzedê xwe ji bo wê postê hebû, lê di dengdana parlemenê de, Berhem Salih piraniya dengan bi dest xistin, ku ev jî pêwîstî bi şîrovê heye.

Serketina Berhem Salih di hilbijartina seroktiyê de, ji bo wê sedemê vedgere ku Berhem Salih karî pêtir weke Îraq parêzek xwe nîşa Îraqîyan bide, her wiha sedema sereke ew bû ku Ereban xelata radest kirina Kerkûkê bi Yekîtiya Niştîmanî û serkêşên wê manora qirêj Pavêl Talebanî û Lahorê Şêx Cengî, Arasê Şêx Cengî û giropa xiyanetkar bexşî.

Di xola yek û du de, Celal Talebanî li wê postê bû, piştre d. Fuad Mesûm ewê caddeya Îraqî û Kurdistanî bi xirab tirîn serok nas kirî serokê Îraqê bû, di xola çaremîn jî de, Berhem Salih li wê postê wezîfedar bûye.

Berhem Salih ku posta cêgirê duyê yê sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştîmanî heye, bi sedema alozî û nakokîyên li nav balên “YNK’ê” de, bi taybet aloz bûna têkilîyên wî bi Hêro xanê re, li sala 2017an cudabûna xwe ji “YNK’ê” ragihand û partîyeke siyasî bi navê “hevpeymanî bo demokrasî û dadperweriyê” ava kir, Berhem Salih digel xwe hejmareke Qadroyên pêşketî yên “YNK’ê” birin nava partîya nû, ewa temenê wê salekê dewam nekirî.

Pavêl Talebanî, kurrê Celal Talebanî her li destpêka cudabûna Berhem Salih ji “YNK’ê”, gelek hewl dan wî vegerîne, li dawyê jî karî Berhem Salih ê ji “YNK’ê” tore razî bke, piştî ku posta serok komariyê weke xelata vegerînê ji bo dest nîşan kirî.

Li wexta ku Berhem Salih bangeşe ji bo partîya xwe ya nû dikrî, hejmareke zora Qadroyên “YNK’ê” û yekgirtû ya îslamî û heya hejmareke partîyên din lê kom bûn, Berhem Salih li wê demê daxweyanî da û got: “siyaset li ser fêl kirinê nayê kirin, min post di nava “YNK’ê” de hebû, postên mezn jî digel min hatin gotin û li derbara posta serok komariyê jî got ku bê hurmetiye însan li ser hesaba mûçeya xanenişîniya mamostayekî bibe serok”.

Li gel nêzîkbûna wexta hilbijartinan d. Berhem Salih bi hewlên Pavêl Talebanî vegerî nav “YNK’ê” û pişt da hevalên xwe yên di nava wê partîya nû de, li vir caddeya Kurdistanî ew bi bê hurmet nas kir.

Berhem Salih bi wê hengavê kursî garantî kir

Li rojên rabûrî jî û piştî derbasbûna salekê û du mehan li ser xola çaremîn ya serok komarîya Îraqê, Berhem Salih gefa dest berdanê kirbû, ji ber ku wexta destnîşan kirina koalîsyona mezin ji bo ava kirina hikûmeta nû bi çend rojekan ji wexta ku destûra wilat dest nîşan krî derbas bûye, îro jî leyistokek siyasî kir û li şûna bi kiryar nameya dest berdanê bide serokê parlemena Îraqê, tenê name ragihand û medya xapand, ji ber ku medyayê got: ji ber ku Berhem Salih razî nebû destûrê bin pê bke û razî nebû daxwazîya xwepêşanderan pişt guh bêxe, dest ji kar berda, lê ya rast Berhem Salih tenê manoreke siyasî ji bo garantî kirina kursîka seroktiyê kiriye.

Çavdêrên ku rewşa Îraqê di şopînin û hemwext kesên nêzîkî Berhem Salih li qada kurdistanî, nerîneke din heye, ew jî, ku Berhem Salih îro manoreke siyasî dike, amanca sereke ji wê manorê garantî kirina kursîya seroktiya komarê ye, hemwext razî kirina gelê Îraqê ku ji 25 Oktobera îsalê li caddeyan banga çaksaziyê û guherînê dike, her wiha xapandina medyayê ye ku Berhem Salih weke wilatparêz û parêzerê destûra wilat û rumeta wê nîşan bide.

Pustên heman beş